31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi windabûna nirxê Riyalê re Îran ber bi ku ve diçe?

Krîza aborî ya li Îranê ne tenê girêdayê dovîzê ye. Ev krîz bi xwe re nîqaşên li ser rejîmê, hevsengiya heremê û pêşeroja gelan jî nû dike.

Nirxwendakirina pereyê Îranê (Riyal) nirxwendakirineke ku di demeke kin de pêk hatiye nîn e. Ev krîza heyî û çalakiyên ku pêk tên encama pirsgirêk ku bi salane tên jiyîn û ji aliyê rejîmê ve tên tepisandin in.  Zextên rejîma Îranê ya li ser civakê, ambargoyên ku bi salane hene, girêdanbûna dahata petrolê, qelsbûna hilberînê û xizaniya kûr Îranê ber bi vê rewşê ve bir. Rejîma Îranê ji dêlva ku van pirsgirêkan çareser bike berovajiyê wê zextên li ser civakê zêde kir. Van kiryaran jî Îranê ber bi krîzê ve bir.

Li Îranê tu mafên netewe û baweriyên cuda nayên parastin. Hemû cudahî bi polîtîkayên tunekirinê yên rejîmê re rû bi rû ne. Yek ji beşa ku herî zêde ji van nêzikatiyan bandor dibe jî rojhilatê Kurdistanê ye. Li Rojhilat ji aliyek ve krîz û bêkariya heyî zêde ye li aliyê din bi kûrbûna krîza giştî re zexta li ser wan zêdetir dibe.

Di encama krîza ku wiha kûr bû de civaka Îranê di 28ê mehê de hêrsa xwe vereşiya. Çalakiyên ku li Bazara Mezin a Tahranê bi girtina dikanan destpêkirin li gelek deverên din belav bû. Di çalakiyên ku ev sê rojin berdewam dikin de gel li Isfahan, Şiraz, Hemedan, Kirmanşah, Karaj û gelek bajarên din li kolana ne.

Ji ber ku ev çalakî ne tenê ji ber krîza aborî ye bi esnaf û bazirganan re xwendekar jî derketine kolanan ji bo pêşeroja xwe bang li rejîmê dikin. Hêzên rejîmê li kolanan êrişê çalakgeran dike û heta niha gelek kes hatine binçavkirin.

Di nav van sê rojan de serokê Banka Navendî ya Îranê jî hat guhertin. Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji bo çalakî bisekinin bang li çalakgeran kir û got dê daxwazin wan ên der barê aboriyê de dê bên guhdarkirin. Gelê ku niha li kolanan e ne tenê li dijî krîza aboriyê herwiha li dijî nediyariya pêşerojê nerazîbûnên xwe nîşan dide. Ji ber vê yekê dê bersiveke çawa ji bo serokkomar bê dayîn ne diyar e.

Bandora çalakiyan a li polîtîkayên Îranê

Krîza aborî ya li Îranê raste rast bandorê li polîtîkayên wê yên derva re jî dike. Rêveberiya Tahranê dê dev ji bandora xwe ya li heremê bernede. Lê rastiyek heye ku dê nikaribe komên girêdayê xwe yên li Yemen, Lubnan, Iraq û welatên din wek berê fînase bike. Ji ber vê yekê dê Îran li Rojhilata Navîn dewsa ku qadên nû yên şer vebike dê hewl bide rewşa we ya heyî biparêze.

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ji aliyê herkesê ve tê zanîn. Di rewşa heyî ya Îranê de Îsraîl jî dê bi awayeke baldartir tevbigere. Ji ber ku Îran herçiqas hêza xwe wenda kiribe jî hê ji hêza xwe neketiye. Di vê rewşê de êrişa Îsraîlê ya fizîkî dê Îsraîlê ber bi ‘serkeftinê’ ve nebe. Lê Îsraîl ji bo hêza Îranê hê zêdetir kêm bike dê êrişên xwe yên sîber, operasyonên îstîxbaratî û zextên xwe bidomîne.

Rewşa çalakiyên ku piştî Serhildana Jin Jiyan Azadî wek çalakiya herî mezin dikare were nirxandin, Îran neçare ku hem di polîtîkayên xwe yên navxweyî de û hem jî di polîtîkayên xwe yên derve de guherînan pêk bîne.

Heke çalakî bi biryardarî û rêxistinkirî bidomin civak dikare rejîma ku ewqas zextan li ser wan dike jî ji holê rabike.