Şêxmeqsûd û Eşrefiye du taxên li Helebê ne. Di van taxan de gelên ereb, suryan, kurd û baweriyên cuda bi hev re dijîn. Rejîma Baasê ya ku di 8ê kanûna 2024an de ji aliyê HTŞê ve hat hilweşandin bi salan êrişên xwe yên li ser van tavan meşandin. HTŞ ya ku ev saleke ye li ser desthilatdariya Sûriyeyê ye ji dêlva ku aramî bîne Sûriyeyê berovajiyê wê tevliheviya heyî hê kurttir dike.
Di encama berxwedana şêniyên Şexmeqsûd û Eşrefiyê di 1ê Nîsana 2025an de bi HTŞê re li ser rêveberina van taxan peyman hat îmzekirin. Herwiha di 10ê Adarê de di navbera HSD û HTŞê de jî peyman hatibû îmzekirin. Li ser van peymanan divê êriş li ser van du taxan nehatina kirin. Lê çend roj berê hin çete aramiya li van taxan kirin hedef.
Hevseroka Şaredariya Taxên Şêxmeqsûd û Eșrefiyê Emîne Beyrem der barê êrişên li ser wan pêk tên axivî.
Emîne Beyrem da zanîn ku êrişên yekemîn saet di 5an de li dijî endamên ewlehiyê pêk hatine û ev tişt anî ziman: “Di encama vê êrişê de du endamên ewlehiyê birîndar bûn. Di êrişa wan de diyar dibe ku ev êriş hatine plankirin. Wan bi êrişa xwe xwest tevliheviyeke çêbikin. Ev êriş bi destê çeteyên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên fînansekirin pêk hat. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku ev êriş xizmeta dewleta tirk dike.
‘Gel berxwedanek mezin da’
Emîne Beyrem di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku bi salane berdewam dikin û wiha got: “ Di vanbera salên 2013 û 2016an êrişên li ser taxê bi destê çeteyên dewleta tirk dihatin kirin. Gelê li van taxan li dijî van êrişan berxwedaneke mezin dan. Vê berxwedanê planên li ser herdu tavan xira kirin. Lê dewleta tirk ji bo pêkanîna planên xwe tim di nav hewldanan de bû. Ji ber vê yekê ye ku ji hilweşîna rejîma Baasê heta niha bû du car êrişên me dikin.”
Emîne Beyrem di berdewamiya axaftina xwe de got: “Wek tê zanîn di 1ê Nîsanê de me û rêveberiya HTŞê li ser rêveberiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hev kiribû. Niha bi van êrişan hem dewleta tirk hem jî HTŞ dixwazin ku peymanên 1ê Nîsanê û 10ê Adarê têk bibin. Hewl didin van taxan vala bikin. Lê şêniyên van taxan li dijî van planan li ber xwe didin.”
‘Xetere li ser taxan heye’
Emîne Beyrem ji bo xetereyên li ser Şexmeqsûd û Eşrefiyê wiha axivî: “ Niha em di demsala zivistanê de ne. Pêwistî bi sotemenî û ar heye. Li herdu taxan nexweş hene. Heke êrişên heyî berdewam bikin dê rewşa me xirab bibe. Ev herdu tav bi salan di bin êrişa rejîma Baasê de man. HTŞ ya ku niha li ser kar e ew zehmetiyên heyî hê dijwartir kiriye. Li taxan niha kerebe nîn e. Dîsa ava vexwarinê kêm bûye. Heta niha nehiştine ku tu alîkarî derbasê vir bibe. Nexweşîn li taxan belav bûye. Heke derman neynê dayîn dê rewş xirabtir bibe. Ji ber ku çûyîn û hatin jî hatine qedexekirin bijîjk jî nikarin bikevin taxê.”
Emîne Beyrem wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê xwestin ku li Sûriyeyê aramî bê avakirin lê mixabin bi vê nêzikatiyê HTŞ nikare tu aramî pêş bixe. Niha li van taxan ereb, suryan, kurd û ji ol û baweriyên cuda kes hene. HTŞ jî dewleta tirk jî li dijî vê ne. Em naxwazin rewşa me xirab bibe. Ji bo vê em li berxwedidin. Divê hikûmet jî heke di rastiyê de aligirê aramî aştiyê be divê dev ji van êrişan berde û çeteyên ku van êrişan pêk tînin ceza bike.”
