Bêguman gelek mijar hene ku mirov li ser binivîse û serê xwe pê re biêşîne. Lê mixabin zimanê êrîşkar ê rayedarên Tirkiyeyê pêşiya van mijaran digire. Ji lewra jî ez ê di vê nivîsê de li ser zimanê êrîşkar ê rayedarên dewletê binivîsim. Bêguman ev zimanê êrîşkar ê rayedarên dewleta tirk li hemberî kurdan her tim li ser kar bû. Lê ji ber ku pêvajoya aştiyê heye, zimanê wan ê êrîşkar bêhtir li ber guhê me dikeve. Ji ber ku rayedarên dewletê vî zimanê qirêj bi kar tînin, bêguman civaka Tirkiyeyê jî bikaranîna vî zimanê qirêj û êrîşkar wekî mafekî ji bo xwe dibîne. Mirov kîjan hesabên medya dijîtal ên nijadperestên tirk bimeyzîne, mirovê bibîne ku li kurdan heqaret an jî dijûn kirine. Ev yek êdî bûye ji rêzê û rojane. Bêguman ev zimanê li dijî kurdan ji avakirina dewleta tirk heta roja îro kêm nebûye. Lê bi çalakbûna medyaya dijîtal re ev yek bêhtir dîtbar bûye. Ango êdî zimanê êrîşkar û qirêj ê rayedarên dewleta tirk bûye zimanê kolektîf ê civaka tirk. Ji ber ku avakirina dewleta tirk heta roja îro heman heqaret û bêrûmetkirina kurdan li hemberî kurdan weke neqaratên stranan di devê hemû rayedarên dewleta tirk de dubare dibin. Di encama dubarekirina van heqaretan de kolektîfbûna civakê zêde bûye û gihîştiye asta herî jor.
Ji ber ku ev heqaret û bêrûmetkirina kurdan polîtîkayeke sereke ya rayedarên dewletê ye, ew ti carê kêm nebûne û her bêsiza hatine hiştin. Bêsizahiştina van heqaretan rêyên vî zimanê qirêj her tim vekirî hiştine. Hûn lê nemyzînin ku çend rayedar derdikevin û van kesan şermezar dikin. Ew bixwe di nav heqaretan de cihê xwe digirin û di bin simbilan de dikenin.
Ji ber ku ji avakirina dewleta tirk heta roja îro nasnameya kurdî tune hat hesibandin, heqaretkirin û bêrûmetkirina kurdan jî hêsan bû. Her wiha dema nasnameya kurdan hat qebûlkirin jî wekî pirsgirêkeke ewlehiyê hat dîtin. Lewra heqaretkirin û bêrûmetkirina nasnameya kurdî rewa hat/tê dîtin.
Jiberkirinên nijadperestên tirk li hemberî kurdan ti deman nayên guhertin. Bêguman ne tenê jiberkirinên nijadperestan, ên piranî tirkan li hemberî kurdan bi heman awayî ne. Li ser meseleyê hema hema hemû tirk dibêjin ku kurd fatûreyên ceryanê nadin. An jî dibêjin ku di her maça Amedsporê de marşa neteweyî ya tirkiyeyê tê protestokirin. Qalib û fikrên şaş ên li ser kurdan bi awayekî rêkûpêk tên fêrkirin û belavkirin. Li hemberî van agahiyên şaş jî rayedarek dernakeve û nabêje ku ev yek şaş e. Ango li ser van şaşiyan bêdeng dimînin, jixwe bêdengmayin di esasê xwe de erêkirin e.
Ji vî zimanê êrîşkar û qirêj ê rayedarên Tirkiyeyê bêhna serdestiyê difûre. Ji ber ku xwe serdest û kurdan jî bindest dibînin, mafê heqaretê di xwe de dibînin. Lewra li ser çand, ziman, nasname û dîroka kurdan çi tê ber devênwan texsîr nakin û vedireşin.
