Serokê hikumeta Wehde El Weteniyê ya Lîbyayê Ebdulhemîd El Debîbe ragihand ku serfermandarê artêşa Lîbyayê û şandeya leşkerî, dema ji Enqereyê vedigerîn, balafira wan qeza kir, di encamê de serfermandar û kesên pê re mirin.
Desthilatên Tirkiyeyê ragihand ku, piştî balafira Lîbyayê “Falcon” ji balafirgeha “Esenboga” ya Enqereyê rabû û berê xwe da Terablusê ya Lîbyayê, peywendî bi balafirê re qut bû. Di balafirê de, 5 kes di nav de serfermandarê artêşa Lîbyayê Mihemed Elî El Hedad hebû.
