Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû salvegera Komkujiya Parîsê ya Duyemîn û Komkujiya Mereşê, bandora tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser pêvajoyê, raporên partiyan ên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna tirkiyeyê pêşkêşî Komîsyona Meclîsê kirine, qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bernedana girtiyên 30 salan, serdanên rayedarên dewleta tirk ên li Sûriyeyê ji Medya Haber TV re nirxand.
Di 23yê kanûna 2022yan de li Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di encama êrişekê de hatin kuştin. Beriya her tiştî têkildarî salvegera Komkujiya Duyemîn a Parîsê û ronînekirina kiryarên rasteqîn hûn dixwazin çi bibêjin?
Beriya her tiştî Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer bi minet û hurmet bi bîr tînim. Komkujiyeke duyemîn a Parîsê bû. Bi rastî jî li Parîsê 2 caran hevrêyên jin û welatparêz bi vî rengî hatin kuştin. Ev yek mijareke ku divê mirov li ser bisekinin. Rasthatinek nîne. Weke cih hilbijartina Fransayê jî rasthatin nîne. Welê tê fêhmkirin. Devera ku saziyên me yên welatparêz lê ne Elmanya ye. Ji berê ve rewşeke bi vî rengî heye. Lê belê herdu komkujî li Parîsê hatin kirin. Dibe ku li Elmanyayê hatibe plankirin û li Fransayê, li Parîsê hatibe kirin. Mirov dikare bi vî rengî bifikire. Bi Evîn Goyî re em bi salan bi hev re xebitîn. Endama me ya Konseya Rêveber bû. Hevaleke me ya di rêveberiyê de bû. Hevala me Evîn Goyî li Rojava jî ma. Bi zanebûn êriş li hemberî wê hate kirin, weke endameke rêveberiyê bû hedef. Ji xwe berê êriş li hemberî hevalên jin hatibû kirin, hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî. Ev mijar bi rastî jî divê bi baldarî bê nirxandin. Êriş li hemberî Tevgera Azadiyê ya kurdistanê hate kirin, lê belê bi taybetî êriş li dijî jinan hate kirin. Êrişa bi taybetî ya li hemberî jinan fikaran zêde dike ku hêza li pişt êrişê tirkiye ye. Di xwe di şehadeta hevala Sara û hevalên bi wê re eşkere bû ku tiliya MÎTê heye. Yên li tirkiyeyê şerê qirêj, şerê taybet dimeşînin bi taybetî li hemberî Tevgera Azadiya Jinê ya kurd kampanyayeke êrişê dan destpêkirin. Ji ber ku di Têkoşîna Azadiyê ya Gelê kurd de jin pêşeng in, berê dewleta tirk, berê hêzên ku dixwazin kurdan qir bikin da jinên kurd. Em bi vê zanin. Têkoşîna Azadiyê ya Jinên kurd rastiya dewleta tirk teşhîr dike, polîtîkaya dewleta tirk a li hemberî gelê kurd teşhîr dike. Ji ber vê yekê êriş li hemberî hevalên jin hate kirin. Di herdu komkujiyên Parîsê de. Lê belê helwesta Fransayê bi rastî jî ne ya qebûlkirinê ye. Qaşo dewleta hiqûqê ye, lê belê di mijara du komkujiyên kurdan de dewleta Fransayê gavek neavêtiye. Ya destpêkê li pêş çavan e ku kuştinek ku ji aliyê Rêxistina Îstîxbaratê ya tirk ve hatiye kirin. Lê belê dewleta Fransayê li hemberî dewleta tirkiyeyê helwestek nîşan neda. Nêzîkatiyek nîşan neda. Nekarî bibêje, Tu çawa dikare li ser xaka min çalakiyên bi vî rengî bide kirin. Yan jî tenê bi rêyên dîplomatîk dibe ku gotibe. Lê belê ev yek ne rewşeke welê ye ku bi qenalên dîplomatîk bê derbaskirin. Li qadeke serweriyê ya dewletê kuştineke bi vî rengî tê kirin. Ev yek radixe pêş çavan ku Fransa ji vî şerê qirêj re çavê xwe digire. Hiqûq, qanûn, destûra bingehîn danîne aliyekî. Ji bo komkujiya duyemîn jî dibêjin nijadperestekî kiriye. Çima me ev nijadperest kurdan dike hedef? Rastiya kurdan ne rastiyeke welê ya civakî ye ku civaka Fransayê aciz bike. Eger êrişeke nijadperest bûya wê hedefeke cuda bûya. Em rast nabînin lê belê li şûna kurdan wê êriş li hemberî hedefeke din bihata kirin. Nîşandana vê yekê weke êrişeke nijadperestiyê, polîtîkaya nixumandina bûyerê ye. Aşkere ye; gelek heye, rêxistiniya gelekî heye, ewladên gel heye û êriş li hemberî wan hatiye kirin. Kî vê dike? Divê dewleta Fransayê vê eşkere bike. Rewşa komkujiya yekemîn a Parîsê çi be, komkujiya duyemîn a Parîsê jî heman tişt e. Dibe ku ew kujer hatibe kirêkirin jî. Dibe ku bi rê û rêbazên cuda berê kujer dabin kurdan. Dijberiyeke kurdan nîne, rewşeke xwe ya siyasî nîne, tenê weke çalakiya nijadperestekî tê nîşandan. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê gelê kurd jî jinên kurd jî wê dest ji vê kuştinê bernedin. Tekez heta ku komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê bêne ronîkirin gelê kurd wê têkoşîna xwe dewam bike. Ev gelekî girîng e. Naxwe li hemberî kurdan li deverên cuda her tim komkujiyên bi vî rengî dikarin bêne kirin. Di vê çarçoveyê de jinên kurd, gelê kurd têkoşînekê dimeşînin. Em têkoşîna wan silav dikin. Gelê kurd êdî komkujî, kuştinên li hemberî xwe qebûl nake, wê heta dawiyê bişopîne û hesab bipirse. Em di wê baweriyê de ne ku wê hesab ji vê komkujiyê jî bê pirsîn.
