31 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hikûmeta veguhêz derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir

Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê îro saet di navbera 11.00an û 12:00an de êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.

Hat ragihandin ku êriş bi dronên kamikaze hatiye kirin û di encamê de zerarên madî çêbûn.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê saet 16.00an bi top û çekên giran derdora avahiya li Bendava Tişrînê topbaran kir û di encamê de 3 şervanên wê birîndar bûne.