31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Abdullah Ocalan stranekî nû hat çêkirin

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê “Roja Me” stranekî nû bi klîb hat weşandin.

Strana bi navê “Roja Me” ku gotin û muzîka wê ya hunermend Rotînda ye û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin, ji aliyê hunermenda Kurd a Qazaxistanê Berfîn Memedova ve hat stirîn. Klîba stranê ya ku ji aliyê Tarik Demîr ji Med Production ve hatî kişandin, vê êvara li ser hesabê Youtube ya Med Hunerê hat weşandin.

Peyvên strana “Roja Me” wiha ye:

“Temirandin agirê jînê

Tarî xistin ser jiyanê

Kole bimîne jin wek berê

Te dûr xistin ji civakê

Birîn reng û dengê gelan

Ditirsin ji felsefa te

Ditirsin ji hebûna te

Ditirsin ji sekna te

Gel bi te şiyar bû

Milyonan da du te

Nûha cihan te nasdike

La la labo jiyanek azad

La la jin li pêş têdikoşe

La la serkeve hêza me

La la la

Hêzên tarî tev bûne yek

Dikin şerê ronahiyê

Tirsa wan hêza gelane

Lê gel bi te bawere

Li cîhanê belav bû dengê te

Azade mejûyê te

Azade fikrê te

Azade cîhana te

Nûha cihan te nasdike

Dixwîne felsefa te”