Silav gelî xwînerên xwînşêrîn!
Bi evîneke kûr û dêrîn
Wekî welatekî xweş û berîn
Ez dîsa dibêjim merheba!
Her wekî me berê jî di nivîsên xwe de bi palpişta helbestkarê me yê klasîk Axayok dabû xuyakirin, berî kelamê selam e. Piştî navbereke dûvedirêj em dîsa bi hev re ne. Em dizanin ku xwînerên Xwebûnê hemû berî çend salan xwînerên Azadiya Welatî bûn. Lê mixabin xêrnexwazan qufle li deryê Azadiya Welatî da, lewma jî em ê ji niha pê ve li vê derê hasbîhal bikin.
Di van çend salan de çi hat serê me Xwedê dizane, ruh û simbêlên şêx û meleyan dan ber kêr û gûzanan, bi hinceta ku ji Meleyê Derewîn re naçin şejdeyê. Hinekan got, mezhebê şafiyan betal e, werin ser mezhebê henîfiyan. Ji ber ku li ser termê mirovan li gorî baweriya şafiyan telqîn xwendine, gelek hevalên me li Stenbola xopan ketin heps û zindanan. Bi kurtasî tiştên nedîtî û nebînayî anîn serê me şêx û meşayîxan. Lê şikir ji Rebê jin û mêran; tevir û bêran re ku pêvajoyeke nû dest pê kir û hinekî germahî û nermahî çêbû. Wekî kulîlkên ku bi hatina biharê re serê xwe ji bin berfê derdixin, em bawermendên dilqewîn jî êdî dikarin serê xwe di derî û pacê re derxin derve, li hal û ehwalê dinyalixê binêrin. Bi vî awayî reng û dengê me jî tê dîtin. Aştî hêvî û daxwaza hemû mirovên qenc e, ez jî wekî mirovekî bawermend dibêjim:
Bira ez hinareke miz bûma
Li dora serê te viz bûma
Ey aştî û ey azadî!
Em giş ji aştiyê hez dikin, lê em ditirsin ku gurên har me ji paş ve gez bikin. Ji ber ku zilamên Roma Reş heftaqil in, bi fetlonek û teqil in, wekî mastê biçeqil in, ne jidil in, ne jidil in, wekî lîlanekê diteyisin, diçilwilin, dimilmilin.
Gelî xwişk û biraderan
Ji hev re wekî dara ter bin
Ji xêrnexwazan re wekî pola û mermer bin
Nehêlin ku em tim li binî ew li ser bin
Her û her bi tevger û bizav û ger bin
Ji bo doza xwe balindeyên bibask û per bin
Xwedê bike, em îcar serkeftî û serwer bin
Amîn!
Belkî hûn pê nizanin, lê ez Şêx Zubêrê Kurdî êdî yekî navdar û naskirî me. Van rojên hanê ji nav Weşanên Sîdarê pirtûka min a bi navê “Her Bijî Empatî, Her Bijî Sempatî” derket. Kekê Samî Tan nivîsên min ên ku min bi rêya telepatiyê min jê re şandibûn û di rojnameya Azadiya Welat de dabûn çapkirin, berhev kirine û wekî pirtûk dane çapkirin. Kesên ku ew nivîs nexwendine divê teqez pirtûkê bistînin û bixwînin. Ez gotara xwe bi çend malikê ji pirtûka xwe bi dawî dikim.
EVÎN
Evîn dilsoziyê dixwaze
Dilsozî bîrdoziyê
Bîrdozî berxên berkozî
Zêde xwe mede ber tavê berxê min
Dê te bisoje
Evîn agir e, hêtûn e
Çiqlê dara zeytûn e
Lê ew çiqil bistirî ne
Xwe jê bistirîne
Evîn hestiyê pişta dil e
Qîrîn û hawara bilbil e
Wele evîn karekî şil e
Sîwanek divê kurê min
