29 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya civakê ye’

Endamê meclisa Partiya Herêmên Demokratîk DBPê parêzer Bunyamîn Şeker diyar ku ew di mitînga Amedê de li benda sedhezaran kesî ne û got: “Em ê bi dirûşma ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Min e’ 4ê çileyê saet 12:00an li qada Îstasyonê ya Amedê mitînga herêmî li dar bixin û li benda sedhezaran kesî ne.”

Di 10ê cotmeha 2023yan de bi pêşengiya rewşenbîr, hunermend, akademîsyen û alîgirên Tevgera Azadiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kampanyayek hat destpêkirin. Ev kampanya hê jî li gelek welatên biyanî bi çalakiyên cihêreng berdewam e. Li her çar aliyên Kurdistanê jî, bi taybetî li Bakur, gelek çalakiyên cuda; meş, mitîng, komxebat û konferans hatin lidarxistin.

Her wiha, bi pêşengiya Dem Partî, DBP û TJAyê, komeke ku ji 75 kesan pêk dihat, ji 1ê sibatê heta 15ê sibata 2024an bi dirûşma ‘Em ji bo Azadiyê Dimeşin, Dem Dema Azadiyê ye’ li ser xetên Botan û Serhedê, bajar bi bajar geriya û bi gel re civîn û hevdîtin pêk anîn. Tevgera Jinên Azad TJAyê jî, 29ê îlona 2025an, bi dirûşma ‘Em bi Hêviyê ber bi Azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê heta Enqereyê meşiya.

Herî dawî jî, 4ê çileya 2026an, tê payîn ku bi tevlîbûna bi dehhezaran mirovan li qada Îstayona Amedê mitînga mafê hêviyê bê lidarxistin.

Em der barê mitînga mafê hêviyê ya ku dê, 4ê çileya 2026an, li Amedê were lidarxistin, endamê meclisa Partiya Herêmên Demokratîk DBPê parêzer Bunyamîn Şeker re axivîn. 

Hûn ê li Amedê mitîngekê li dar bixin. Dirûşm û armanca mitînga we çi ye?

Em bi dirûşma ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Min e’, 4ê çileyê saet 12:00an, li qada Îstasyona Amedê mitînga herêmî li dar bixin. Armanca mitîngê jî azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo ku dewlet biryara mafê hêviyê bike meryetê, em vê mitîngê li dar dixin û em hemû xebat û amadekariyên xwe jî bi vê armancê dikin. Mitîng ji navê jî diyar e; ‘Mitînga Hêvî û Azadiyê’.

Mebest ji ‘mafê hêviyê’ çi ye? Wek hiqûqnasekî hûn dikarin vê mijarê binirxînin?

Mafê hêviyê nîqaşeke îro nîne. Sala 2014an Dadgeha Mafên Mirovan (DMM) der barê  biryareke xwe ya ji bo azadiya Birêz Ocalan de got: “Kesekî girtî heta dawiya emrê xwe ne pêkan e ku li girtîgehê bimîne û ev binpêkirina mafên mirovan e. Mayina kesekî heta dawiya emrê xwe li girîgehê, îşkence ye û li dijî peymana mafên mirovan a navneteweyî ye. Pêwîst e dewlet mekanîzmayekê saz bike û di wê mekanîzmayê de kesên ku cezayên giran girtine bizanibin ku dê rojekê ji girtigehê derbikevin, tevlî jiyana azad a fizîkî bibin û wê bikaribin li nav cavakê bijîn.” DMMê piştî vê biyara mafê hêviyê, ji bo Tirkiyeyê çend biryarên din jî wergirtin, lê mixabin ew jî ji aliyê Tirkiyeyê ve careke din hatin îhmalkirin. Ango ji 2014an ve û heta niha ti gaveke şênber nehatiye avêtin. Ev du sal in saziyên sivîl ên wek ÎHD, OHDê û saziyên hiqûqê ji bo mafê hêviyê serî li Konseya Wezîrên Ewropayê da. Ji ber ku Tirkiye jî aligireke vê konseyê ye. Her wiha Konseya Ewropayê serlêdana saziyên hiqûqê qebûl kir û biryara mafê hêviyê ji nû ve nirxand û ji bo pêkanîna biryara mafê hêviyê jî dem da Tirkiyeyê. Konseyê ji Tirkiyeyê re got ku divê tu mekanîzmayekê saz bikî û di wê mekanîzmayê de kesên xwedî cezayê giran ên muebetê, tev bên berdan. Her çiqas destêkê ev biryara mafê hêviyê ji bo Birêz Ocalan hatibe dayîn jî, ev biryar ji bo hemû girtiyên xwedî cezayên giran derbasdar e. Lê niha li Tirkiyeyê li hemû girtîgehan lijneya çavdêriyê ya îdarî û zagona înfazê hatiye avakirin. Dewletê qaşo ev wek mekanîzmayekê saz kiriye. Lê mekanîzmaya ku Konseya Ewropayê dibêje û ya ku îro li Tirkiyeyê hatiye sazkirin ne heman tişt in û li vir binpêkirina mafên mirovan zêde heye. Lijneya çavdêriyê ya îdarî û zagona înfazê ku Tirkiyeyê ew saz kiriye, wek dozgeriyê tevdigere, bi sedan kesan bi hinecetên cuda ceza dikin. Ango bi biyarên vê mekanîzmayê mafê azadiya girtiyan tê astegkirin; înfazên wan tên şewitandin, tehliyeyên wan tên taloqkirin. Ev jî fikarên ku me gelek caran anîbûn ziman piştrast dike. Wek hiqûqnasan me gelek caran nirxandin û me serî li gelek cihên cuda da. Her wiha Konseya Ewropayê ji bo mafê hêviyê careke din dem da Tirkiyeyê ku mekanîzmayeke şênber û pratîze bibe saz bike. Lê mixabin heta niha jî gaveke şêber û berbiçav nehatiye avêtin.

Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bandoreke çawa li ser gelan bike?

Bi rastî divê hinek tişt rast werin xwendin û şîrovekirin. Kesek nikare azadiya Rêber Ocalan tenê wek azadiya kesekî bibîne û pênase bikin. Em behsa azadiya rêberê gelekî dikin. Ew ne kesekî bi serê xwe ye, ew êdî kesayetekî gerdûnî ye. Divê ev wiha were xwendin û nirxandin. Ji ber vê yekê nêzîkatiya dewletê jî li gor vê tê guhertin. Divê dewlet di demeke nêz de vê nêzikatiya xwe biguherîne. Em hemû dizanin, 27ê sibatê, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Rol û misyona Birêz Ocalan a di vê pêvajoyê de careke din derket holê ku ji bo aştiyeke mayinde çiqas girîng e. Birêz Ocalan ji 1999an vir ve, 26 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ji bo aştî û azadiya kurd û Kurdistanê, hem jî ji bo tavahiya gelan û bi taybetî jî ji bo Rojhilata Navîn bi her awayî rol û misyona xwe dilîze. Her wiha di vê pêşavoyê de derket holê ku badora wî hem li ser gelan û hem jî li ser dewletan heye. Rêber Ocalan ne tenê wek Rêberê Gelê Kurd tê pênasekirin, di konferansê de jî derket holê, îro hemû cîhan li banga wî guhdarî dike. Fîlozofên cîhanê jî fikrên wî wek ronahiya xwe dibînin û pênase dikin. Birêz Ocalan dema ku 27ê sibatê banga dîrokî ya aştî û civaka demokratîk kir, çapemeniya cîhanê banga wî şopand û li ser banga wî nirxandin kirin. Dîsa ji Neteweyên Yêkbuyî, ji Çînê heta Amerîka û Almanyayê daxuyanî dan û piştgiriya xwe ya ji bo banga aştî û civaka demokratîk diyar kirin. Em vê pir girîng dibînin. Ev daxuyaniyên van welatan careke din nîşan da ku bandora Birêz Ocalan çiqas li ser cîhanê heye. Lewra ji bo ku ev pêvajo bigihîje armanca xwe, cîhaneke bêşer were avakirin û aştiyeke mayinde li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn pêk were, Birêz Ocalan bikaribe rol û misyona xwe hê bêhtir bilîze, azadiya wî ya fizîkî şert e û divê demildest biryara mafê hêviyê pêk were.

Ji bo biryara mafê hêviyê pêk were, divê çi bê kirin? 

