30 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Bila sala nû nebe sala şer

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê têkildarî sala nû peyamek şand û got: "Sala nû bila bibe sala aştiyê, bila nebe sala şer.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya sala nû, geşedanên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û cîhanê diqewimin peyamek ji Girtîgeha Îmraliyê şand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyamê şandiye de ji ber şer, pevçûn, hilweşîn û têkçûnên civakan hişyariyan dike û ji bo aştî, demokratîkbûn û lihevkirina gelan pêşniyaran rave dike.

Peyama sersalê ya bi sernavê, “Sala Nû; Bila Nebe Sala Şer, Bila Bibe Sala Aştiyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:

“Em dikevin saleke nû. Em neçar in ku bînin bîra xwe; seranserî sedsala ku me derbas kir, êrişên emperyalist û nijadperest di nav hev de li pêş ketin û Rojhilata Navîn xistin nav şer û pevçûnên dijwar. Ev şer rê li ber hilweşandin û rûxandinên civakî vekir. Îro li herêmê mezhebperestiya ku pêk tê û hemû netewperestiya nijadî, hemû kokên xwe ji vê dîroka tije ya nêz û bi êş digire. Mixabin ku pergala hegomonîk, bi stratejiya “dabeş bike, bi rê ve bibe û navtêdanê bike” bi awayên cuda tê berdewamkirin.

Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk li pêşberî me disekine

Tam jî ji ber vê yekê tevî hemû zor û zehmetiyan, perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk ku me li pêş xist tenê ne tercîhek e, bi awayekî neçariyeke dîrokî ye ku li pêşberî me disekine. Heke ev perspektîf rast were famkirin û were nirxandin, dê pêşî li şer û pevçûnan bigire û li dijî vê yekê jî dê hemû netew bi awayek wekhev û jiyanek azad bi hev re bijîn. Heke yekîtiya gelan çêbibe dê ev bibe jehrkuja lii dijî şer û pevçûnan. Serdema pêşiya me berpirsiyariyek me ya dîrokî û bingehîn heye; ev jî ew e ku em dikaribin pêşî li şer û pevçûnan bigirin û em ê li pêşiya encamên felaketî bigirin.

Krîzên li Rojhilata Navîn

Li Rojhilata Navîn krîzek dijwar heye û şerên polîtîk hene. Ev jî berdewamiya despotîyek hezar salane ku heta îro tê. Ev jî ji ber feraseta şaristaniya dewletparêz ku li ser desthilatê xwe bi rê ve dibe derdikeve holê û xitimî ye û encamek ku nikare xwe bidomîn e.

Pirsgirêka Kurd di navenda van krîzan de cih digire. Çareseriya pirsgirêkê jî dikare bi aştiyek civakî û lihevkirinek demokratîk pêk were. Pirsgirêk ne bi rêbazên pevçûn, şer, leşkerî û ewlekariyê lê dikare li ser zemînek demokratîk ku îradeya gelan esas ji xwe re digire were çareserkirin û bi vî awayî were destgirtin girîngiyek jiyanî ye.

Heta ku jin azad nebin civak jî azad nabe

Divê em ji bîr nekin heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe, ev ne mimkûn e. Heta ku pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêrsalar neyê çareserkirin, çanda şer bi dawî nabe û aştî jî mayînde nabe. Ji ber vê yekê ez azadiya jinan, wek avakarê civaka demokartîk û rêgeza jêveneger digirim dest.

Girîngiya bicihanîna Peymana 10ê Adarê

Li Sûriyeyê jî tabloyek kaotik derketiye holê. Pirr bi awayekî eşkere li benda çareseriyek demokratîk e û vê hewcedariyê dixwaze. Feraseta rêveberiya ku bi salan xwe li ser yekperestiyê, zext û înkarkirina nasnameyan bi rê ve bir; êdî ne mimkûn bidome û ev yek daxwaza wekhevî û azadiya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan bi hêz kiriye. Di navbera HSDê û rêveberiya Şamê de Peymana 10ê Adarê hatibû îmzekirin, di çarçoveya vê peymanê de daxwazên ku tên ziman, modelek siyasî ya demokratîk e ku hemû gel ango netew bi hev re xwe bi xwe bi rê ve bibin. Ev nêzîkatî dikare bi rêveberiya navendî re muzakere bike û zemînek entegrasyona demokratîk di nav xwe de bihewîne. Bicihanîna Peymana 10ê Adarê dê pêşî li pêvajoyê veke û di heman demê de li pêş bixe.

Li dijî şoreşa neyînî, şoreşa erênî

Dîroka Rojhilata Navîn a modern, bi giranî dîroko ‘şoreşên neyînî’ ne. Şer, zordarî, înkar û hilweşîn… Li hemberî vê yekî jî pêşniyara me ‘şoreşa erênî’ ye. Anku ji nû ve avakirina civakê ya bi şêwazên demokratîk, aştiyane û exlaqî. Aştiya ku em bi israr diparêzin ne encamek e, divê bibe destpêkek ji nû ve. Û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya di nava aştiyê de tê meşandin dê kîn, dijbertî û hêrsê ji holê rake û ji bo her kesê deriyê jiyaneke nû vebike.

Bi vê zanebûnê sala nebe ya şer hilweşîn û cihêkariyan, hêvî dikim ku bibe sala îradebûna avakirina lihevkirina demokratîk, aştiyê û bi hev re bikim îradebûna hevpar a avakirina paşeroja gelan.

Daxwaza min ew e ku sala nû li Tirkiye, Rojhilta Navîn û cîhanê, rê li ber aştî azadî û paşerojeke demokratîk veke. Di serî de sala gelên ku têdikoşin, ez sersala hemû dostan pîroz dikim.

Hêvî dikim ku sala nû ji bo tevahiya gelê me aştî û jiyaneke birûmet bîne, heskirin û silavên xwe radigihînim.

Dê ev dem bi azadiya jinê ve xurt bibe, di nav aştiyê de gel dê bi demokratîkbûnê ve bibin yek.

30yê Kanûna 2025an

Abdullah OCALAN

Îmrali.”