Diroka fermî ya Tirkiyeyê, bi gotina erebî, “suî misal e û nabe misal”, bi kurdî “mînaka xerab e û nabe mînak”!
Em mecbur in dîroka fermî ya Tirkiyê, ji paş ve û berbipaş ve bixwînin: Ev jî wê bibe bingeha naskirina sosyolojiya qirkirinê ya Ziya Gokalp û neynika naskirina paşayên mîratzedeyên Îttîhat Terakkî û xeta nazîst.
Li cîhanê, deriyên dîrokê nayên kilîtkirin; lê dewleta Enqereyê sed û yazdeh sal in, dergehên dîroka jiyanê li ber kurdan kilît kiriye. Di vê serdemê de gelek bûyerên dejenere û kaotîk derketin holê. Armanc jî tunekirina gelê kurd, “deportasyon” (1) û dagirkina erdnîgariya Kurdistanê bû.
Ya balkêş ew e ku “kapîtalîzma enternasyonal” jî, bi hemû hêza xwe, veşarî û aşkere destek da mîlîtarîzma paşayên faşîst. Paşayên Îttîhat Terakkî bûne bavê Hîtler, lê nazîzma Hîtler jî bû bingeha “tirkên nazîst”. (2)
Ewropa naziyên Almanya berteref kirin, lê naziyên tirk destek kirin di qirkirina serdema Şêx Seîd û Dêrsimê de û di dagirkirina Hatayê de hate dîtin ku, dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê û qirkirina gelê kurd bi rêbazên klasîk û paşverûtiya sedsala navîn tê kirin.
Tirkên nazîst, destpêkê bi navên “Çeteyên Turkistanî”, “Çeteyên Qefqasî”, “Çeteyên Gûrcî” û “Çeteyên Tatar” dest bi kar kir.
Ev jî dide xuyakirin ku paşayên Îttîhat Terakkiyê, siyaseta avakirina çeteyên serdema qirkirina gelên “xeyrî mislîm”, salên 1909-1921, fêrî faşîstên nazîst û SSan jî kiriye. (3)
Di dîrokê de gihîştina tixubê dawî heye. Tê dîtin û fêhmkirin ku her tişt bi dawî nebûye û li Kurdistanê jî hêza ku parasina gelek tiştan bike heye.
Rêber Abdullah Ocalan, ev rastî dît û dest bi têkoşînê kir.
Piştî şerê nîvsedsalê, kilîdên deriyên dîrokê hatin şikandin, faşîstên mîratzede mecburî dexaleta ber lingê Rêber Apo bûn. Piştî dexaletê, Rêber Apo, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û li meclisa Enqereyê komîsyona çareseriyê hat avakirin. Salek di ser avakirina komîsyonê re derbas bû û encama salekê jî radestî meclisê hat kirin. Niha jî, partiya Zafer, ucûbe Umît Ozdag, û partiya ÎyÎ “namusawat” Musavat Derwîşogu, ne di nav de, hemû partiyên klasîk ku bi diruşma “sêva sor” û “faşîzma nazîst” siyasetê dikin, dîtinên xwe, armanca xwe ya li ser pirsa kurdî û çareseriyê bi raporên cuda radestî parlamentoyê dikin.
Ji bilî DEM Partiyê, hemû partiyên klasîk yên bi îdeolojiya fermî û sosyolojiya qirkirinê ya Ziya Gokalp hereket dikin; tiştekî nû nabêjin; dîsa “meşa kuştin û wêrankirinê” didomînin. Bi gotina “dewleta bêteror”, dixwazin kurdan li her derê bêçek û rût, şilf û tazî li holê bihêlin û car din di “gora betonî” de metfûn bikin. Bi taybetî, li dijî Rojava, li dijî destkeftiyên şoreşa bi derdêlên giranbuha ya gelan hatiye pêkanîn, di nav liv û tevgerê de ne. Dewşirmeyên nazîst qîran didin û dixwazin Şoreşa Gelan a li Rojava radestî însafa çeteyên paramîlîter û bermayiyên DAIŞê bikin.
Her çiqas di dîroka dewleta Enqereyê de, yekemîn car e, li meclisê û bi armanca çareseriya pirsa kurdî “komisyonek” hatibe avakirin; yekemîn car, lîderê kurd muxatab hatibe girtin û bi Rêber Apo re hevdîtin hatib kirin jî, rojane û di çarçoveya nijadperestiyê de, surprîzên nû derdikevin holê.
Ev xeta sor a dewleta otorîter û felsefeya “vesf û normên yekyekan” e ku bi sosyolojiya qirkirinê ya Ziya Gokalp hatiye avakirin û bi destê “nazîstên tirk” tê meşandin. Gelo ev surprîzên kaotîk ku baweriya gelê kurd têk dibin; yek, bela ”komên mafîyoz“ e; du, bela ‘’komên terorîst” ên “naziyên tirk”e; sê, bela çeteyên JITEM û Gladyoyê ye; çar, yan bela çeteyên paramîlîter e ku bi destê dewleta Enqereyê hatine avakirin?
