27 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê ku beriya 28 salan li Amedê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1084an li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên windayan hildan. Gelek parêzvanên mafan piştgirî dan Dayikên Şemiyê. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Ozdemîr hat pirsîn ku sala 1997an li Amedê hat binçavkirin û êdî agahî jê nehate wergirtin.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizma windayan Îkbal Eren ve hat xwendin.