24 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Derûniya girseyê û Leyla Zana

Derûniya girseyê ya Gustave Le Bon û Freud li ser xebitîne ji aliyê derûnî ve ‘çima’ya van êrişan vedibêje. Kesê/a di nav girseyê de berpirsiyariya xwe ya exlaqî û civakî ji bîr dike û dikeve tora girseya ku di nav de ye. Di vê rewşê de heqaret ji kiryarek tekekes derdikeve, dibe rîtueleke kolektîf.

Medya Bal

Leyla Zana ji bo kurdan ne tenê siyasetmedarek e. Ew şikandina polîtîkayên ku bi salane kurdan tune dihesibîne temsîl dike. Axaftina wê ya kurdî ku li Meclisa Tirkiyeyê (1991) kir, ew sînorên ku dewletê ji bo kurdan xêzkiribû derbas kir. Ji ber vê yekê ye ku navê Leyla Zana di bîra kurdan de xwedî cihek girîng e. Ji ber vê girîngiyê ye ku navê gelek zarokên ku piştî axaftina wê hatine dinê Leyla ne. Leyla Zana ne tenê li Bakur li her aliyê Kurdistanê wek têkoşerek mezin tê qebûlkirin. Gelek jin ji vê têkoşeriya wê bandor bûne. Ji ber vê yekê Leyla Zana ji bo kurdan ne tenê jineke ye,  remza berxwedanê ye.

Di demên dawî de ji aliyê alîgirên wek ên Bursasporê ku bi dehan caran heqaret li nirxên kurdan kirin û niha jî di kesayeta Leyla Zana de heqaretên xwe didomînin. Ev li nav çend tîmên futbolê yên din jî belav bû. Lê ev heqareta ku tê kirin ne kiryarek ji rêzê ye.

Heqareta ku li dijî Leyla Zana tê kirin dikare bi binavkirina ‘tundiya sembolîk’ a Pierre Bourdieu were nirxandin. Di vê rêbaza tundiyê de kes raste rast bi tundiyeke fizîkî re rû bi rû namîne. Kesên ku heqaret dikin, dixwazin ên li hemberî xwe di nav raya giştî de bêqiymet bikin.

Mixabin di stadyumên ku ji aliyê mêran ve tên tijekirin de ev rêbaza tundiyê pir zêde tê bikaranîn. Kesên ku dibin şirîkê vê nêzikatiyê ji ber ku ji kiryarek takekes wêdetir, dibin hevparê koma ku di nav de ne dikarin rehettir tevbigerin.

Heqaretên ku li van stadyuman li dijî Leyla Zana hatin kirin jî di rastiyê de acizbûna wê komê ya li dijî kurdan e. Ango mirov dikare bibêje ku di şexsê Leyla Zana da heqaret li kurdan hatiye kirin. Kesên ku li vir heqaret dikin ne tenê hêrsa xwe ya li dijî kurdan tînin ziman. Di heman demê de dixwazin sînorek bikin navbera xwe û kurdan (wek ku bi salane dikin).

Ji bo ew kesên ku heqaret dikirin Leyla Zana ne tenê kurdeke. Ew di heman demê de xeta berxwedanê û çoknedanînê ye jî. Ango ji bo girseyê ew xeta têkoşer a Tevgera Azadiyê ye. Niha em di nav pêvajoyekî de ne. Kesên ku nikarin di vê pêvajoyê de diyalogê pêş bixin serî li heqaretan didin. Ji ber ku di roja ku em hatinê de hevfêmkirin ji heqaretê zehmettir e. Ji ber vê yekê ye ku ewqas bi rehetî serî li heqareta didin.

Ji ber vê yekê heqareta ku li Leyla Zana hat kirin nikare wek nêrîna her kesek di nav komê de were nirxandin. Kesên ku ji berpirsiyarên xwe dûr dikevin ji bo xwe bi girseyê bidin qebûlkirin tevli vê heqaretê dibin. Lê tevê vê rastiyê jî rewşa ku derketiye holê bandora xwe neyînî ya li ser civakê kêm nake. Berovajî vê yekê polarîzasyona civakî kurtir dike.

Girseya ku li standê ye Leyla Zana ne tenê wek jineke, wek sembola ‘yên din’e digire dest. Ev êriş wek ku me got herçiqas ne fikrê hevpar ê wê girseyê be jî di encamê de girse ji bo qaşo nasnameya xwe xurt bike êrişê pêk tîne.