Em di salvegera komkujiya Mereşê de ne. Komkujiya Mereşê ku êrişeke giran a li hemberî gelê kurd ê Elewî yê li rojavayê Firatê bû, bi kîjan armancê hate kirin?
Bêguman ne tenê komkujiya Mereşê ye. Belê li Mereşê hate kirin lê belê armanc kurdên li rojavayê Firatê bû. Tê xwestin ku rojavayê Firatê bi temamî ji kurdan bê xalîkirin. Plana Şark Islahat a piştî Destûra Bingehîn a sala 1924an plana xalîkirina rojavayê Firatê ji kurdan bû, plana tirkirinê bû, plana qirkirinê bû. Plana Şark Islahat bi rastî jî planeke eşkere ya qirkirinê bû. Di wan şert û mercan de dewletê bi rengekî vekirî ew plan ragihand û xist meriyetê. Dewleta xwedî planeke bi vî rengî li dadgehên navneteweyî dikare weke dewleteke qirkirinê bê darizandin. Ji ber ku rê û rêbazên tinekirina nasname, çanda kurdan tine bike, çawa bike tirk di Plana Şark Islahat de bi eşkere tê destnîşankirin. Ne bajarekî biçûk e. Li rojavayê Firatê Dîlok jî heye, Semsûr, Mereş, Meletî, Sêwas tê de ne. Li qadeke welê berfireh kurd kirin hedef. Ev herêm ji Başûrê kurdistanê jî mezintir e, ji Rojava jî mezintir e. Qadeke gelekî fireh e. Lê belê qadeke bi vî rengî niha di bin êrişeke qirkirinê de ye. Di bin erişa qirkirina çandî de ye. Qirkirin tenê bi komkujiyên fîzîkî nabe. Yan jî pênaseya qirkirinê ya ku li Neteweyên Yekbûyî tê kirin ne tenê ji bo komkujiyên fîzîkî ne. Guhertina demografiyê, tinekirina çand û ziman, tinekirina nasnameyê jî qirkirin e. Bi plana Şark Islahat re destpêkê polîtîkayeke bi vî rengî hat meşandin. Gav bi gav polîtîkaya dûrxistina kurdên li rojavayê Firatê ji kurdbûna xwe hate meşandin û bi Komkujiya Mereşê re hîn bêhtir lez dan vê yekê. Ji ber ku bi Komkujiya Mereşê û piştî wê dîktatoriya faşîst a 12ê Îlonê re kurdên li rojavayê Firatê ber bi metropolan, Ewropayê, li welatên cuda yên cîhanê hatin koçberkirin. Niha bi deh, bîst, sih qatî ji nifûsa heyî ya li rojavayê Firatê nifûsa kurdan li metropolan û deverên cuda yên cîhanê ne. Welê lê hatiye ku li gundên zindî û geş ên kurdan tenê extiyar mane, tenê çend mal mane. Pêwendiya vê yekê bi sedemên aboriyê nîne ku îdîaya wê tê kirin. Ew xak ji bo kurdan kirin devereke welê ku nikaribin lê bijîn. Herî dawî bi erdheja 6ê Sibatê re polîtîkaya bê kurd hiştina rojavayê Firatê û qirkirinê ku bi Plana Şark Islahatê destpê kir û bi komkujiya Mereşê ya 78an hate lezandin, gihîşt asteke nû. Bi rastî jî rewşeke gelekî bi êş e. Dema komkujiya Mereşê, rojavayê Firatê, Semsûr, Meletî, Sêwas, Mereş tê gotin, divê polîtîkaya li hemberî vê deverê bê fêhmkirin. Li hemberî vê yekê divê mirov bi hêrs û nerazîbûn be. Hêrs û nerazîbûn çi ye? Vegera li wê xakê ye. Divê mirov wê xakê jinûve bikin erdnîgariya kurdan. Lewma divê mirov qebûl neke. Niha hinek welê xuya dike ku weke qebûl kiriye. Divê mirov qebûl neke. Divê mirov serî netewîne. Em hatine koçberkirin, hatin kuştin, divê mirov nebêje ew der êdî ne ya me ye. Bav û kalên me, pêşiyên me bi sedan salan li ser wê xakê man. Em ewladên wan e, em neviyên wan e. Berpirsyariya me ye ku em xwedî li wê xakê derkevin. Lewma Komkujiya Mereşê bi rastî jî bi êş e. Bi taybetî mirovên Mereş, Semsûr, Meletiyê, Sêwasê divê li ser vê mijarê bifikire. Pêwîstî bi vegera li welêt heye, pêwîstî bi jinûve zindîkirina wan gundan heye. Eger bi vî rengî bibe wê demê li hemberî wan qirkeran wê helwesteke rast hatibe nîşandan. Helwesta rast jî weke ku min got, xwedîderketina li wê xakê ye, vegera li wê xakê ye. Niha hinekî veger çêdibe, mal têne çêkirin, ji bo betlaneyê diçin, yanî hinekî xwedîderketin heye. Lê pêwîstî bi xwedîderketineke hîn xurt heye. Komkujiya li Mereşê, derdora 200 mirov hatin qetilkkirin, bi rengekî hovane hatin kuştin, serî hate jêkirin, jin, zarok hatin kuştin. Ev jî êşeke giran e. Wan jî bi minet û hurmet bi bîr tînim. Em ê wan ti carî ji bîr nekin. Em ê wan li kurdistana Azad, li tirkiyeya Demokratîk bi bîr bînin.
