27 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nêrîneke cuda li girîngiya ziman

Bi tenê yek çekeke gelê kurd maye ku hebûna xwe bide jiyandin: zimanê kurdî! Wekî nexweşek li ber mirinê ku yek dermanekî dikare wî vegerîne jiyanê. Ew jî zimanê kurdî ye. Civaka kurd divê ku li ser vana hûr û kûr bifikire.

Mirovan di dîrokê de li gorî taybetmendiyên dema xwe, xwe ji aliyê çand û civakî ve anîne ziman, jiyana xwe domandine. Ji aliyê çanda heyberî ve her dem li gorî taybetmendiyên xwe ye. Rastiyek heye ku ziman hemû deman xwedî girîngiya sereke ye û di domandina wate û çanda heyberî de amûra sereke ye. Lê di demên cuda yên dîrokê de çanda heyberî bi awayên cuda reng û wateyên xwe didin der. Ev di nav xwezayê de cudahî û taybetmendiyên xwe diparêze. Wekî mînak, ji bo nêçîrvanan totem nîşaneyên hebûn û wateyî ne; ji bo hozan piranî cil û berg xwedî taybetmendiyên cuda, rengîn û wateyî ne. Giraniya hozan bi cil û bergên tên nasîn. Ew awayên debara jiyanê jî diyar dikin. Dîsa ev awa, nasnameya çand û civakê jî diyar dike. Di serdemên dêrîn de, ev xweserî bi rengên baweriyên paganîk, perestgeh û avahîsaziyên li gorî wan dertên pêş û bandora xwe li heyama navîn jî dikin. Nasnameyên çandî û civakî piranî ev in ku ber bi bajarvaniya heyama navîn ve jî diçe. Di heyama navîn de nasnameya sereke bawerî (yekxwedayî) ye. Cudahî piranî wekî mezheb xwe di nav vê nasnameya sereke de dibînin. Ziman bi awayekî xwezayî amûra ragihandinê ye. Ji vê wêdetir zêde li ber çavan nayê girtin. Bandora erebî ya ku gelên pêvek wateya wî nizanin bes pîroz dibînin, mînaka sereke ya vê rewşê ye. Yê girîng zimanê sereke yê qesrê ye ku ew jî bandora xwe li netewe-dewletan dike.

Hewla sanayiyê ya ji sedsala 19emîn pê ve û ji nîveka duyemîn a sedsala 20î pê ve jî hewla heyama teknolojî û fezayê, hemû ev taybetmendiyên çanda heyberî ji holê rakirin. Ji vana hinek bi dinyaya global re ket ber çerxên endustriya têkel û jixweber (di rastiyê de plankirî ye) ji holê rabûn, hinek jî wekî ku hat serê gelê kurd, ji aliyê netewe-dewletan ve bi şerên qirêj û planên bi vî awayî pêk hatin.

Netewedewletan gel, bawerî û hindikahiyên di bin bandora xwe de bi vî awayî têk birin, pergala emperyal a sereke jî bi demê re netewe-dewlet jê birin (ev pêvajo didome) û ew ber bi holdîngên fermî û hiqûqî ve veguhertin. Ji ber van sedeman çanda heyberî, ew cihêtî û cudahiyên dîrokî ku gelan, rengan bawerî û çandan pê xwe didan jiyandin, ji holê rabûn.

Îro ji cil û bergan bigire heta avahîsaziyan, ji xwarin û vexwarinê heta awayê jiyanê hemû dinya ber bi yekrengiyê ve diçin. Lê ev yekrengî bi awayê erênî na, bi awayê neyînî pêk tê. Di roja me de yek tiştekî dimîne ku cudahî, taybetmendî, reng û dengên gelan bide jiyîn: ew jî ziman e. Girîngiya ziman îro ji bo hemû gelan xwe dide der û ji bo netewe-dewletan jî wisa ye. Lê ji bo gelên wekî gelê kurd ku îro xwedî sazî û dezgehên neteweyî nînin, ev girîngî di wateya man û nemanê de ye! Di roja me de ku hemû alavên çanda heyberî ji cihekî (endusriyalîzm-têkel) ve li hemû dinyayê tên belavkirin, ziman hêmana sereke ya xwejiyandina gel, reng û dengên cuda ye! Baweriyên ku wateyên xwe ji dest dane nikarin vê pêşwazî bikin. Jixwe taybetmendiyên sereke yên pişaftinê ne ku hîna ji heyama navîn mane.

Dibe ku sibê mirovahî yan jî civak xwe bi awayên cuda binasînin. Ev pirsgirêka mirovahiyê ye û bi rêveçûna mirovahiyê ve girêdayî ye. Lê  îro ziman li hemberî mirinê jiyan e! Ji bo gelekî din xwedî girîngiyekê be, ji bo gelê kurd xwedî hezar girîngî ye. Ji bilî zimanê kurdî îro tişteke ku kurd hebûna xwe pê biparêzin nemaye. Di serî de şîn û şahî, taybetmendiyên çanda heyberî ya gelê kurd li dinyayê sereke ye. Lê civaka kurd bi tenê vana di meriyetê de dijî û li ser wate, dîrok û felsefeya wan têr nasekine. Ku wiha bidome, dê gêjbîniyek xwe bide der û xetere heye ku piştî qirneyek du qirneyên din, ev jî di meriyetê de jî ji holê rabin. Bi tenê yek çekeke gelê kurd maye ku hebûna xwe bide jiyîn: zimanê kurdî! Wekî nexweşek li ber mirinê ku yek dermanekî dikare wî vegerîne jiyanê. Ew jî zimanê kurdî ye. Civaka kurd divê ku li ser vana hûr û kûr bifikire.

Mîtolojiya qewmê Ad heye. Xwedî li exlaqê xwe dernayê û ji hêla Xwedê ve ji holê tê rakirin. Mîtolojî wisa ye. Lê divê ku gelê kurd vê baş bizanibe ku bingeha exlaq jî ziman e. Mirov an jî civaka ku xwedî li zimanê xwe derneyê, nikare xwedî li ti tiştekî xwe derkeve! Ew dê xwe bixwe xwe ji holê bide rakirin.

Îro dayik û bavên kurd ku bi zarokên xwe re bi kurdî napeyivin û kurdî hînî wan nakin, li hemberî hemû pîvanên kurdewar ên bi hezaran salî bi berdêlên bêhempa hatin afirandin, îro û pêşerojê şermî û sûcdar in! Yek çekeke me ya kurdan maye ku em xwe wekî gel bidin jiyîn; ziman. Ziman, bi xîretê, bi zanînê, bi hewldanan dikare were jiyandin. Ev berpirsyariya her kesayetiyek kurda/ê bi xîret, xwedî zanîn û exlaq e. Îro ji bo nîşandana vana ji hemû deman zêdetir derfet hene. Ji bo bikaranîna van derfetan xîret divê, zanîn divê, exlaq divê û vegera ser rewşa xwe ya xwezayî divê. Divê em bi kurdî bifikirin, bi kurdî hîs bikin, bi kurdî bipeyîvin, bi kurdî bixwînin û bi kurdî binivîsin. Ji bo ku ev çiya, ev dar û ber, ev ax, ev welat, ev çand, ev dîrok bê nav û nîşan, sêwî û bêxwedî nemînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê