29 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Hevdîtin bi hikûmeta Şamê re hat taloqkirin

Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz a ku dihat payîn îro bihata kirin, hat taloqkirin

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku serdana biryar bû ku fermandarê Giştî ya HSDê Mazlûm Ebdî û şandeya dan û standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (29 kanûn 2025) li Şamê pêk anîbana, ji ber sedemên teknîkî hat taloqkirin.

HSDê ragihand ku ji ber hazirtiyên lojîstî û teknîkî yên girêdayî serdanê, serdan hat taloqkirin û  got; “Dê demên pêş de lihevkirineke bi aliyên têkildar re li ser diyarkirina dema hevdîtinê çêbibe.”

HSDê diyar kir ku taloqkirin tu guhertinê di rêgeha lihevkirinê û armancên wê yên pêşkêşkirî yên der barê peymana 10ê Adarê de çênake.