23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşa çeteyan a li Helebê têk bir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan êrîşa çekdarî ya komên girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Helebê têk bir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê êrişa çekdarî ya li dijî bendeke kontrolê ya hevbeş a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta veguhêz li Çerxerêya Şîhan a li derdora taxa Eşrefiyê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêzên me hewldana êrişa tirsonak a komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Helebê têk bir. Em amade ne li hember her gef û tehrîdkirineke nû bisekinin.

Bendeke hevbeş a hêzên me û hêzên Ewlekariya Giştî li nêzî Çerxerêya Şîhan a derdora taxa Eşrefiyê rastî êrişeke çekdarî hat. Di êrîşê de 2 endamên hêzên me birîndar bûn.

Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de, li gel xweragirtinê û xeleka pevçûnê berfireh nebe, da ku ewlehiya sivîlan û herêmên derdorê biparêzin, bersiveke guncaw da.

Em diyar dikin ku li hember her êriş an jî tehrîdkirinê bê deng nemînin, em ê tevahî tedbîrên guncaw ên parastina endamên xwe û herêmên parastina wan dabîn dikin, bikin.”