Li gel ku salek di ser pêvajoyê re derbas bûye û weke tevgera azadiyê gelek gav hatine avêtin, di mijara Mafê Hêviyê de yê ji bo Rêber Abdullah Ocalan gavek nehatiye avêtin. Tecrîd hîn jî dewam dike. Di demeke welê dîrokî de tecrîd bandoreke çawa li pêvajoyê dike?
Par meha Cotmehê Devlet Bahçelî bangek kir. Got, bila bê li Meclîsê biaxive, rêxistinê fesix bike û sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Ev axaftin hatiye qeydkirin. Rêber Apo jî got, ez dikarim vê pirsgirêkê, pirsgirêka kurd, pirsgirêka şer a 50 salî dikarim bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. Û 27ê Sibatê jî danezanek weşand, bangek kir. Banga 27ê Sibatê ji aliyê desthilatdariya AKPê, Devlet Bahçelî û gelek derdoran ve erênî hate dîtin. Lê belê ruhekî wê bangê heye. Gotina herî girîng a wê bangê ku parêzvanê hêja yê aştî û azadiyê Sirri Sureyya Onder anî ziman û got, ji bo ev banga 27ê Sibatê pêk were divê zemîna hiqûqî û siyasî pêk were. Ev pêvajo bi vî rengî ye. Karakterê wê ev e. Eger pêvajoyeke bi vî rengî hebe û wê nêzîkatî li gorî wê bê nîşandan, divê ev yek bê kirin. Banga 27ê Sibatê ye, gotinên Sirri Sureyya Onder e û AKPê jî, Devlet Bahçelî jî, MHPê jî erênî dîtin. Partiyên din jî, çend heb partiyên faşîst ne di nav de hemû bi erênî nêzîk bûn. Eger pêvajoyeke bi vî rengî gelekî girîng be, temenê tirkiyeyê sed sal e, eger meseleyek ku eleqeya xwe bi 50 salî, bi nîvê dîroka tirkiyeyê heye bê çareserkirin û armanca vê jî pêkanîna xwişk û biratiya kurd û tirkan be wê demê divê muxatabiya Rêber Apo bê qebûlkirin. Ji bo karibe di vê pêvajoyê de bi roleke bi bandor rabe divê ji bo wî şert û mercên jiyan û karkirinê yên azad bêne amadekirin. Ya ku jê re Mafê Hêviyê tê gotin, divê bikeve rojevê. Ji xwe ev mijar hiqûqî ye, qanûnî ye. Ji aliyê Destûra Bingehîn a wan ve hatiye qebûlkirin. Devlet Bahçelî jî got, wê bi cih bê anîn. Li gel vê yekê ragirtina Rêber Apo di nava mercên tecrîdê de tê wateya nêzîkatiya kêm a li hemberî pêvajoyê. Tê wateya nêzîkatiyeke şaş a li pêvajoyê. Belê, Rêber Apo gelekî hewl dide, gavên mezin avêt. Nêzîkatiya nerast a li Rêberekî bi vî rengî tê wateya nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê. Qala pêvajoyê tê kirin. Dibêjin tirkiyeya bê teror, bêguman em welê qebûl nakin. Em weke pêvajoyeke ku xwişk û biratiya kurd û tirkan pêk were, kurd û dewleta tirk ên ku sed sal in şerê hev dikin wê li hev bikin, entegrasyoneke demokratîk, yanî misogerkirina mafê kurdan bi çarçoveyeke qanûnî dibînin. Wê demê ev nêzîkatiya li Rêber Apo divê bê guhertin. Divê her kes helwesta xwe biguherîne. Devlet Bahçelî got, Rêberê Damezrîner. Desthilatdariya AKPê jî Devlet Bahçelî jî gavên Rêbertî erênî dîtin. Wê demê, nêzîkatî bi vî rengî dibe? Lewma dewamkirina tecrîdê, ragirtina muxatabekî ku pirsgirêka 50 salî çareser bike di nava vê rewşê de, nîşaneya nêzîkatiya nerast a li pêvajoyê ye. Destpêkê Devlet Bahçelî bang kir, qala mafê hêviyê kir. Wê demê divê pêwîstiyên wê bi cih bêne anîn. Got, bila were rêxistina xwe fesix bike, bila bê li meclîsê biaxive. Rêber Apo ji gotinên Devlet Bahçelî mezintir gav avêt, gav da avêtin. Baş e, wê demê çima pêwîstiyên wê bi cih nayên anîn. Ev yek jî nîşan dide ku AKP û MHP ên ku muxatabê pêvajoyê ne, ji bo pêşvebirina pêvajoyê xwedî îradeyeke şênber nîne. Nîşan dide ku serê wan tevlîhev e.
