31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê kurd bi ser bikevin

Du kurdên xwefiroş hatine Şamê, li ser xwîna kurdan bazarê dikin û dixwazin koka kurdan biqelînin. We xêr e? Destpêkê we eslê xwe înkar kiriye, we li kurdbûna xwe xiyanet kiriye û we ji xwe re gotiye ‘tirk’. Yanî tirkbûna we sexte ye, xweînkar e.

Li rojavayê Kurdistanê rojên girîng tên jiyîn. Pêdiviya gelê Rojava bi serkeftinê heye. Wateya serkeftinê dîtina çareseriyeke domdar û mayinde ya bidestxistina mafên gelê kurd ên bingehîn e. Ev maf çi ne? Di serî de mafê misogerkirina jiyanê ye. Jiyana gelê kurd hîn jî di bin xetareya mirin, girtin û sirgûnkirinê de ye. Ji aliyekî ve dewleta tirk, ji aliyekî ve hikûmeta Colanî û çeteyên tev lê bûne her roj gefa tinekirinê li gel dixwin.

Roja terorîstên DAIŞê hatin Rojhilata Navîn û êrîş birin ser kurdan, divê kurd rabin û rûnên û dua bikin, ku hêzeke wan a birêxistinkirî ya çekdar hebû û li Kobanê pişt li wan cinawiran şikand û gelê kurd ji qirkirineke berfireh parast. Ji bo wê hebûna hêzeke çekdar a kurdan pir girîng e. Divê kurd baş zanibin ku roja li Rojava çekên xwe deynin, hîn şev nebûye sibeh wê ji her çar aliyan ve çete û terorîstên bi ser Tirkiye, Sûriye û Îranê ve êrîşî malên kurdan bikin, ên bi dest bikevin bikujin, ên bifilitin wek xenîmet ji xwe re bibin û li bazaran wek kole bifiroşin, mal û milkên kurdan jî talan bikin.

Niha tişta dewleta tirk ji kurdên Rojava dixwaze ev e: “Xwe bêçek bihêle, bila çeteyên xwînxwar werin te tune bikin û tirk û tirktî bijî.” Çima tu dixwazî kurd bimirin û tune bibin? Li şûna wê dawî li vê tirktiya xwînxwarê gelan bîne û wê tune bike, da ku gelên li herêmê û cîhan tev hilmeke xweş bistîne.

Tirktî bûye bela serê vî qirnê 21ê. Li ku derê tevliheviyek hebe, tiliya dewleta tirk tê de ye. Serokê artêşa Lîbyayê vexwandin û di rê de dan kuştin. Bahçelî bixwe dibêje, guman di vê ketinê de heye. Wateya wê ev e: Tiliya dewleta tirk tê de heye.

Hakan Fîdanê serokê Saziya Îstixbarata Millî (MIT), kirin wezîrê derve yê Tirkiyê, ku qaşo li cîhanê ji bo dewletê karûbarên dîplomasiyê bike. Lê biqasî diçe Şamê, ewqasî naçe nav  mala xwe. Çi îşê te her roj li Şamê heye? Çi roja were Şamê jî, çeteyên bi ser Tirkiyê ve yan wê li Helebê, yan li dor bendava Tişrînê, yan li ciyekî din êrîşî destekeftiyên kurdan bikin û ew ê jî bi hewtehewt bibêje “Divê kurd xwe bêçek bikin.”

Bila dewleta te xwe bêçek bike. Ma ne hûn dixwazin kurd bi we re li hev werin û dest ji çekan berdin, wê demê fermo hûn jî çekên xwe kêm bikin. Leşkerên we yên Kurdistan dagir kiriye bi paş ve vekişînin. Heta doh we digot, Beşar Esad zilmê li gelê xwe dike û we ew ji xwe re kiribû neyar. Niha zilamê we bermayiyê DAIŞê hat ser şiyandariyê (desthilatdariyê), her roj hûn hev hembêz dikin, maç dikin, pişta hev miz didin, wê demê desthilatdariyê bispêrin hevalbendê xwe û ji axa Rojava leşkerên xwe derxînin. Na! Tê hem pişta Colanî miz bidî û hem Rojava dagir bikî û hem ji kurdan bixwazî çekên xwe berdin û xwe bikin leşkerên Colanî.

