Saziyên Zimanê Kurdî têkildarî mitînga Hêvî û Azadiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê, ku wê 4ê Çileyê li Qada Stasyonê ya Amedê bê lidarxistin. Saziyên ziman bi hemwextî li Amed, Wan, Şirnex û Enqereyê daxuyaniya hevpar dan û banga beşdariya mitîngê li gel kirin.
Daxuyaniya li Amedê li avahiya Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî (KOZA-DER) hate dayîn. Endamên û rêveberên saziyên zimanê kurdî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê bi kurmancî hevserokê KOZA-DERê Murat Bîlgîç û ya kurmanckî jî hevseroka MED-DERê Şukran Yakut xwend.
Metna daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye: “Ev demeke di pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd de, bi hewldanên hemû derdorên azadîxwaz, demokratîk û aştîparêz pêvajoyeke avakirina civateke demokratîk û aştiyeke birûmet di rojevê de ye.
Bêguman, ji bo ku civateke demokratîk bê avakirin û aştiyeke birûmet a mayînde bê sazkirin berî her tiştî divê pergaleke demokratîk bê sazkirin. Rêya vê yekê jî, berê her tiştî di azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û hemû dîlgirtiyên polîtîk û ji qebûlkirina hemû mafên me kurdan ên herî xwezayî, civakî û neteweyî re derbas dibe; ku ji bo vê jî divê hemû pêwistiyên hiqûqî û siyasî bên bicihanîn. Bi taybetî jî divê statuya zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî bê qebûlkirin û pêkanîn.
Helbet ji bo ku ev yek jî pêk bên divê em hemû kurdên azadîxwaz û derdorên aştîparêz têkoşîna xwe li her qadê bilindtir û berfirehtir bikin.
Baş tê zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina mafên herî xwezaayî, neteweyî û civakî yên kurdan rasterast têkildarî hev in. Azadiya Rêber Ocalan di heman demê de azadiya zimanê kurdî û nirxên kurdan e. Ji ber vê yekê divê azadiya Rêber Ocalan a fizîkî pêk bê.
Bi vê armancê 4ê çileyê, li Amedê, Mitînga Hêvî û Azadiyê tê lidarxistin.
Em bang û gazî li hemû partî, sazî û derdorên kurd, demokratîk û aştîxwaz, bi taybetî jî bang û gazî li hemû derdorên kurdîparêz û gelê xwe dikin ku bi coşeke mezin beşdarî mitîngê bibin, ji bo civateke azad û aştiyeke birûmet dengê xwe bilind bikin.”
