Ji niha şûn de 15 rojan carekê, em ê hewl bidin li vir teşiya wêje, ziman, huner, civak û ramyariyê badin. Em ê carinan hiriyê birêsînin carinan jî verîsînin.
Gotineke pêşiyan heye dibêje “Bêyî Xwedê dibe lê bêyî xwedî nabe”. Di vir de mebest ne bawernekirina ji Xwedê û înkarkirina Xwedê, ne jî pîrozkirin û rewakirinaxwedî/efendî/desthilatdariyê ye. Mebesta ji “xwedîbûnê” tê wateya rêxistinbûn, hevgirtin, piştgiriya kom an jî civatekê. Ji ber ku pêşiyan baş dizanî, mirov ji hêzeke îlahî wêdetir bi hêzeke şênber û berçav dikare bigihîje armancên xwe, şer bike, li ber xwe bide û heq ji karê xwe derkeve û têkiliya bi “xwedîbûnê” jî nabe ku têkiliyeke metayî, desthilatdarî û hîyerarşîk be. Divê ev têkilî ji hundir ber bi derve ve, ji jêr ber bi jor ve û ji navendê ber bi dûrahiyan dirêj bibe, ev jî dibe “xwebûn”. Ji bo ku mirov bibe “xwe” –ev jî diyar dike ji berêrîş û zextên li ser mirovbûnê, mirov berê ji xwebûnê, piştre ji kesbûnê û herî dawî jî ji mirovbûnê derketine– divê berê xwe ji toz û tebar, gend û demar, zeng û zingara zext û zoriyan daweşîne, qilêra ji ber dîrokê mayî ji ser xwe bixeritîne.
Di dema xeritandina qilêra dîrokê de dema beden xwînî bû, divê bihêle ew xwîna qirêjî jî biherike. Beden dizane ji bo ku ew xwe nû bike, divê piçekî xwîn biherike û bi vî awayî beden xwîna nû çêdike. Di heman demê de beden dîsa dizane dema xwîn zêde biherike dibe ku ew bimire jî. Li vir helwesta bedenê dibe helwesta “xwebûnê”, ji xeynî bîr, rûmet û hebûnaxwe dikare her tiştên aîdî xwe ji ser xwe biavêje, feda bike û hilweşîne û piştre bi bîr, rûmet an jî hebûnê dikare ji xwe re tiştên wisa ava û saz bike ku deh katan li tiştên berê be.
Di qonaxên ber bi “xwebûnê” de, nabe ku “xwînî”bûn bi dermanên ji derve were sekinandin. Di “xwebûnê” de “îthalat” û “îhracat”ên ramyarî û felsefîk hene lê dermanê sekinandina xwînê ji derve nayê. Di xwebûnê de, birîn divê qalikê birîna xwe ji xwe re hayevnê pakbûn û başbûnê, çawa ji bo ku “bibe xwe” xuriya û krîz û belaya “xwebûnê” anî serê xwe, dîsa ew baş dizane ku xuriya mirov bi destê xelqê naşikê. Ew ê xura xwe bişikîne, di rêya “xwebûnê” de krîz û belaya ku aniye serê xwe, wê ji xwe re bike firsendeke xweavakirinê.
“Xwebûn” ji biryardayîna “xwe-xwînîkirinê” û “xwînîbûnê” tê. Pêşiyan gotiye “Serê naêşe, paçikan lê negerîne” lê “xwebûn” ev e ku “serê naêşe” bişikîne, xwînê jê berde û bi ser de paçikan jî lê negerîne. Di rewşa “ne-xwebûnê” de ew paçik belkî karibe bibe derman û êşbirek lê di “xwebûnê” de pêdivî bi paçikekî xerîb tune, ew paçikê ku ji bo kesên “nebûne xwe” pêdiviyeke lezgîn be jî, ji bo kesên “bûne xwe” ew paçik encax bibe destmaleke ji bo govendê.
“Xwebûn” heke darek be, ji bo ku ew dar baş bişixule û mezin bibe, divê kesaxtina wê darê pêk were. Ba û bahoz dibe ku hin şax û guliyên darê bişikîne lê dar di rêya “xwebûn”ê de divê qîma xwe bi vî tiştî neyne û ji xeynî şax û guliyên wê yên hatine şikandin, divê ew şax û guliyên xwe jêbike, bişikîne û bikesixîne. Ji ber ku di felsefeya “xwebûnê” de ne tiştên ku mirov xwediyê wê ye li ser hesabê mirov were hesibandin, tiştên ku mirov dev jê berdaye, tiştên ku te ew red kiriye yan jî tiştên ku te ew şewitandine dikare ya te be. Di rêya xwebûnê de ne canê ku mirov pê dijî yê mirov e, canê ku mirov feda kiriye û daye rêya tiştekî dikare bibe yê mirov.
Pêşiyên me ji bo teşwîqkirina “xwebûnê” gotiye “çavê li deriyan, xwelî li seriyan”. Di qonaxên “xwebûnê” de jî derî hene, lê ev derî ne ji bo vî tiştî ne ku, kesek an jî tiştek ji derî were. Ev derî ji bo çûyînê ne. Di dawiya deriyan de “xwebûn” heye û di her deriyekî de kirasê ku li bejna “xwebûnê” nayê û “xwebûnê” dişidîne ji ser xwe diavêje. Di her deriyekî an jî qonaxekê de, kirasê tirsê, kirasê stûxwariyê, kirasê lixweheyirînê, kirasê tenêmanê, kirasê xem û tasewasan ji ser xwe diavêje. Di dawiya deriyan de wê “xwebûn” tazî bimîne, lê ev tazîbûn ne tazîbûna bedenî ye, ev tazîbûna avêtina maskeyên li ser bedenê ye, ev tazîbûn belavkirina mijê li ser ramyariyê ye, ev tazîbûn serbilindiya agirê xwebûnê ye. Ji ber ku agir jî tazî ye û wê hemû tebeqeyên li ser xwe avêtine.Çawa ku volkanek ji binê erdê dizê û agir dibarîne ser erdê, xwebûn jî ji volkanên hundirê xwe dizê, tebeqeyên hişê xwe diteqîne û agir dipekîne.
Xwebûn tê wateya ku ew navika xwe bi xwe bibire, heke li ber fetisandinê be ew karibe ava golê gişî vexwe, heke di bin aşîtê de mabe ew karibe hemû berfê bixwe û xwe rizgar bike, heke di berf û bûkê de li derve mabe, wekî eskîmoyan (înûît)ew karibe ji berfê ji xwe re îgloyan (malokên ji berf û cemedê) çêbike.
Bi kurtasî bêyî Xwedê dibe, bêyî xwedî dibe lê bêyî xwebûnênabe!