Du kurdên xwefiroş hatine Şamê, li ser xwîna kurdan bazarê dikin û dixwazin koka kurdan biqelînin. We xêr e? Destpêkê we eslê xwe înkar kiriye, we li kurdbûna xwe xiyanet kiriye û we ji xwe re gotiye ‘tirk’. Yanî tirkbûna we sexte ye, xweînkar e. Ji bo wê jî dijminatiya we ya bi qewmê we re dijwar e, tûj û hişk e. Ji bo li nav civaka tirk bikaribin cihekî ji xwe re çêbikin, di dijminatiya kurdan de dikevin pêşbirkê. Îbrahîm Kalin ji aliyekî ve, Hakan Fîdan ji aliyekî ve rêya Şamê kiriye pîkola garanê. Sedem? Bila kurd xwe bêçek bikin? Çima? Ji bo çete bikaribin bi hêsanî qira kurdan bînin. Ji bo çi? Gava kurdbûn nemîne wê tirkbûn xurt bibe. Ji bo wê kurdan bêçek bikin, qir bikin, tune bikin, bêmaf bihêlin, da ku tirkbûn xurt bibe. Stratejiya dîplomasiya Hakan Fîdan û dewleta tirk ev salek e, li ser vê yekê tê birêvebirin.

Ew bixwe rojane bi Îsraîlê re, bi Amerîkayê re, bi Rûsya re, hema bêje bi herkesî re di nav diyalog, danûstandin, bazirganî û têkiliyan de ne. Lê eger dewletek ji cîhanê silavekê bide kurdan, qiyametê radikin û kurdan bi hevkariya wê dewletê tawanbar dikin û dixwazin li ber çavên gelê xwe xerab nîşan bidin. ‘’Weyyy çima kurd xwe nêzî Îsraîlê dikin?’’ Ê bazirganiya te ya bi Îsraîlê re bi milyar dolaran e. Ew ji bo berjewendiya Tirkiyeyê ye û dikare bibe, lê divê kurd nekevin nav vê têkiliyê, da ku bê pişt bimînin. Mînakên wiha bêsînor in.

Ger îro li Rojava aramî çênabe, sedema sereke dîplomasiya nijadperestî ya dewleta tirk e. Divê dewleta tirk dev ji vê dîplomasiya qirêj berde. Tu yê rabî ji bo Qibrisa ku te ew dagir kiriye çareseriyeke dudewletî bixwazî, lê xweseriya li Rojava ji bo xwe wek xetareya mirin û mayinê bi nav bikî. Bi kurdî dibêjin, “Diya te çima sê çar zarokên din wek te wisa qurnaz çênekirine?” Çima her tişt ji we re mubah e, çima ji kurdan re guneh e?

Kurd wê bibin xweser jî, kurd wê azad jî bibin, kurd wê bibin serbixwe jî, kurd wê bibin xwedî çek û firoke jî, kurd wê bibin xwedî pergal û serwer jî û tu jî dixwazî biteqe û dixwazî serê xwe li dîwaran bixe!!! Ev kurdên niha ne ew kurd in ku te şandin Lozanê, vê yekê êdî ji bîr bike. Li Bakur; divê tu zagonên hebûna kurdan red dikin biguherînî û ji hebûn û mafên kurdan re rêzdar bî û vê yekê bi zagonên nû misoger bikî.

Li Rojava; divê tu destê xwe yê bixwîn ji wir bikişînî, her roj wek pîra gazindokî nebezî neçî Şamê û giliyê kurdan li ber Colanî nekî. Colanî nikare xwe bi rê ve bibe, wê çawa kurdan bi rê ve bibe? Amerîka doh jê re got here Şamê li cihê Esad rûnê, ew jî çû rûnişt, sibe Amerîka dikare bibêje, ji wir rabe û ew ê rabe, wê demê tu yê çi bikî?

Ger hiş û aqil bi te re mabe, dev ji dijmintiya li kurdan berde, leşkerên xwe ji Rojava vekişîne, bihêle bila kurd xweser, azad û bêtirs li Rojava pergala xwe saz bikin, parastina xwe bi pêş de bibin û deriyan veke bi kurdan re dest bi bazirganiyê bike, danûstandina mirovî bi pêş de bibe. Ev sed salên te bi hovane derbas kirin li paş xwe bihêle û di vê sedsalê de bi kurdan re êdî dest bi têkiliyên mirovî bike. Bila kurd bi ser bikevin, ku tu jî ji vê serkeftinê nesîbê xwe bistînî, yan na êdî kurd jî wê nikaribin te ji têkçûna biharê rizgar bikin.