Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Komîserê berê yê Yekîtiya Ewropayê Thierry Breton jî di nav de vîze li 5 kesayetên Ewropî qedexe kir. Rêveberiya DYAyê her pênc kes bi îdîaya ku zext li şîrketên teknolojiyê yên amerîkî kirine û bi vî rengî nêrînên Amerîkayê sansur kirine, sûcdar kir.
Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Marco Rubio diyar kir ku kesên vîze li wan hatiye qedexekirin li dijî platformên amerîkî bi rengekî organîzeyî karê zextê meşandine û got: “Ev aktîvîstên radîkal û rêxistinên civakî yên sivîl ên bûne amûr, bi navê dewletên biyanî polîtîkayên sansurê mezin kirin. Her carê qisekerên amerîkî û şîrketên amerîkî bûn hedef.”
Ev gava rêveberiya DYAyê weke xeleka dawî ya êrişên li ser guhertinên Yekîtiya Ewropayê yên li ser qada dîjîtal tê dîtin.
Kesayetên ku vîze li wan hat qedexekirin ev in: CEO yê Centre for Countering Digital Hate Imran Ahmed, Rêveberên HateAid a ji Almanyayê Josephine Ballon û Anna-Lena von Hodenberg, rêvebera Global Disinformation Index Clare Melford û Komîserê berê yê Yekîtiya Ewropayê Thierry Breton.
Breton nerazîbûn nîşanî biryarê da. Global Disinformation Index jî biryara DYAyê weke “Bêexlaqî, bêhiqûqî û li dijî Amerîkayê” pênase kir û ev yek weke êrişeke otorîter a li ser azadiya fikrî nirxand.
