27 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xebatên mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ didomin

Nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li Şemrexê xebata mîtînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê çileyê de li Amed pêk bê, xebatên xwe berdewam dikin.

Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 4ê çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtînga “Hêvî û Azadî”yê li dar bixe. Veysi Aktaş û Çetin Arkaş yên ku zêdetirî 30 salan girtî man û bi salan bi Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê girtî man, Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana dê di mîtîngê de biaxivin.

Nûner û rêveberên DEM Partiyê û rêxistinên civakî li navçeya Şemrexê  ya Mêrdînê ji bo mîtînga “Hêvî û Azadiyê” xebatên xwe berdewam dike. Di van serdanan de, bi dikandar û welatiyan re sohbet kirin, broşur belavkirin û ji welatiyan xwestin ku beşdarî mîtînga 4ê çile bibin. Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr bal kişandin ser yekîtî û hevgirtinê û xwestin ku welatî ji bo aştî, azadî û mafê heviyê beşdarî mîtîngê bibin.