Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) gundewarê rojhilatê Dêrazorê şaneyeke DAIŞê bê bandor kir.
Di daxuyaniyê dev agahî hatin parvekirin:
“Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî HSDê bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî roja yekşemê, operasyonek li bajarokê Zîbanê yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê li dar dixe, di encamê de şaneyek xeternak a rêxistina DAIŞê ya terorîst bê bandor kir.
Piştî komkirina agahiyên îstîxbaratî yên têkildarî tevgerên şaneyê temam bûn, hêzên me cihê wê dorpêç kir û bang li wan kir ku teslîm bibin, lê endamên şaneyê gule avêtin, bi wê re pevçûn çêbûn. Di pevçûnê de 3 endamên terorîst hatin kuştin û 5 jî hatin girtin.
Navên terorîstên hatine girtin wiha ne:
Mazin El Serîx (Ebî Wafî)
Fadî El Serîh (Ebî Maimûn)
Medyen El Salim
Elawî Ebdurehman (Elî)
Emced El Serîh (Ebî Elî)
Di lêpirsînan de hat diyarkirin ku şaneyê teqemenî û mayîn çêdikirin û vediguhastin û erebeyên bombebarkirî amade dikin, planên ji bo nuqteyên leşkerî, sivîl û saziyên xizmetguzariyê hedef bigirin datanîn.
Hêzên me diyar dikin ku ew di operasyonên xwe yên ewlehiyê de ji bo serdegirtina şaneyên rêxistina terorîst û derbekirina veşartegehên wan dewam dikin, da ku ewlehî û aramî misoger bikin û terorê li herêmê têk bibin.”