Hemû bask jî, berhemên “Teşkîlatî Mahsûsa” ne ku bi pêşengiya Enver Paşa hatin avakirin û bi serokatiya Mustafa Kemal hatine bihêzkirin. Piştî salên 1940î, SSên misilman ketin nav tevgerê. (4)
Diruşma ‘’li welat aştî, li cîhanê aştî“ tenê ji bo petro-polîtîkayê, li dijî komunîzm û kurdîtiyê hat bikaranîn.
Gotina ‘’Tirkiyeya bêteror“ ku îro di pêvejoya çareseriya civaka demokratîk de tê bikaranîn jî, bi heman wateyê tê bikaranîn. Kurd jî wateya vê diruşmê baş dizanin û di şerê cîhanê yê 3yemîn de, bi bîr û têgihîştina diyalektîka serdemê, di radeya SOSê de hereket dikin.
Kurd jî, eniya demokratîk a şiyar jî baş dizanin ku ruhê Talat Paşa, di nav tevgerê de ye. Her çiqas gotina kemalîzmê were bikaranîn jî, di her hal û karî de “sêva sor” zindî ye û cîhada şerê taybet jî, geh bi rêya çeteyên paramîlîter, geh bi şerê xeyrî nîzamî tê meşandin.
Ev siyaseta “deportasyon”ê ye; hem derxistina gelê kurd ji dîrokê, hem dorpêçkirina mîlîtarîst a erdnîgariya Kurdistanê ye. Ev dorpêç, bi qanûnên polayî û qedexe, bi mandelekirin-înkara nasname, ziman û çandê tê meşandin.
Tevî ku salek di ser komisyona çareseriya pirsa kurdî re derbas bûye jî; yek, zimanê kurdî hîna qedexe ye; du, tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike; sê, dîlên azadiyê, nexweş, siyasetmedar û hevşaredar jî di nav de, yek kes nehatiye berdan, înfaz bûye dîwarê tunekirinê; çar, “Cîns gef”ên li ser gelê kurd, medya kurdî, rojnamevan û nivîskarên kurd jî dewam dikin.
Kurd, dibînin û dizanin; desthilatdariya AKP-MHPê, dixwazin “dewleta bêteror”, weke cîhada “sêva sor” bi kar bînin. Bi vî awayî, hem kurdan bê deng bikin, ji mafên demokratîk dûr bikin, hem li Rojhilata Navîn, Asya, Efrîqa û Ewropayê serkeftinan bi dest bixin.
Lewma di siyaseta herêmê û cîhanê de, Teşkîlata Dewletên Tirk, karsaziya şer bi kar tînin; di dîplomasiyê de jî çakûçê xwe hem li sidan didin, hem li hesin didin!
Kurd êdî destûrê nadin ku dewleta Enqereyê, bi hişmendiya nijadperest, tûranîst, nazîst û îslama sêva sor derkevin futuhata Kurdistanê.
Filozofê amerîkî George Santayana dibêje; “Kesên ku pêşerojan ji bîr bikin, mahkûmê wan rojan dibin.” Vêca kurd, hem dîroka xwe dizanin, hem pêşerojên tijî bûyerên kaotîk û dejenere di bîra wan de ne û hem dîroka dijmin dizanin, hem jî dek û dolab, xap û ripên dijmin jî di bîra wan de ne.
1-Deportasyon, bi zorê koçberkirin-dersînorkirina xwediyê cih- welatiyan e…Valakirina welat ji ehlê cih e.
2-Naziyên tirk, bi pêşengiya îdeologê nazîst Dr. Ernest Voerman û rêxistina Ciwanên Elmanya, bi diruşma avakirina “dewleta turan” derketin holê. Paşayên desthilatdar ên dewleta Enqereyê jî ew bi hemû hêza xwe destek kirin.
3-Paşayên Îtîhat Terakkî, di serdema qirikirina gelên ermen, rûm, suryan û kurd de, diz û kujerên ji girtîgehan derxistin, weke çeteyên paramîlîter, bi navê “Gîzîr”, “El Xemsîn”, “Tabûrên Kasaban”, “Çerkez”, “Kêrd” û hwd. avakirin û êrîşî gelan kirin.
4- SSên misilman, ‘’Rêxistina Biratiyê“ ava kirin û tekîliya Hîtler û Şef Îsmet Înonû xurt kirin. Piştre, di nav artêşa tirk de bi hêz bûn, ligel faşîstên weke Sakalli Nureddîn Paşa, nazîstên weke General Mustafa Muglali jî zêde bûn…
