Kampanya “Na ji cezayê darvekirinê re ya Rojên Sêşemê” di hefteya 101emîn de ye. Bi vê wesîleyê kampanyayê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di meha kanunê de 96 girtiyên li girtîgeha Wekîl Abadî ya li Meşhed hatine darvekirin û hat gotin: “Li du girtiyên siyasî yên kurd yên bi navê Mehrab Ebdulzade û Yunis Bexşî, cezayê darvekirinê hatiye birîn.”
Li gorî daxuyaniyê 2 roj in xelkê Tahranê dijî zordariya hikûmetê li qadan e û hat gotin: “Ev xwepêşandan belavî gelek bajarên din jî bûye. Herwiha dewleta darveker, pêvajoya bêdengkirin û darvekirinê ya ji bo rêgirtina li raperînê berfirehtir kiriye.”
