26 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mezlûm Ebdî dê beriya serê salê biçe Şamê

Berdevkê Ragihandinê yê HSDê Ferhad Şamî, diyar ikr ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî dê beriya serê salê biçe serdana Şamê.

Berdevkê Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, ji televîzyona Al Arabiya ya navenda wê Erebistana Siûdî re axivî. Şamî, têkildarî hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê de axivî.

Ferhad Şamî, diyar kir ku dê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî beriya serê salê biçe serdana Şamê û di mijara entegrekirina HSDê ya di artêşa Sûriyeyê de hemfikir in û bi Şamê re xalên hevpar hene.

Şamî, îdiayên li ser hin dezgehên çapemeniyê hatin weşandin ku dibêjin HSDê li eyaleta Suweydayê hêzên leşkerî yên durzî perwerde kirine derewand û got: “Me hêzên Hîkmet El Hîcrî perwerde nekirine. Têkiliyên me yên bi gelê durzî re hem siyasî hem jî di asta gel de ne. Tecrûbeyên wan ên leşkerî hene û pêwîstiya wan bi perwerdeya leşkerî ya HSDê nîn e.”

Şamî, têkildarî îdiayên der heqê têkiliyên HSD û Îsraîlê de jî got: “Tu têkiliyên me bi Îsraîlê re nîn in. Heke têkilî bi Îsraîlê re hebûna dê tu kesî cesaret nekira êrişî HSDê bike. Yên van gotegotan belav dikin, ew kes in ên xwedî tu projeyeke neteweyî ya berfireh a Sûriyeyê nîn in.”

Di vê navberê de, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî duh di civîna Şandeya Piştevaniya Muzakereyan a duh li Tebqayê hat lidarxistin de axivî û di heman çarçoveyê de axivîbû. Ebdî, gotibû ku ew girêdayî Mitabeqeta 10ê Adarê û her çend car bi car binpêkirin çêbibin jî guftûgoya bi hikûmeta demkî re qut nebûne û ji bo pêşxistinê hewldanên wan hene.