Wezîrê perwerdehiyê derdikeve û dibêje kesên bixwazin bila di qursan de fêrî kurdî bibin. Kîjan qurs wê têra zimanê 20 milyonî bikin? Jixwe ya kambaxtir parlemeterên CHPê derdikeve û dibêje ku ‘’li vî welatî gelê kurd tune ye’’. Ji van mînakan jî diyar dibe ku partî û fikr çi dibe, nêzîkahiya nijadperestan li hemberî maf, hebûn û xwebûna kurdan bi heman awayî ye. Hemû amûrên îdeolojîk ên dewleta tirk xizmeta vî zimanê qirêj ê rayedaran dikin. Lewra di nav civakê de wekî zimanekî asayî û rewa tê dîtin. Li ser meseleyê siyasetmedarekî tirk di weşana zindî ya televîzyonên tirk de bêyî ku bifikire heqaretê li nasnameya civakên din dike û bi taybetî jî li kurdan dike, RTUK ti bertekan nîşan nade û ji nedîtî ve tê. Ev yek hêzê dide belavkirina vî zimanê qirêj.
Min di nivîseke xwe ya berê de nivîsandibû ku nijadperestî ne nexweşî ye. Bêguman ji van bûyerên dawî jî derket holê ku ev hevokeke rast e. Tirk nijadperestiyê bi dilxwazî dikin û vê yekê wekî polîtîkayeke serdestiyê bi kar tînin. Ji ber ku xwe serdest dibînin, lewra hesasiyetên tirk û tirkîtiyê esas digirin, berevajiyê vê hesasiyetên kurdan li ber çavan nagirin.
Heke li welatekî din bi awayekî kolektîf nasnameyek ji hêla siyasetmedarekî ve hedef bê girtin, bêguman partiya wî siyasetmedarî di demeke kurt de hemû rêbazên dîsîplînê dike meriyetê. Her wiha li welatên din nijadperestî bi awayekî zelal tê pênasekirin û wekî sûc tê qebûlkirin. Lewra bi awayekî hêsan kesek nikare nasnameya civakekê bi aşkere hedef bigire. Li Almanyayê nijadperest an jî Nazî bi awayekî aşkere nikarin xebatên nijadperest bikin an jî pesnê nijadperestiyê bidin. Lê belê nijadperestên Tirkiyeyê bi her awayî nijadperestiya xwe diparêzin û faşîzma xwe bi lêv dikin. Li ser meseleyê alîgirên Bursasporê li hemberî Leyla Zana zimanekî qirêj bi kar anî, lewra kurdan li hemberî vê bertek nîşan da. Li ser vê yekê ji CHPyan bigirin heta Zafer partiliyan piştgiriya xwe ya bi Bursasporê re aşkere kir. Dema mijar dibe kurd hemû partiyên siyasî li ser heman xetê kom dibin û kurdan wekî dijminên hevpar nîşan didin.
Bikaranîna vî zimanê qirêj li hemberî kurdan bêyî bê sizakirin her tim hat xelatkirin, li ser meseleyê piştî heqaretên Bursasporê, Bursaspor wekî qehreman hat îlankirin û ji aliyê gelek kesan ve ji bo Bursasporê pere hat komkirin û reklama sponsora Bursasporê bi awayekî aşkere hat kirin.
Di bikaranîna vî zimanî de pêvajoyeke demdirêj heye. Di bingeha vê de jî polîtîkayên bişaftin, tunehesibandin û înkarê hene. Bi vê yekê nasnameya kurdî tê krîmînalîzekirin û civaka kurdî bi awayekî kolektîf tê sizakirin. Ev yek ji rayedarên dewletê ber bi civakê ve tê kirin. Ango dewlet vê yekê bi zanebûn û bi hişmendiyeka hevbeş dike. Lewra heke rayedarên dewleta tirk naxwazin ku kurd ji dewleta Tirkiyeyê veqetin, divê di serî de zimanê xwe û civaka xwe yê di derheqê kurdan de biguherînin. Ji bo vê jî ji perwerdehiyê bigirin heta televîzyonan hemû amûrên xwe dixin bin xizmeta zimanê wekhevî, aştî û demokrasiyê. Heke vê yekê nekin wê ti carê kurd dewleta Tirkiyeyê qebûl nekin.
