25 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî Sûriyeya nenavedî ye

Di ser hilweşandina rejîma Baasê re salek derbas bû û ti aramî pêk nehat li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêwîst bû ku Ahmed Şara ku wek serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tê naskirin, di siyaseta xwe de girîngî bida hundirê welêt da ku pergaleke demokratîk pêk bianiya, hemû pêkhate hembêz bikirana û pergaleke pirreng saz bikira.

Kesî texmîn nedikir ku di nav çend rojan de rejîma Baasê hilweşe ku bi dehan sal in li ser desthilatê bû. Bêyî şer û pevçûn û berdêl HTŞ hat desthilata Sûriyeyê bi dest xist. Di çend kêliyan de rewşa Sûriyeyê tev guhert û tevahî baregeh û cihên hikûmeta Baasê xist bin kontrola xwe. Her wiha sîstemeke li gor xwe, sîstem û destûreke îslamîst a radîkal saz kir; li ser bingeha yek dewlet, yek ol, yek reng û yek zimanî.

Gelo ka em bipirsin, 13 sal bûn rejîma Baasê li dijî opozîsiyonê şer dikir, em dikarin bêjin ku HTŞê hikûmeta Baasê di çend rojan de hilweşand?

Hêjayî gotinê ye ku em dikarin bêjin li paş van bûyeran hêza Îsraîlê heye. Ji bo Îsraîlê hilweşandina Baasê ne di asteke pir girîng de bû. Îsraîlê dixwest lingên Îranê ji Sûriye û Libnanê bibire. Wê siyaseta xwe pê kanî bi peymanên veşarî di navbera Îsraîl û Colaniyê berê Şarayê niha de.

Îsraîlê xwest kevirekî li du çûkan bide. Çûka yekemîn Îran û ya duyemîn sîstema Ahmed Şara ye. Piştî ku Îsraîl hemû rê û rêbazên xwe bi cih bîne, wê karîdora Dawûd û axa Colanê bi dest bixe. Piştre wê çûka duyemîn bêwate û bêqîmet bihêle, yanî hebûn û nebûna Ahmed Şara wek hev wê bimîne ango mirin wê  jê re baştir be.

Di van bûyerên tevlihev de Tirkiyeyê xwest serweriyê li ser hemû axa Sûriyeyê bike û heta demekê hemû biryarên hikûmeta nû bi xwe ve girêda. Her wiha wê xwest peymana xwe ya millî (mîsaqî millî) dubare bike û Sûriyeyê ji xwe re bike mîna parêzgehekê. Li vir Îsraîlê dewleta tirk li Sûriyeyê ji xwe re xeter dît. Ew bêhelwest nema û hemû baregehên ku Tirkiyeyê dixwest li Sûriyeyê bi cih bike, kirin aramanc û ew tune kirin. Ev peyamên şênber bûn ji bo ku Tirkiye xwe nêzî sînorên Sûriyeyê neke û nebe xeterî ji Îsraîl re û li ber planên wê yên siberojê.

Di ser hilweşandina rejîma Baasê re salek derbas bû û ti aramî pêk nehat li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêwîst bû ku Ahmed Şara ku wek serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tê naskirin, di siyaseta xwe de girîngî bida hundirê welêt da ku pergaleke demokratîk pêk bianiya, hemû pêkhate hembêz bikirana û pergaleke pirreng saz bikira. Ev xebat wê ji guhdarîkirina dewletên derve çêtir bûya. Di pirsgirêkên hundirîn de fetisî û siyaseta xwe li hember pêkhateyên Sûriyeyê şaş meşand û heman şaşitî û kêmasiyên pergala Baasê dubare kirin û hema bêje jê xirabtir jî bû.

Piştî hilweşidina Baasê rewşa Sûriyeyê her ku çû xirabtir bû. Her wiha di vê demê de dewletên hegemon li rewşa Sûriyeyê bi çavekî tirsnak meyzand û wan xwest ku vê rewşê sererast bikin. Piştî bûyerên beravê û durziyan xwestin bi rêya HSDê vê rewşê biguherînin. Di wê demê de peymana 10ê adarê di navbera general Mazlûm Ebdî û Ahmed Şara de hat îmzekirin. Şara nikaribû pêkhateyên Sûriyeyê bîne gel hev û ji ber vê jî dewletên derve xwest ji tecrûbeyên HSDê û rêveberiya xweser sûdê werbigirin da ku li Sûriyeyê pergeleke tekûz bê sazkirin. Ji ber vê ger em peymana 10ê adarê bixwînin em ê baştir têbigihîjin. Bi tecrûbeyên rêveberiya xweser dikare pergaleke demokrat û pirreng bê avrkirin ku tevahiya pêkhate xwe di nav de bibînin.

Ji bo vê jî dewletên hegemon dîtin ku Sûriye bi pergaleke navendî nikare bê birêvebirin û fêhm kirin ku pêwîst e pergaleke nenavendî ya bi rengê federalîmê bê sazkirin. Em dikarin zelaltir bêjin ku ji bilî nenavendîbûnê ti çareseriyeke guncav nîne ji gelên Sûriyeyê re û diyar e ku Sûriye ber bi avakirina pergaleke nenavendî ve diçe û wê bi ser jî bikeve.