27 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin

Gaxan ku sembola hatina sersalê ye, li Dêrsimê hat pîrozkirin.

Li Dêrsimê, Gaxan ku sembola hatina sersalê ye, hat pîrozkirin. Tîma Qal û Fatik ku li Qada Seyîd Riza kom bû, serdana malbata Mehmet Yildiz, bi nasnavê ‘Uzun Mehmet’, endamê tîma reqsa herêmî Varvara û Gaxanê ku di meha Hezîranê de koça dawî kiribû, kir. Loqme ji bo bîranîna wî hatin belavkirin.

Piştî vê yekê, pîrozbahiya Gaxanê bi serdanên dikandarên li navenda bajêr berdewam kir. Pîrozbahî, bi def û zurneyê û tîma Qal û Fatikê ku loqme berhev dikir, dîmeneke rengîn da der.