26 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mezlûm Ebdî: Li ser entegrasyonê lihevkirinek hevpar pêk hat

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî der barê hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de peyama "Di navbera aliyan de lihevkirinek hevpar çêbûye" da.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya telekonferansê tevli civîna Desteya Şêwirmendiyê ya piştevaniya Komîteya Gotûbêjkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.

Ebdî behsa mijara yekbûna leşkerî kir û diyar kir ku di navbera aliyan de li ser bingeha nêzîkatiyek ku berjewendiya giştî dide pêş, lihevkirinek hevpar çêbûye û wiha got: “De rbarê yekbûna hêzên leşkerî de, lihevkirinek hevpar di navbera aliyan de bi awayekî ku di berjewendiya giştî de ye çêbûye.”

Mezlûm Ebdî tekez kir ku bidestxistina çareseriyek mayînde li seranserê Sûriyeyê rasterast bi pirsgirêkên destûrî ve girêdayî ye û wiha axivî: “Aşkere ye ku hin pirsgirêkên destûrî hene ku ji bo bidestxistina çareseriyek mayînde ku tevahiya Sûriyeyê di nav xwe de digire, hewceyê dem û danûstandinên berfireh in. Em bawer dikin ku çareseriya li Sûriyeyê divê li ser bingeha modelek rêveberiyê ya berfireh û hevseng, dûrî avahiyên navendî, pêk were. Di vê çarçoveyê de, şêweya hikûmetê û beşdariya bi bandor a hemû pêkhateyên welêt di pêvajoyê de di nav stûnên bingehîn ên çareseriyê de ne. Ji bo gihîştina destûrek ku hêviyên hemû beşên civakê nîşan dide, diyalogek kûrtir û avakertir pêwîst e.”

Mezlûm Ebdî diyar kir ku der barê deriyên sînor û rêveberiya sînor de jî pêşketin çêbûye û got: “Ji bo afirandina vîzyonek hevpar derbarê deriyên sînor û rêveberiya sînor de pêşketin çêdibe. Têgihîştinek zelal heye ku çavkaniyên xwezayî milkê hevpar ê hemî sûriyan in, ne yê tu aliyekî ne. Li ser gelek mijarên bingehîn lihevkirinek çêbûye û em hêvî dikin ku di serdema pêş de li ser hemî mijarên mayî lihevkirinek çêbibe. Di vê çarçoveyê de, em pêşniyar dikin ku gelên herêmê di çarçoveyek destûrî de, bi mekanîzmayên demokratîk û rewa herêmên xwe birêve bibin.”