26 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hafizeya şikestî

Mîna Acar

Ava bendavê her tişt daqurtandibû. Bîr, ne ew tişt e ku di wêneyên kevn de tê parastin. Bîr, ew êşa kûr e ku dema mirov li valahiyê dinêre, di sînga mirov de çêdibe.

Hevalê min li ser konpîterê werger dikir, carê serê xwe dizîvirand û li min dinihêrî.

Ez têdigîhiştim ku ew ê tiştekî ji min re bibêje. Pir dem neket navberê, dîsa serê xwe zîvirand û got “wê nivîskarek ji Ewropayê were, li tercumanekî digere da ku li Amed, Heskîf û Mêrdînê li cihên dîrokî bigere… Ez dixwazim tu jî bi me re werî, ger ew jî qebûl bike.” Bêyî ku ya dilê xwe bibêjim, wî berî min ser temam kir û got, “Erê ez dixwazim tu jî bi me re werî”. Min li çavên wî nihêrî û got “temam”, lê ne ku ji dilê min hat. Min bixwe jî fêhm nekir ji bo çi bêyî dilê xwe diçim? Lê ji dilê min nedihat bibêjim “na” jî. Ya rast ez bi şik bûm, gelo ji dil dixwest ez bi wan re herim?

Min dizanibû ku ez ê ti carî negihîştima bersiva rast, lewma jî min zêde guhê xwe nedayê.

Danê sibê me xwe amade kir û berî da Mêrdînê û em çûn me mêvana xwe ji otêlê wergirt. Wê bi zimanê biyanî ji me pirsî, min jî bi kurmancî lê vegerand. Tercuman di navbera me de çû û hat. Mîna cotkarekî ku di navbera mal û erdê xwe de here û were. Min ji wê pirsî got, “Tiştekî bala min kişand, gelo tu bo çi difikirî Heskîfa di binê avê de bibinî?” Bîstekê fikirî û ev nivîskara nêzîkî şêst salî xemgîn bû û got, “Ez cara ewil di 20 saliya xwe de hatim, min dît û gelekî di bin bandora wê de mam. Li vegerê gundek li ser rê hebû. Min li wî gundî wêneyên zarokan girtin.” Hîn gotina xwe berdewam dikir, hin wêne dirêjî min kirin. Belê, wêneyên zarokên kurdan bûn. Bi solên laylon, kirasên kin û pantorên bidevdeling, rûyên wan ên gemarî… Hin ji wan nû ji berhevkirina pembû, ji ser erdan hatibûn. Ez kêfxweş bûn ku yeka biyanî qîmet dabû wan û bi kêfxweşî sûretên wan girtibûn. Me wê rojê bi gera li Mêrdînê roja xwe bihart. Êvarê me ew danî otêlê û em vegeriyan malê.

Serê sibê em dîsa bi rê ketin û me berî da Mêrdînê, otêla ku me ya biyanî jê wergirtibû. Îro jî me ew wergirt û vê carê me berî da Heskîfê; bi dilekî kul ku çavên min nedixwestin mîraseke çandî, dîrokî û bêhempa di bin avê de bibîne. Lê dîsa em li ser rê bûn û diçûn. Ti carî em ji çand, ziman û rastiya xwe dûr nediketin…

Dema em nêz dibûn dilê min dikir teperep û min ji xwe dipirsî, “Gelo ez dikarim vê xemgîniyê li xwe ragirim?” Berî ku bizanibim em bêhtir nêz bûn. Em hatin ber mizgefta wê sekinîn, lê ji bilî wê ji wê gencîneyê ti tişt nemabû. Me Heskîfa xwe nedît! Li dewsa wê, vîllayên fabrîqasyon ên di şiklekî de ku çavên mirov diêşandin, hatibûn avakirin. Bawer dikim, tenê niştecihên dewlemend ên hay ji bîra xwe ya dîrokî nînin, di wan de bi cih bûbûn.

Dema vê jina biyanî ku gelekî xemgîn bû, xwe da aliyekî û li lênûska xwe tiştin nivîsîn, min jî di heman demê de di dilê xwe de dinivîsand. Em nepeyivîn li ser ti tiştî…

Mîna peykerekî ji axa xwe hatiye qewirandin, ez li hemberî wê manzereyê lal û mat mabûm. Ew bêdengiya ku kete navbera me, ne ji nebûna gotinan bû; ji giraniya heqîqetê bû.

Avê her tişt daqurtandibûn, lê ya ku di bin wê ava lalkirî de mabû, ne tenê kevir û minare bûn; ew zaroktiya me bû, ew dengê kalikên me bû ku bi hezaran salan di nav wan zinaran de deng vedabûn. Ew vîllayên spî û sar ên ku li şûna dîrokê hatibûn çandin, mîna kêlên goristaneke nûjen, bêruh û bêname bûn. Ew ne xanî bûn, ew perdeyên betonî bûn ku hatibûn kişandin da ku em bîranînên xwe nebînin.

Min çavên xwe li jina biyanî gerandin. Pênûsa wê li ser kaxezê digeriya, hewl dida ku vê wêraniyê, vê valahiyê tomar bike. Lê gelo kîjan murekkeb dikare şûna bîranîneke şikestî bigire? Ew gerokek bû ku li “wendabûna bedewiyê” digeriya; lê ez… ez parçeyek ji canê xwe li wir, di bin wê kûrahiya tarî de digindirîm.

Wê gavê min fêhm kir ku bîr, ne ew tişt e ku di wêneyên kevn de tê parastin. Bîr, ew êşa kûr e ku dema mirov li valahiyê dinêre, di sînga mirov de çêdibe. Av dikare bajaran veşêre, dikare zinaran bixeniqîne, lê gelo dikare wê şopa ku li ser giyanê me hiştiye paqij bike? Em sê kes li wir sekinîbûn; yekî dinivîsî, yekî werdigerand, û ez di bêdengiya xwe de diqîriyam. Me Heskîf wenda nekiribû, me neynika ku me rûyê xwe tê de didît şikandibû. Û niha, di parçeyên wê neynikê de, her yek ji me li rûyekî biyanî digeriya.