Di mijara mafê hêviyê de gavek nehat avêtin, di mijara tecrîdê de pêşketinek çênebû. Bêguman hin hevdîtin çêdibin, heyet diçin û tên. Lê belê ev têrê nake. Di vê mijarê de bêguman civaka kurd aciz e. Civaka kurd dibêje, eger pêvajoyeke bi vî rengî wê hebe divê Rêber Apo di nava şert û mercên azad de vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Qala mafê hêviyê dike. Lewma di 4ê Çileyê de gelê kurd bi daxwaza mafê hêviyê û afirandina mercên azad ên kar û jiyanê yên ji bo Rêber Apo wê helwestekê, îradeyekê nîşan bide. Wê mîtîngê lidar bixe. Ev jî girîng e. Ji ber vê girîng e; divê îradeya gelê kurd jî li ber çavan bê girtin. Em ê qala xwişk û biratiya kurd û tirkan bikin, wê demê îradeya gelê kurd heye. Kî îradeya gelê kurd temsîl dike? Em di wê baweriyê de ne ku mîtîngeke bi vî rengî wê îradeya gelê kurd nîşan bide. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku wê bi mîtîngeke xurt ji bo azadiya Rêber Apo û bicihanîna mafê hêviyê helwest, îradeyê nîşan bide.
Piştî ku komîsyona meclîsê çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, partiyan raporên xwe amade kirin û pêşkêşî meclîsê kirin. We raporên partiyan ji aliyê naverokê ve çawa pêşwazî kirin?
Me bi berfirehî lêkolîn nekir. Beş bi beş li çapemeniyê têne weşandin. Ya CHPê, ya AKPê tê weşandin. Ya DEM Partiyê hinekî din bi berfirehî hate weşandin. Bêguman DEM Partî rastiyan radixe pêş çavan. Rapora esasî divê raporeke welê be. Ewqas hevdîtin çêbûn, ewqasî nîqaş hatin kirin, nêrîna serokên meclîsê hatin wergirtin, nêrîna saziyên demokratîk hatin wergirtin. Piştî wergirtina ewqas nêrînan, mijar ji xwe pirsgirêka kurd e, her kes pê zane, pirsgirêka demokrasiyê ye. Ji xwe Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Piştevaniya Mîllî ye. Wê demê li gorî navê xwe divê nêzîkatiyek bê nîşandan. Niha tiştekî welê xuya nake. Bi taybetî gelê kurd, hêzên demokrasiyê rexne dikin. Ewqasî hevdîtin kirin, bi her kesî re hevdîtin kirin, nêrîn wergirtin. Serokên meclîsê yên 50 salan hemûyan nêzîkatiya erênî nîşan dan. Meclîsa tirkiyeyê çiqasî gelê tirkiyeyê temsîl dike yan nake, ew mijareke cuda ya nîqaşê ye. Lê belê tê îdîakirin ku meclîs gel temsîl dike. Serokên meclîsê jî bi rengekî eşkere gotin, navê vê pirsgirêkê pirsgirêka kurd e. Lewma ev rapor gelekî seranser in. Ma bi vî rengî dibe? Komîsyoneke welê, komîsyona hemû partiyan bi vî rengî nêzî pirsgirêkê dibe? Giraniya xwe winda dikin. Ev nêzîkatî, ne tenê di mijara pirsgirêka kurd û demokrasiyê de, nîşan dide ku di mijarên cuda de jî di pirsgirêkên gel de nikarin çareseriyê peyda bikin. Yanî bi gel re fikareke welê çêdibe.
Ya CHPê; ji xwe neçû Îmraliyê, qala demokrasiyê dikir. Ma bêyî kurdan demokrasî dibe? Tê gotin ku ji rapora SHPê paşdetir nêzîkatî hatiye nîşandan. Wekî din, Ozgur Ozel ewqasî digot pirsgirêka kurd heye, li kurdistanê geriya. Got, eger kurd dibêje hingî ev pirsgirêk heye, divê bê çareserkirin. Gelek tişt got. Çima ev nayên nîşandan? Ev yek nêzîkatiya partiyên siyasî ya li gorî bûyerên rojane ye. Ya jî bername, rêziknameya partiya xwe li gorî hinekî din bi rêk û pêk dike. Partiyek, tevgerek bêyî ku li nêzîkatiya partiyekê binihêre divê helwesta xwe nîşan bide. Lewma nêzîkatiya CHPê bi rastî jî gelekî paşdemayî ye. AKP, MHP rexne dikir, eşkere bû ku ti wateya van rexneyan nîne. Tu yê rabe ewqasî rexneyan bike, qala demokrasiyê bike piştre jî li ser pirsgirêka herî bingehîn a tirkiyeyê wê raporek bê amadekirin, tu yê qalê neke. Ev yek bêcidiyet e. Raporeke hevpar wê çawa be, em bi wê nizanin. Em ji niha ve tiştekî neyînî nebêjin, lê belê mirov nikare bibêje ku yek bi yek rapor erênî ne.
Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan destnîşan kiribû ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye. Di vê qonaxê de hûn li benda roleke çawa ya meclîsê ne?
