Dema xebatên Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat avakirin û xebatên wê dê di 31ê kanûnê de bi dawî bibe, ji bo 2 mehên din hat dirêjkirin. Komîsyon, bi sedema ku rapora hevpar heta 31ê kanûnê amade nabe, îro civiya.
Prof. Dr. Havva Kok Arslan û Mûrat Sevecen, têkildarî axaftinên ku heta niha di komisyonê de hatine kirin nirxandinek kirin û aliyê axaftinan yên dişibin hev, yên ji hev cuda û pêwîstiyan sekinîn.
Wekîlan jî bal kişandin ser pêşkeşiyê û pêwîstiyan.
Piştre jî dema xebatê ya komîsyonê bi piraniya dengan 2 mehên din hate dirêjkirin.
