23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bodrumê nijadperest êrîşî alîgirên Amedsporê kir

Li Bodrumê beriya maçê û piştî maça Amedspor û Bodrumsporê êriş li alîgirên Amedsporê hate kirin. Hin alîgir di êrişê de birîndar bûn û otobusa alîgiran derbe xwar.

Amedspor û Bodrumsporê duh êvarê li Stada Navçeya Bodrumê ya Muglayê hatin hemberî hev û maç 0-0 bi dawî bû. Beriya maç dest pê bike, alîgirên Bodrumsporê êrişî aligirên Amedsporê kirin. Di êrişê de alîgirek jin û zarokek alîgirê Amedsporê bi êrişê re rû bi rû man. Ev jina alîgir derbê ji serê xwe xwar û birîndar bû.

Her wiha piştî maçê dîsa alîgirên Bodrumsporê êrişî alîgirên Amedsporê û otobusa wan kirin. Otobusa alîgirên Amedsporê derbe xwar û camên wê hatin şikandin. Hin alîgirên Amedsporê bi sivikî birîndar bûn. Alîgiran bertek nîşanî polîsan da û diyar kirin ku polîs mudaxileyî alîgirên Bodrumsporê nekirin e.