Komîsyona meclîsê girîng e. Komîsyona meclîsê ava bû, me ev girîng dît. Dîroka tirkiyeyê bi vî rengî ye; belê meclîs heye lê belê di dîroka tirkiyeyê de meclîs bi pirsgirêkên bingehîn re mijûl nebûn. Partî jî pê re mijûl nebûn. Çi ye? Bi aboriyê re eleqedar bibe, hinekî bi tenduristiyê re eleqedar bibe, hinekî bi filan tiştî ve mijûl bibe. Yanî dema pirsgirêkên stratejîk, pirsgirêkên bingehîn ên tirkiyeyê, pirsgirêka kurd, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêkên din ên bingehîn bûn mijar, meclîsê xwe bêdeng kir. Dîroka tirkiyeyê raxist pêş çavan ku meclîsa tirkiyeyê di mijarên bingehîn de ne xwedî îrade ye. Li şûna wê; qala dewleta kûr tê kirin, qala dewleta derveyî normê tê kirin; ev derdor di van mijaran de bûn xwedî gotinê. Halbûkî diviyabû siyaset bibûya xwedî gotinê. Diviyabû siyasetê ji hemû pirsgirêkên tirkiyeyê re çareserî peyda bikira. Heta niha ev nêzîkatî nîşan neda, meclîsê. Meclîs weke ku tenê weke wêneyekî ma. Mijarên bingehîn ji yên din re, em bibêjin aborî, perwerde ku sînorê wê jî diyar e, bi wê re mijûl dibe. Bi rastî jî komîsyon ava bû, nîqaşên mezin çêbûn, gelo meclîs wê îradeya çareserkirina pirsgirêkên tirkiyeyê destnîşan bike. Siyaset wê vê yekê destnîşan bike? Yan jî wê pirsgirêkên bingehîn ên tirkiyeyê careke din ji hêzên li derveyî siyasetê, ji dewleta derveyî norm, ji dewleta kûr re bê hiştin? Wê îradeya van derdoran careke din serwer bibe? tirkiye wê careke din bi wî rengî bê birêvebirin? Atmosfereke ku partî bê bandor in, siyaset bê bandor e, Serokwezîr bê bandor e, wê bi vî rengî be? Dema ku Serokwezîr, Serokkomar dikevin nava meseleyên bingehîn, vaye mînaka Ozal ku xistin çi halî, yan jî rewşa Erbakan, rewşa yên din. Dema ku kete nava pirsgirêkên bingehîn ên tirkiyeyê yên weke pirsgirêka kurd, pirsgirêka Elewiyan bandoreke Serokwezîr jî Serokkomar jî nîne. Nikare wê hêzê dîne holê. Niha Rêbertî got qonaxa duyemîn. Komîsyonê pê re hevdîtin kir. Rêber Apo pirsgirêkên bingehîn ên tirkiyeyê danî holê. Anî ziman ku divê gelên kurd û tirk bibin xwişk û bira. Anî ziman ku tirkiye bi xwespartina li vê dîrokê dikare hebûna xwe biparêze. Û li benda helwesta siyasiyan ma. Diyalektîkeke tirkiyeyê heye, dîroka tirkiyeyê jî diyalektîkek e. Sosyolojiyeke dîrokî heye. Rastiyeke dewletê ya tirk, rastiya tirkiyeyê ya ku ji dîrokê qut nabe. Ji ber vê Rêbertî têkiliyên tirk û kurdan timî datîne holê. Destnîşan dike ku hebûna tirkiyeyê, paşeroja wê tenê bi xwişk û biratiya tirk û kurdan dibe. Baş e siyasetmedar, partî wê xwedî li vê rastiya dîrokî derkevin, yan jî wê înkara kurdan dewam bike? Qaşo kurd heye, lê belê di qanûnê de nîne. Lewma siyaset, partiyên tirkiyeyê di ezmûneke dîrokî de ne. Gelo wê bibêjin, Em partî ne, em ê çareseriyê ji pirsgirêkên tirkiyeyê re bibînin, çareseriyê biafirînin yan jî weke sedsala derbasbûyî di van mijaran de bêyî ku gotinekê bibêje, tenê bi pirsgirêkên din ên ne bingehîn re mijûl bibin û xwe weke siyasetmedar û partiyê nîşan bidin. Siyasetmedarî bi vî rengî nabe. Partîbûyîn jî bi vî rengî nabe. Neketina nava pirsgirêkên bingehîn ên tirkiyeyê ji bilî xapandina civaka tirkiyeyê bi rêya van siyasetmedar û partiyan nayê ti wateyê.
Em di nava pêvajoyê de ne ku ketiye sala duyemîn. Bi înîsiyatîfa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan weke tevger we gavên dîrokî jî avêtin. Lê belê desthilatdariya AKPê li gel neavêtina gavên têkildarî pêvajoyê, polîtîkayên xwe yên li zindanan jî ji cihê mayî dewam dike. Mînaka şênber a vê yekê jî ew e ku mirovên zêdeyî 30 sal in girtî ne, nayên berdan. Ev nêzîkatiya li zindanan divê çawa bê fêhmkirin?
