Ji qewlî latinos ve; de fakto Peymana Lozanê ya 1923yan têkçû. Îsmet Înonu hevalên xwe jî frotin û bi îngilîzan re lihev hat, Mûsilê, ango petrola başûrê Kurdistanê ji wan re hişt. Ev peyman li ser du stûnan ave bibû:
1.Misaki Milli bû ku pişta xwe dida peymana Sykes-Picot ya sala 1916. Beşbûna dewleta Ottoman û parçebûna Kurdistana roja em tê de ne.
2.Dê welatên emperyalist li hember înkar û qirkirina kurdan bêdeng bûna.
Demek dûvdirêj jî, welatên rojava di vî xalî de ker û lal man.
Dem çû dewran hat, heta bi rastiya îro ku stunek ji yê dewleta tirkan herivî ye. Ji dijminê kurdan ê dijwar, yê bi teoriya xwe ya tûran û gûrê har re, hew diserife kurdan înkar bike. Herwiha ger ne bi qasî tevgera kurdan jî be, biratiya kurd û tirkan bi dengekî bilind diqîrin. Û ji xwe hinen din, hîn jî dev ji fen û finasên xwe bernadin û ereban jî li vê ‘malbatê’ zêde dikin. Bi nav nakin, bê ka ev malbat dê li ters û talanê kê bidin, ji bo neyên kuştin gerek kesên ne musilman çiqas zêran deynin ser merşê, serê kîjan milîtanî jêkin, çend cêriyan peyde bikin û jinan li kijan bazaran bikirin û bifiroşin. Me ji bîr nekiriye bê dost û hevkarên vê umetê çikirine û bi çi radibin!
Fêde nîn e, konjuktura siyasî ya li cihanê, tevgera serfirazî û serxwebûna Kurdistanê û guhertinên sosyopolîtîk li Turkiye û Rojhilata Navîn zengil xistine stukura pisîkê. Her çiqasî xwe bide vî alî û wî alî jî, kurd wê dibînin.
Rê bidin ez anektotek li ser pisîkê bi wê bighînim; Li jûra pisîkê kunek heye. Di vê kunê re mişk dihatin odê daku tiştekî xwarinê peyde kin. Pisîk jî xwe li ber wan wedide dakû yê derbikeve jor bigre û bixwe. Rojekê mişk biryara xwe didin ku hew herin jûra pisîkê. Çendak di ser re diçe meraqa mişkan zêde dibe wekî gelo pisîk çi dike. Di qulikê re dinerin ku kitikê sicade daniye, kum li serî û nimêj dike. Bala xwe nade tiştekî din. Mişk jî bi dûvhev de hildikşin ode heta ser sicadê, lê kitik eleka xwe ji wan nahêne. Piştî nimêjê kitik çend gavan davêje û bi kumê li serê xwe devê kunê digre. Tiştê wekî dikaribe bê serê mişkan ez ji we re dihelim. Lê xalek nedihat bîra kitikê ku xanî hejiya ye û qul zêde bûne.
Me got; yek ji stunê peymana Lozanê herivî. Davî bi bêdengiya dewletên Rojava hatiye. Koşk û sarayek wan nemaye ku ji kurdan re mazûbanî nekiribe. Û ji xwe partiyên di ‘komisyonana xwedî çend navan’ der barê kurd û tevgera kurdan de raporan bi raya giştî ve digihînin.
Hêz û giraniya kurdan, dolemendiyê sererd û binerd yên Kurdistanê di rojeva kurdan û cîhanê de ye.
Bêçawa di serdema osmanî de ulemayên kurd pêşengê bahwerî û zanyariyê bûn, bi ser her zor û zahmetiyan de, ronesansa îro ya di nav kurdan de, di warê çand, wêje û zanyariyê de li civatek din ji yên Rojhilata Navîn de em nabînin.
Di encama înkar, talan derev û teşqelên dîrokî de, Îttihad Terakî û warisên wan civateke tije leşker saz kirine. Pergala wan xitimiye, hev kar dike.
Desthilatdariya TC, di van rojên pêvajoya nû de, bi ser giş hevldanên xwe yên ku kurdan ‘di xew re bibin’ re, li Kurdistanê, hêza xwe, hevalbendên xwe di bin navê komele û dergehên eşîran de organîze dike. Li bajarê Nisêbînê temaşe bike. Li cihên ku eşîr tunebin, hejarî, bêkarî, fihuş û narkotika pêşkêşî xelkê dikin, wek mînak Amedê, devlet rê dide cîhadistên xwe ku êrişî xelk û cihan bikin, dakû civakê ji hundir ve pûç bikin. Planê nû yê Şark Islahatê di devrê de ye. Sûr û Licê minakên aktuel in.
Ma vat î; konjuktura siyasî ya li cihanê, tevgera serfirazî û serxwebûna Kurdistanê, li Turkiye û Rojhilata Navîn zengil xistine stukura pisîkê.
Aşkere ye, hewkarî û yekrêziya kurdan giranî û meşruiyetek mezin dide doza kurdan. Yekrêziya kurdan coş û moralek bilind li nik kurdan saz kiriye. Li başûrê Kurdistanê ala Kurdistanê daliqandiye. Qebulkirinek navneteweyî aşkere ye. Deskeftên kurdan diyar in, herwiha erkên wan.
Li bakurê Kurdistanê tevgerek sivîlî kurdan heye. Zêde polîtîk e û birêxistine. Mîna xezala hayê wê ji kara wê hebê, çavên Bakur li rojavayê Kurdistanê ye.
Rojava, xwişka biçûk ku îro roj ji giş xwişkên xwe mezintir e. Fêkiyên moderntirîn û firehtirîn raperîna kurdan ya sala 2004an kom dikin. Herwiha kahremaniya jinên kurd ku li cihanê deng veda û hevkariya kurdan li Kobanê.
Rojhilatê Kurdistanê bi rumet û esalata xwe ve gelek caran ji doza kurd re bûye çira. Xelkek li pêşiya rêxistinên xwe. Bi durişma Jin Jiyan Azadî, mohra xwe li siska doza kurdî da. Bi xwişk û birayên xwe yên li Kobanê di dilê mirovahiyê de cihê xwe bidest xistin û carek din Şoreşa fransa anî bîra xelkê. Jin Jiyan Azadî, ango wekhevî, hewkarî û azadî gavek ji ya Şoreşa Fransa li pêştir e.
Vêca em çiqasî doza wekhevî, hewkarî û azadiyê bikin, çiqasî zimanê xwe bi kar bînînin, bajarên xwe, xwezaya xwe çanda xwe biparêzin, em ê hulqasî bikaribin peymana Sykes-Picot ji holê rakin!
