Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç piştî hevdîtina bi endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol re, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da.
Yilmaz Tûnç diyar kir ku di hevdîtinê de wan pêvajo bi berfirehî nirxandine û anî ziman ku pêvajo bi lîderiya Serokkomar Tayyîp Erdogan û koordînasyona saziyên pêwendîdar ên dewletê tê meşandin. Hate ragihandin ku di hevdîtinê de gavên di çarçoveya nexşerêya Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî de bêne avêtin, hatin nirxandin.
Wezîrê Edaletê Tûnç diyar kir ku daxwaza wan a hevpar ew e ku zarok, ciwan, milet bigihêje paşerojeke aram û ewle.