Ev pêvajo ku qala demokrasî, piştevaniya mîllî û xwişk û biratiyê tê kirin, wê çawa bibe? Gav hatin avêtin. Bi rastî jî çek hatin şewitandin, hêzên li nava sînorên tirkiyeyê vekişiyan, li cihên ku rîska şer lê heye gerîla xwe vekişand ji bo rê nedin şer, ji bo pêvajo bi rê ve biçe. Hin qad vala kirin. Li nava tirkiyeyê jî di asteke girîng de vekişîn çêbû. Baş e wê bersiveke çawa ji vê re bê dayin? Dibêjin bêçekbûn, dawîkirina terorê. Ka wê siyaseta demokratîk bihata kirin. Mehmet Agar bi xwe gotibû, bila were li deştê siyasetê bikin. Niha li tirkiyeyê hîn jî bi hezaran girtî hene. Hîn jî qanûna terorê heye. Tu qala kurd û kurdistanê bike te dixe girtîgehê. Yanî derfetên siyaseta demokratîk nîne. Baş e wê çawa bibe? Dibêjin bila werin. Wê çawa werin? Wê qada siyaseta demokratîk hebe? Wê bi rengekî azad karibe siyaseta demokratîk bê kirin? Yan jî dema yek qala kurdîtiyê, demokrasiyê bike û hinekî rexne bike, wê bê girtin? Ma ev dibe? 30 sal in girtî ye, înfazê dişewitînin û bernadin. 30 salan girtî maye, hîn bêhtir girtî maye. Hinek ji mecbûriyetê têne berdan. Yanî neçar dimînin ku berdin. 30 sal bûye. Em bibêjin salekê dirêj dike, 2 salan dirêj dike berdide. Dema derbasbûyî beşek ji girtiyên 30 salan hatin berdan. Hinek televîzyon dibêjin, Çawa tên berdan? Ya 30 salan girtî maye, 30 salan. Berê 10 salan carekê, 15 salan carekê efû dihate ragihandin, yên siyasî dihatin berdan. Niha hinek radibe ku qaşo xwe weke alîgirê demokrasiyê nîşan didin, bêyî ku li ber xwe bikevin li ber berdana girtiyên 30 salan girtî mane radibin. Ew faşîstên reş û tarî ne. Desthilatdariya AKP-MHPê beşek ji wan berda, lê belê hîn jî gelek girtiyên 30 salan nayên berdan. Aliyekî îzahkirina vê yekê nîne. Eger bi vî rengî be wê pêvajo çawa bi pêş ve biçe? Belê Rêber Apo jî ji bo pêşvebirina pêvajoyê hewl dide, em jî hewl didin. Qet nebe em bi vî rengî nêzîk dibin; eger nêtek hebe em dibêjin fermo, karê wan hêsan dikin. Lê belê bernedana girtiyên 30 salan ne mijareke ku nîqaş, axaftin li ser bê kirin. Hem wê qala pêvajoyeke bi vî rengî bê kirin hem jî dibêjin bila çeka xwe dînin û bên; lê yên li zindanê 30 salan maye nayên berdan. Weke ku Ahmet Kaya digot, ev çi nakokiyeke mezin e. Dikarim vê bibêjim.
Hin rayedarên tirk gefên tund li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin. Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Îbrahîm Kalin çûn Sûriyeyê. Wê rojê li Helebê, li ser taxa Şêxmeqsûdê êriş hatin kirin. Ji bo bicihanîna Peymana 10ê Adarê gelek derdor hewl didin. Lê dewleta tirk di gefxwarinê de israr dike. Gelo wateya vê çi ye?
Peymana 10ê Adarê peymaneke ku di navbera Şara û Mazlûm Ebdî de hate kirin. Bi qasî ku em zanin, navbeynkar jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye. Lê belê di vê peymana 10ê Adarê de cudahiya şîroveyê heye. Şam li gorî xwe şîrove dike. Bandora dewleta tirk jî ji aliyê şîrovekirina peymana 10ê Adarê ve neyînî dike. Ew şîrovekirin li pêşiya bicihanîna Peymana 10ê Adarê dibe asteng. Naxwe Rojava jî, rêveberên li wê derê jî xwedî lê derdikevin. Lê belê diyar dikin ku divê cewhera wê, naveroka wê, pêwîstiyên wê bi cih bêne anîn. Nêzîkatiyên dema dawî yên tirkiyeyê ne ya fêhmkirinê ye. kurd in, ma kurd ne parçeyekî tirkiyeyê ne? Nifûsa herî zêde ya kurdan ne li tirkiyeyê ye? Xizmên wan jî li Sûriyeyê ne, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Li cihekî din dema mijar dibe tirkmen xwedî lê derdikevin, ew weke parçeyekî tirkiyeyê têne dîtin, maf û hiqûqa wan tê parastin, çand, ziman û nasnameya wan tê parastin. Çima dema dor tê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke ku li wir kurd, mirovên li wir xerîbê tirkiyeyê ne. Nêzîkatiya bi vî rengî bi rastî jî nabe. Divê tirkiye xwedî li kurdan derkeve. Eger kurd wê li wê derê bibin xwedî rêveberiya xwe ya xweser, dixwazin li wir bi nasname û çanda xwe bijîn, tirkiye çima xwedî li vê dernakeve? Li tirkiyeyê piştî tirkan nifûsa herî girîng ma ne kurd in? Ne parçeyê tirkiyeyê ne? Niha xizmên kurdan li vê derê ne. Ma bi vî rengî nêzîkatî tê nîşandan? Ma dewletek bi vî rengî nêzî xizmên welatiyên xwe dibe? Îzahata vê nîne. Kes jî bersivê nade vê. Çima bi vî rengî dikin? Ne tenê kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ne tenê kurdên ku deng didin DEM Partiyê, her wiha kurdên deng dane AKPê jî vê fêhm nakin, kurd hemû vê nêzîkatiyê fêhm nakin. tirkiye çima vê dike? Lewma ev nêzîkatiyên dewleta tirk rast nîne. Ma tirkiye nabêje? Çima li Xezeyê ev şer diqewime, çima Îsraîl êrişî Lubnanê dike, çima Îsraîl êrişî filan deverê dike? Li ber êrişê radibe, li ber şer radibe, dibêje bila aştî bibe. Lê niha radibe dibêje, eger bi vî rengî bibe em ê dest li wê derê werdin. Em çi mejî ye? tirkiye wê, wê deverê biqede qada şer? Ka aştiyane bû? Li Xezeyê aştiyê dixwaze, li Lubnanê aştiyê dixwaze, li Sûriyeyê aştiyê dixwaze lê li hemberî kurdan şer. Li wê derê kurd û hikumeta Şamê dikarin pirsgirêka xwe çareser bikin. Dikarin nîqaş bikin wê çareser bikin. Pirsgirêka navxweyî ya Sûriyeyê ye. kurd nabêjin em parçe bibin, Sûriyeyê parçe bikin. Nêzîkatiyeke welê nîne. Bêguman destê gelek hêzan di nav de ye. Belê, hêzên cuda jî hene. Ne tenê tirkiye, hêzên cuda jî nava Sûriyeyê tevlîhev dikin. Ya herî rast pêkanîna aramiya li Sûriyeyê ye. Aramî jî bi vî rengî pêk nayê. Bi sorkirinê, bi şerkirinê, bi rakirina li ber hev a Şamê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aramî wê çawa çêbibe? Lewma divê dewleta tirk polîtîkaya xwe biguherîne. Bi zext, gefan hewl dide gavê bide avêtin. Ev rêbazeke rast nîne. Rast nîne ku vê rêbazê timî li dijî kurdan bi kar tîne. Bi taybetî li tirkiyeyê rewşeke bêşer heye, pêvajoyek heye. Hîn jî ev tê nîqaşkirin, wê bi ku ve biçe. Di demeke bi vî rengî de wê demê li Sûriyeyê jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nêzîkatî divê biguhere. tirkiye divê hîn bêhtir stratejîk bifikire. tirkiye bi stratejîk nafikire. Her tim bi fikara berê ya kurd tevdigere. Ji ber van fikaran nikare bi stratejîk bifikre. Nikare bi demdirêjî bifikire. Bi van nêzîkatiyên demkurt wê çiqasî bi kêrî tirkiyeyê bê, ev cihê gumanan e.
