23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSDê îdîayên hikûmeta veguhêz derewand

HSDê îdîayên medya û hikûmeta veguhêz derewand ku digotin: "HSDê êriş biriye ser Nexweşxaneya El Razî ya li Helebê."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê îdiayên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û medyayên wê de ku dibêjin HSDê êrişî birine ser nexweşxenaya El Razî ya Helebê  daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ” Hikûmeta Şamê, bi rêya qaşo Meclisa Helebê û medyaya wê ya fermî çîrokeke derewîn û çêkirî li ser topbarankirina Nexweşxaneya El Razî ya Helebê diafirîne û belav dike. Bi awayekî aşkerayî rastiyan berevajî dike.”

HSDê îdiayên hikûmeta veguhêz derewandin û got: ” Em piştrast dikin ku Nexweşxaneya El Razî bi tu awayî nehatiye hedefgirtin. Ya ku qewimî hewldanek eşkere û sîstematîk ji bo veşartina sûcên rasteqîn bû. Bi dehan dîmenên belgekirî bi zelalî nîşan didin ku hêzên hikûmeta Şamê bi obîs û tankan êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û deverên din kirine.”

HSDê daxuyand ku  ev nêzîkatî bêrêziya desthilatan ji rastiyê re û bikaranîna derewan wekî amûrek siyasî ji bo rewakirina êrişa xwe aşkere dike. HSDê destnîşan kir ku belgeyên meydanî îdiayên derew ên medyaya hikûmeta veguhêz nîşan didin.