Bi pêşengiya Şaxa Parastin û Geşepêdana Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê û saziyên ziman de, ji meha nîsanê vir ve her hefte ji bo standardkirina têgehên şaredariyê yên bi zaravayê kurmancî yê zimanê kurdî xebat dihatin meşandin. Di vê çarçoveyê de heta niha 25 civîn hatine lidarxistin. Ji bo nirxandina vê ezmûnê û hevparkirina pirsgirêkên termînolojîk ev kargeh hat birêvebirin.
Şaredarî bi armanca avakirina termînolojiyeke hevpar ji bo têgehên îdarî û pîşeyî yên kurdî ku di rêveberiyên xwecihî de têne bikaranîn, duh kargehek li dar xist.
Kargeh li otelekê li navçeya Sûrê hat lidarxistin. Tevî xebatkarên Şaxa Parastin û Geşepêdana Ziman, akademisyen û zimannasên ji Kurdistanê û derveyî welat beşdarî bernameyê bûn.
Di atolyeya ku li gorî polîtîkayên şaredariya pirzimanî hat kirin de, li ser standardkirina têgehên kurdî û termên pîşeyî nîqaşên berfireh hatin meşandin. Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê avakirina termînolojiya îdarî ya kurdî de parve kirin û beşdarî pêvajoyê bûn.
Têgehên şaredariyê yên kurdî ku di dawiya kargeha 3 rojî de biryara wan bê girtin, wê di şaredariyên ku xizmeta pirzimanî didin de wekî zimanekî hevpar werin bikaranîn.
Hat diyarkirin ku armanca sereke ya atolyeyê tespîtkirin, nirxandin û çareserkirina pirsgirêkên termînolojîk ên di têgehên şaredariyê de ne. Bi van xebatan tê armanckirin ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên bajarên bakurê Kurdistanê yên DEM Partiyê de di termên Kurdî de standardîzasyon pêk were.
Piştî kargehê tê plankirin ku têgehên kurdî yên hatine standardkirin, li gorî polîtîkaya pirzimaniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser tabelayên şaredariyê werin nivîsandin ango zêdekirin.