Li Stenbolê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî hate lidarxistin. Hûn li ser vê konferansê dixwazin çi bibêjin?
Li Stenbolê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî hate lidarxistin. Me ev konferans baş dît. Gelek beş beşdar bûn, hêzên demokrasiyê yên tirkiyeyê jî beşdar bûn. Yanî hewl hate dayîn ku di navbera demokrasî û aştiyê de têkilî bê danîn. Ramana ku çareseriya pirsgirêkan bi demokratîkbûnê dibe, li tirkiyeyê di asteke girîng de heye. Îro jî bi rastî li tirkiyeyê meyl, berhevkirin û potansiyela çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha demokratîk heye. Lê belê tê tepisandin, tê bêdengkirin û di bin tohmetê de tê hiştin.
An jî bi gotinên wekî “beka”, “welat-millet-Sakarya”… Wisa tê nîşandan ku qey demokratîkbûn dê tirkiyeyê parçe bike. Tirsên wekî “heger tirkiye demokratîk bibe, heger kurd bigihêjin mafên xwe, dê tirkiye rûbirûyê xetereyên nizanim çawa bibe” nahêlin ku ev tecrûbeya erênî ya tirkiyeyê derkeve holê. Ev bi rastî hêzeke tirkiyeyê ye, birikîneke wê ya erênî ye. Hêzeke tirkiyeyê ya bi vî rengî heye, lê vê hêza xwe bikar nayîne. Dibêjin “hêza nerm” û hwd… Bi rastî di vî alî de gelek tiştên tirkiyeyê hene. Lê gava bijartin ne ev be; gava bijartin tepisandin û bêdengkirin be, helbet ev tecrubeya demokratîk, ew meyla ku di wê konferansê de hate dîtin û geşedana eşkere, firsendê nabîne ku li tirkiyeyê bibe xwedî bandoreke mezin. Lê zemineke wisa li tirkiyeyê heye. Li tirkiyeyê têkoşîneke demokrasiyê ya ku xwe dispêre bi dehan salan, heta sed salî û ceribandineke ku wê afirandiye heye. Yanî ev tecrube dê li tirkiyeyê bêguman rêyeke ji xwe re bibîne. Bi vê minasebetê ez kesên ku ev xebat meşandine pîroz dikim.
Têgihîştineke sosyalîst a Rêbertiyê heye. Tevahiya jiyana Rêbertiyê di nava têkoşîna sosyalizmê de derbas bû. Salên 70yî ew dem bûn ku sosyalîzm herî zêde dihat nîqaşkirin, têkoşîna sosyalîzmê herî zêde geş dibû û lîteratûra sosyalîzmê herî zêde di rojevê de bû. Di vê serdemê de wek tevgera Apoyî, me jî di nav civaka kurd de ji bo pêşxistina ramanên sosyal hewildaneke mezin nîşan da. Me ne tenê bi ramanê, bi jiyana xwe û têkiliyên xwe jî hewl da ku em nûnertiya sosyalîzmê bikin. Em nebûn tevgereke ku bandora jiyana biçûk-burjuva û kapîtalîzmê lê bibe. Jixwe em tevgera xizanên kurd in. Me li ser wî zemînê civakî, sosyalîzm bi awayekî xurt parast. Rêbertî parast; ez şahidê vê yekê me. Ez wê demê sempatîzanê THKOyê bûm.
Kesê ku li Enqereyê pêşengiya geşbûna ciwanên şoreşger ên pêşîn kir, Rêber Apo ye. Hê di sala 74an de efû derneketibû, şoreşgerên kevin nehatibûn derxistin; Rêber Apo pêşengî kir. Ev tê zanîn. Di ADYODê de ciwanên şoreşger kom kir. Li dijî çi? Li dijî pasîfîzmê. Piştî êrîşên 12ê Adarê, li dijî meylên çep ên ku oportunîst bûbûn û ji têkoşînê dûr ketibûn, Rêbertiyek hebû ku çepên şoreşger a rastîn, çepê demokratîk ê şoreşger, çepê têkoşer û sosyalîzmê diparast. Her kesê li tirkiyeyê vê yekê dizane.