Ger ji hêla siyasî ve fikarên dewletê hebin jî, ji hêla hiqûqî ve rê û rêbazên wê hatine avakirin. Ango ew derfetên dewletê hene ku mafê hêviyê pêk bîne. Tenê xalên ku Dadgeha Mafên Mirovan danîne pêşiya dewletê pêk werin bes e. Ev tiştekî ne zehmet lê pir hêsan e. Ji ber ku Birêz Ocalan 26 salên xwe tijî kiriye û êdî dem hatiye ku demildest azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Bi vê mijarê ve girêdayî ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan, 10ê cotmeha 2023an, dost û hevalên tevgera azadiyê yên biyanî, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan kampanyayek da destpêkkirin û ji du salan zêdetir e ku kampanya berdewam e. Ev kampanya li gelek welatan deng veda û gelek kesan jî bi peyam, daxuyanî, meş, name û hwd piştgirî da kampayaya azadiya fizîkî ya Bîrêz Ocalan. Dîsa ji 27ê sibata 2024an heta niha pêvajoyeke aştî û civaka demokratîk hatiye destpêkirin û ev pêvajo ji bo azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan jî pir guncav e. Lê dewletê heta niha ji bo mafê hêviyê gaveke şênber neavêtiye. Dewlet Bahçelî got; “Divê bangawaziyek bê kirin ku em jî biyara mafê hêviyê pêk bînin.” Lê îro em dibînin ku dewlet Bahçelî dibêje; “Birêz Ocalan bixwe naxwaze ji grava Îmraliyê derkeve.” Vê ji bo çi dibêje? Birêz Ocalan di daxuyaniya 10ê tirmehê de anîbû ziman: “Azadiya Min Bi Azadiya Civakê ve girêdayî ye.”  Rast e, ev ne cara yekemîn e ku Birêz Ocalan vê gotinê dike û wî gelek caran di peyam, manîfesto û parêznameyên xwe de ev pênase bi zelalî kiriye. Lê belê divê em jî vê yekê ji bîr nekin ku azadiya civakê jî bi azadiya Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Heta ku “Ew Azad Nebe Civak jî Azad Nabe’ gel û Rêbertî bi hev re girêdayî ne. Ji bo ku em bigihîjin azadiya xwe divê ev pêvajo bi ser bikeve. Ji bo ku ev pêvajo bigihîje armanca xwe pêwîst e Birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azadiya xwe bi dest bixe. Eger ev şert û merc pêk neyên em ê çawa behsa azadiya civakê bikin? Ev berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Di serî de gelê kurd, dost û mirovên demokrat û hemû gelên azadîxwaz xwe li hemberî serkeftina pêvajoyê berpirsiyar bibînin. Ji ber vê yekê ev mitînga me pir girîng e.

We ji bo mitîngê heta niha çi xebat kirine û amadekariyên we çi ne?

Ji bo mitîngê hemû hevalên me li qadan xebatên xwe dikin û di rojeva hemû saziyên me de mitînga azadiyê ya 4ê çileyê heye. Ji bevlavokan heta afîşan, ji xebatên taxan bigirin heta malan tê meşandin. Her wekî ku min anî ziman, yek drûşma mitîngê heye ew jî azadiya fizîkî ya Serokatî ye. Ev mitîng bi vê mebestê tê li dar xistin. Ji ber vê sedemê em li vê mitîngê wek konserekê nanêrin. Divê qada mitîngê tijî bibe û sed hezaran kes li wir bin ku wateya wê derkeve holê. Em ji bo wê dixebitin û dê di mitîngê de jî peyamên girîng bên dayîn. Ev mitîng, ne mitîngeke ji rêzê yee.

Di mitîngê de dê kî biaxive û kîjan hunermend derkevin ser dikê? 

Di mitîngê de wê gelek siyasetmedar, rêhevalên Birêz Abdullah Ocalan ku wek sekreterya ji grava Îmraliyê hatin berdan, Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş, aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata, Leyla Zana, her du hevserokên giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, hevaserokê giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan wê  derkevin ser dikê biaxivin. Bêguman dê axaftin li ser esasê azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan bin û peyamên girîng ên ji bo mafê hêviyê bên dayîn.

Herî dawî banga we ya ji bo mitîngê çi ye?

Her wek ku min li jor jî anî ziman, wateya vê mitîngê pir girîng e û berpirsyariya pêvajoya aştiyê dikeve ser milê gelê kurd û ya hemû galên ku li ser vê axê dijîn. Ji ber vê yekê divê tevlî mitînga mafê hêviyê bibin, qadê tijî bikin ku em hemû bi hev re bi yek dengî bang bikin û biqîrin da ku dewlet dengê me bibihîze ku azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan çiqas girîng e û tê çi wateyê. Bi vê mebestê em roja 4ê çileyê saet 12:00an li qada mitîngê li benda sedhezan in. Em bi vê boneyê bang li hemû gelê kurd dikin ku, her kurdekî welatparêz, her mirovekî di kikin ku li ser axa Kurdistan û Tirkiyeyê dijî û ji bo aştiyeke mayinde û azadiya xwe di azadiya Birêz Ocalan de dibîne. Werin em bi hev re li azadiya xwedî derkevin û biparêzin. Lewra heta ku azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan pêk neyê, li vî welatî aştiyeke mayinde jî çênabe. Ev heqîqetek e. Bi vê mebestê em bang li hemû gelan dikin ku ji Serhedê heta Botanê, ji Amedê heta Anatolyaya Navîn û hemû Tirkiyeyê bi sedhezaran kes tevlî mitînga 4ê çileyê li qada Îstasyonê ya Amedê bibin û bi dengekî biqîrin bibêjin: ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Min e.

Bunyamîn Şeker kî ye?

Sala 1987an li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Pasûrê qedandiye. Sala 2012an ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn dibe û sala 2014an di avakirina Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) de cih girtiye. Di navbera salên 2019 – 2023yan de wek hevserokê giştî di OHDê da peywir wergirtiye û ew neha jî wek andamê meclisa partiyê ya DBPê xebatên xwe dimeşîne.