25 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Penaberî sal bi sal zêde dibe

Endama Lijneya Rêveber a Navenda ÎHDê Gulseren Yolerî, li ser rewş û sedema zêdebûna penaberiyê diyar kir ku ji ber şer, xazinî û talankirina ekolojiyê her ku diçe hejmara penaberan zêde dibe.

Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, heta dawiya nîsana 2025an li tevahiya cîhanê 122,1 milyon mirovan bi zorê ji cih û warên xwe koç kiriye. Li gorî daxuyaniyê tê ditin ku her ku diçe hejmara penaberan zêde dibe. Endama Lijneya Rêveber a Navenda ÎHDê Gulseren Yolerî, anî ziman ku sedema vê zêdebûna koçberiyê, şer, xizanî û talankirina xwezayê ye û wiha got: “Kes û hêzên ji bo berjewendiyên xwe yên zêde û berjewendiyên dewletê bêhtir pêşiya koçberiyê vedikin. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe li dijî koçberiyê erk û berpirsyariyê nadin ser xwe. Ev jî dibe sedem ku êş û jariya mirovan zêde bibe.”

Gulseren Yolerî da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê jî tevî ku li ser esasê parastina mafên mirovan, aştî û demokrasiyê hatine avakirin jî, îro ev armancên xwe dane rawestandin û wiha berdewam kir: “Bi îmzekirina peymana mafên mirovan, divê mafê starê û mafên bingehîn ên mirovan biparêzin. Lê tevî ku peyman îmze kirine jî vê peymanê binpê dikin. Hemû welatên cîhanê mafê stara mirovan binpê dikin. Li ser navê ‘parastina sînoran’ tedbîrên taybet werdigirin û deriyê xwe li penaberan digirin. Li ser sînorên welatên xwe têlên bikelem û dîwarên bilind ava dikin. Dîsa îşkenceyê li penaberan dikin û wan ji sînorên xwe dûr dixin. Bi hinceta ewlehiyê van binpêkirinên mafan rewa nîşan didin.”

Gulseren Yolerî destnîşan kir ku penaberên derbasî sînorên welatên din dibin, bi kiryarên ku mirovan poşman dikin re rû bi rû dimînin wiha lê zêde kir: “Dewlet, şertên xerab ên li kampan, mayîna dirêj a penaberan a li kampan û dersînorkirina li dijî hiqûqê rewa dibînin. Îmzekirina peymana qebûlkirina paşvevegerandinê ya penaberan binpêkirina mafên penaberan zêde dike. Li Tirkiyeyê ev helwesta neyînî zêde li pêş e. Piştî 2013an cudakariya di navbera penaberan zêde bû. Ji bo penaberên ku ji Sûriyeyê hatin, bi demkî statuya parastinê hat dayîn. Lê mafê parastina navneteweyî nehat dayîn. Penaberên ji welatên din hatin jî li derveyî statuya parastina demkî hatin girtin. Mafê wan ê parastina navneteweyî hat sînordarkirin. Penaberên qeydên wan hene û qeydên wan tune ne, ji hev hatin cudakirin. Mafên ku dabûn penaberên Sûriyeyê yek bi yek ji destê wan hatin wergirtin. Îro penaberên ji Sûriye hatine Tirkiyeyê nikarin sûdê ji mafê perwerdehî û tenduristiyê werbigirin. Eger pereyên wan hebin dikarin biçin nexweşxaneyan. Ji bo wan êdî li Tirkiyeyê jiyan pir zor e. Penaberên bêqeyd nikarin ji ti mafên xwe yên penaberiyê sûdê werbigirin. Komên penaberan rastî êrişên nijadî tên, keda wan tê xwarin û wekî dijmin tên dîtin. Rastî tundî, tacîz û tecawizê tên. Penaberên ji ber şer hatine, li vir neçarî jiyana herî xerab tên hiştin.”

Guleren Yolerî herî dawî  da zanîn ku hejmara penaberên qeyda wan heye tên zanîn, lê penaberên ku qeyda wan tune ye nayên zanîn û wiha axivî: “Di civîna nîsana 2025an de Tayyîp Erdogan axivîbû. Li gorî daxuyaniya wî, li Tirkiyeyê 2 milyon û 768 hezar sûriyeyî hene ku statuya parastina demkî wergirtine. Dîsa 1 milyon û 90 hezar kes hene ku bi destûra mayînê dimînin. 176 hezar penaber jî bi destûra parastina navneteweyî hene. Bi giştî 4 milyon û 33 hezar penaber li Tirkiyeyê hene. Di 2 salên dawî de 270 hezar penaber li ser sînorên Tirkiyeyê hatin astengkirin. Ji wan 263 hezar kes hatin dersînorkirin. Ji 9ê kanûna 2024an heta niha, kesên ji Tirkiyeyê vegeriyan Sûriyeyê gihîşt 200 hezar kesî. Hejmara penaberên vegeriyan welatên xwe jî gihîşt 931 hezar û 450 kesî.”