Rexneyên Rêbertiyê li ser Marksîzmê û li ser sosyalîzma berê hene. Yanî helwesteke ku Marx û Engels beriya 150 salan danîne holê heye. Pir girîng e, gelek tişt guhertin. Nêrîneke nû ya ramanê, sosyolojiyeke nû pêş xist û li dijî kapîtalîzmê helwestek nîşan da. Aliyên wê yên zêde hene, kêm hene, kêmasiyên wê hene. Lê ne wisa ye ku: “150 sal derbas bûne, dema sosyalîzmê derbas bûye” û hwd. Berovajî vê, di asta ku kapîtalîzm gihîştiyê de, bêtir pêdivî bi sosyalîzmê, bi jiyaneke antikapîtalîst û bi helwesteke antîkapîtalîst heye.
Bi rastî însaf! Meyl, nêzîkatiyên burjuvaziya biçûk… Li hemberî têgihîna sosyalîst a demokratîk, têgihîna sosyalîzmê ya Rêbertî û Tevgera me, li gorî xwe tişt têne gotin. Ev baş e; bila xwedî li sosyalîzmê derkevin, xwedî li Marks derkevin. Dikarin xwedî lê derkevin, bê nîqaşkirin; tiştekî ku em ji bo vê bibêjin tineye. Lê em tevgerek şoreşger in, tevgerek sosyalîst in; rexne çêdibin. Ma em dogmatîk in, ma em ê qet neguherin? Dema dibêjin wê neguhere ne ku dev ji sosyalîzmê berdin, xwe paşve bikşînin; sosyalîzm bêhtir rast temsîl bikin, di nav kapîtalîzmê de nehêlin…
Sosyalîzma dewletê! Rêbertî, Tevgera me sosyalîzmê û dewletê nayne kêleka hev. Dibêje, “Bi desthilatdariyê re sosyalîzm nabe.” Dibêje, “Sosyalîzm bi demokrasiyê re dibe, bi civaka demokratîk re dibe.” Teza bingehîn ev e. Dibêje, ”Bi rizgariya jinan re dibe.” Dibêje “Bi endustriyalîzme re nabe.” Bi pesn dayîna endustriyalîzmê…
Bi rastî pesnê sosyalîzma reel da. Ev endustriyalîzm niha xwezayê, her tiştî dixwe û diqedîne. Lê di serdema sosyalîzma reel de, di serdema Sovyetê de pesindayîna endustriyalîzmê taybetmendiyek sosyalîzmê bû.
Di vî warî de bi rastî jî divê xwedî li sosyalîzmê bê derketin. Belê, em dixwazin bêtir xwedî li sosyalîzmê bê derketin. Ji ber ku revîna ji sosyalîzmê heye, di nav sîstema kapîtalîst de helandinek heye, feraseta jiyana burjuvaziya biçûk heye; divê ev bên terikandin. Divê di wateya rast de bibin civakî, bibin sosyalîst û komunal bijîn. Lê divê rexneyên Rêbertiyê fêm bikin. Yanî dibe bê rexnekirin. Rêbertî teoriyekê datîne holê. Piştî demekê, dibe ku di vê analîzê de kêmasî hebin. Rexne wê hebin, rexnedayîn wê hebin. Em ê rexnedayîna xwe bidin, lê lazime fêm bikin.
Tiştekî din jî; divê hinekî exlaqî û wijdanî bin. Rêbertî di zindanê de ye. Yanî nikare nîqaşek vekirî bimeşîne. Di bin wan mercan de, bi zorê dikare hin ramanên xwe ragihîne. Belê, em amade ne ku bi hemû beşên çepgir, sosyalîst û tevgerên sosyalîst re nîqaşên kûr bikin. Divê em nîqaş bikin. Nîqaş ne tiştekî xirab e. Na, “Di 150 salan de ev tişt hatiye gotin”; ev rast e. Bi hişyariyê nabe rast, heval! Dikare biguhere, dikarin biguherînin. Vê yekê çima biguherînin? Ji bo ku bi bandortir têbikoşin, ji bo di nav kapîtalîzmê de nehelin. Teza herî girîng a Rêbertiyê; di nav kapîtalîzmê de nehelin. Yanî bibin dij-kapîtalîstek baş, nehele. Bibin temsîliyeta rast a sosyalîzmê.
Ev cuda ye: Dibe ku ew hin rexneyên me, hin rexneyên Rêbertiyê rast nebînin. Lê nîqaşkirin mijarek cûda ye. Lê ji ber ku Rêbertî hin tiştên Marx rexne kirine bi vî awayî êrîşkirin ne nêzîkatiyeke rast e. Ev ne nêzîkatiyek sosyalîst e. Ji ber vê yekê hin nêzîkatî bi rastî ne li ser xwedîderletina li Marks in. Çawa? Pir ziwa ne.. Yanî ne nîqaşeke li ser rexne, rexnedayîn û ramanekê ye, ji bo reşkirin û biçûkxistinê ye.
Wekî ku dibêjin, ji heman gundî pêxember dernakevin. kurdek, Marks rexne dike! Ma dibe ku kurdek, yekî ji Rojhilata Navîn, raman û hin tiştên Ewropayê rexne bike?!! Nêzîkatiyeke wiha heye. Li gorî min divê ev nêzîkatiyên rûberî werin terikandin. Bêguman, divê rexne hebin, dibe ku hin rexne neyên qebûlkirin, dibe ku niha neyên fêmkirin. Dibe, em dikarin li ser nîqaş bikin. Bi rêya nîqaşên rû bi rû em dikarin ramanên xwe deynin holê. Dostên din ên sosyalîst jî, her kes jî dikare ramanên xwe deynin holê.
