Piştî erdhejên 6ê sibata 2023yan ku wekî ‘karesata sedsalê’ hat qeydkirin û li ser 14 milyon mirovan bandoreke kûr a derûnî hişt, ji bo piştgiriya pisporên tendirustiya derûnî xebateke girîng a akademîk hat weşandin. Pirtûka bi navê ‘Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîko-sosyal’ ku ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatiye çapkirin, wekî çavkaniyeke sereke ya zanistî bo pisporên qadê cihê xwe di refan de girt. Ev berhem di heman demê de bi zimanê tirkî jî hat weşandin û wergera wê ya kurdî ji aliyê Abdulsittar Ozmen ve hat kirin.
Amadekarî û edîtoriya vê berhemê ji aliyê Jan Ilhan Kizilhan, Siyabend Aslan û Abdulsittar Ozmen ve hat kirin. Pirtûk berhema projeyeke berfireh a perwerdeyê ye ku di navbera salên 2024-2025an de bi hevkariya Eyaleta NRWyê, Enstîtuya Zanistên Tendirustiyê ya Navçandî, Zanîngeha Baden-Wuerttembergê li bajarên Semsûr, Hatay, Meletî, Dêrsîm û Wanê pêk hatibû. Herwiha tê plankirin ku ev perwerde di meha pêşî ya sala 2026an de li Edeneyê jî berdewam bike.
Di pirtûkê de, Prof. Dr. Okan Taycan bi nivîsa ‘Karesat û Trawma’, Doç. Dr. Onur Yılmaz bi gotara ‘Nêrîneke Teorîk li Diyardeya Krîzê’, Psîkiyatrîst Suat Yalçın bi nivîsa ‘Norobiyolojiya Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê’ û Psîkiyatrîst Azad Dildar Günderci bi gotara ‘Karesatên Xwezayî, Rûdanên Trawmatîk û Bêpergaliyên Têkildarî Stresê’ cih digirin.
Herwiha, psîkiyatrîstên Zarok û Nûciwanan Begum Şahbudak û Prof. Dr. Damla Eyuboglu bi nivîsa ‘Trawmayên Qonaxa Zaroktiyê: Ji Duh Heta Îro’, Psîkiyatrîst Pelîn Taş bi ‘Alîkariya Derûnî ya Pêşîn bo Karesatan û Birêvebirina Krîzê’, Prof. Dr. Burhanettin Kaya bi ‘Rêbazên Terapotîk ên bo Tedawîkirina Trawmayê’, Pisporên Xizmeta Civakî Erdal Aladag û Abdullatif Meşe bi ‘Sepanên Xizmeta Civakî yên Piştî Karesatê’, Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan bi ‘Midaxeleyên Bingehkomî Piştî Rûdanên Trawmatîk ên Mezin’ û Psîkiyatrîst Ali Gokhan Eşim bi nivîsa ‘Rêbera Serederîkirina bi Rewşên Zehmet re: Şahidbûna Êşê’ ked dane vê berhemê.
