30 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Girtîgeh bûye navenda îşkenceyê

Di rapor û belgeyan de tê dîtin ku girtîgehên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bûne navenda îşkenceyê. Girtiyên nexweş nayên dermankirin, girtiyên ku cezayên wan xelas bûne jî nayên berdan.

Li gorî rapora komîsyona navendî ya ÎHDê ya 7ê nîsana 2025an, li hemû girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 335 girtî rewşa wan pir giran e û divê demildest bên berdan. 230 girtî bi tena serê xwe nikarin bijîn. Divê li nexweşxaneyên taybet bên dermankirin. Li gorî rapora MED TUHAD-FEDê ya hezîranê li seranserî welat ji 115 girtîgehan nêzî 3 hezar û 500 girtiyan serlêdan kiriye. 631 girtiyên nexweş serî li MED TUHAD-FEDê daye. Li gorî raporê; 359 girtî berdana wan tê astengkirin. 200 girtiyên ji Rojava û Rojhilat hene. Lê ji ber ku ji statuya hemwelatiyê bêpar in; ji temînkirina parêzeran heta hevdîtinên bi malbatan re, ji her mafên xwe yên sereke bêpar in. 400 girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin.

Girtiyên nexweş nayên dermankirin

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Îzmirê Nazli Turan, bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehên herêma Egeyê û got: “Zext û binpêkirinên li girtîgehên Egeyê ji herêmên din ên Tirkiyeyê ne cudatir e. Şaxa ÎHDê ya Îzmirê gelek serlêdanên têkildarî binpêkirina mafên girtiyan werdigirin. Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Girtî dema diçin nexweşxaneyê tên astengkirin. Wan bi kelepçeyan mueyne dikin. Derman û xwarina ku pêdiviyên wan pê heye, nadin wan. Ev nexweşiyên kronîk zêde dike. Mafê girtiyan ên ragihandinê tên binpêkirin. Bi awayekî keyfî nameyên girtiyan nadin wan. Girtiyan ji malbatan dûr dixin. Sewqî girtîgehên dûr dikin. Girtiyan tecrîd û îzole dikin. Zêdeyî kapasîteyê girtiyan di menzelan de didin ragirtin. Mafên girtiyan ên civakî û sporê asteng dikin. Rastî lêgerînên keyfî tên.”

Parêzer Nazli Turan bi bîr xist ku hemû binpêkirinên mafan nayên dîtin û wiha axivî: “Qanalên ragihandina derve bisînor in. Girtî nikarin hemû binpêkirinên mafan bi raya giştî re parve bikin. Tenê dikarin bi rêya parêzer û malbatan balê bikişînin ser binpêkirina mafan. Girtî heta ku binpêkirina mafan bi saziyên civakî, parêzer, malbat û rêxistinên mafan re parve dikin gelek zahmetiyan dijîn. Nameyên girtiyan têne sansurkirin an jî astengkirin. Hin girtî jî newêrin qala binpêkirina mafan bikin. Dema balê dikişînin ser binpêkirina mafan, rastî cezayê dîsîplînê tên. Ev binpêkirinên mafan bi israra hewldana parêzer û malbatan tên dîtin û xuyakirin.”

Nazli Turan bal kişand ser têkoşîna li dijî binpêkirina mafan û wiha pêde çû: “Her serlêran û agahiya der barê binpêkirina mafan de em lêkolîn dikin. Belge û raporan kom dikin û têkildarî van binpêkirinan em serî li rayedarên eleqeder didin.”

Nazli Turan li ser encama têkoşînê jî rawestiya û wiha domand: “Em di gelek serlêdanan de encam werdigirin. Hin serlêdan û hewldanên me bêcam dimînin. Lê ji bo parastina mafan hewldanên me didomin. Serlêdanên ku em ji wan encamê werdigirin hêvî û têkoşîna me xurttir dikin.”

Nazli Turan der barê hewldanên Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê de jî û wiha got: “Komîsyona meclisê jî venêrtinê dike. Lê venêrtinek xurttir û bi rêk û pêktir ku encamê dide şert e.”

Nazli Turan, li ser tişta ku malbat û parêzer bikin jî rawestiya û got: “Divê hiqûqnas hemû binpêkirinên mafan ku derdikeve pêşberî wan belge bike. Divê bêyî ku dereng bimîne serlêdanên hewce bike. Divê malbat bi parêzeran û saziyên sivîl re bi rêk û pêk di nav temasê de be. Çiqas malbat bi parêzer û saziyên civakî re di nav temasê de be bêtir encamê werdigire.”

Nazli Turan herî dawî rewşa girtiyên nexweş jî bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Hefteyên borî ÎHDa Îzmirê bal kişand ser girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim. Mehmet Saît Yildirim 74 salî ye û 30 sal in girtî ye. Di lîsteya girtiyên nexweş de ye. Lijneya Çavdêriya îdarî cara duyemîn berdana wî taloq dike û nayê berdan. Ji ber poşmaniyê qebûl nake berdana wî taloq dikin. Divê serbet bê berdan. Lê nayê berdan.”