Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” roja 4ê çile dê mitîng li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00ê de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin. Di mitîngê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li gel rêveberên DBPê, DEM Partiyê û Hevşaredarên Çinarê serdana gundên Melepolat û Elwendiyê yên navçeyê kir. Di serdana gundan de gel ji bo mitîngê hate vexwendin. Heyet pêşî çû serdana gundê Melepolatê. Li mala sersaxiyê ya gund Keskîn Bayindir û heyeta pê re bi gundiyan re civiyan û behsa pêvajoyê hate kirin. Keskîn Bayindir li vir axivî û bal kişand ser girîngiya mitîngê.
Keskîn Bayindir anî ziman ku ew îro di pêvajoyek gelek girîng de derbas dibin û wiha got: “Ev salake em ji bo pêvajoyê dixebitin. Me gelek zilm dît lê îro me ji bo aştiyê derfetek bi dest xist. Me tu carî serî netewand. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Êdî Kurd li cîhanê bûne hêz û pêşengtiya aştiyê dikin. Gelê Kurd bi saya rêberê xwe birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî îro li cîhanê bûnê navdar. Lê hê jî gelek kêmasî hene, zimanê me qedexe ye. Îro em hatine astekî ku mafên xwe di nava yasayan de bi cih bikin. Hat xwestin ku bi zordariyê gelê Kurd tune bikin. Lê îro hatin ser rêya aştiyê, çibû ku biryara wan hat guherandin? Bi saya hêza gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rêya aştiyê.”
Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê tu kes nebêje ez tu karî nakim û got: “Divê her kes çi destê wî/wê bê bike. Divê em qedera welatê xwe biguherînin. Çareserî dê bi azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd ji hevdu dûr nakevin. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya ziman, ax û azadiya me ye. Em di 4ê Çileyê de mintîngek li dar dixin. Em ê bibejin ku ‘hûn nikarin me ji hevdu biqetînin bikin’. Ev bar li ser milê tevahî gelê me ye. Divê her kes ji bo mitîngê bixebite û dengê xwe li qadê bilind bike.”
Paşê Keskîn Bayindir û heyeta pê re derbasî gundê Elewendiyê bû û serdana welatiyên gund kir û xelkê gund vexwendin mitîngê. Paşê heyet bernameya xwe qedand û ji gund vegeriya.
