Vê carê jî çavên xwe berdaye laşê Xezayê û bi hemû hêza xwe dixebite, da ku ji vê malxirabiyê xenîmetên herî mezin ew bidest bixe. Ev tebîet û exlaqê li dijî mirovahiyê, ji zihniyeta dewletên tirkan ên dîrokî tê. Ji wan re tê gotin hêzên şerker û xwînrij ên li ser hespan ku karê wan; talan e, wêran e û qirkirin e. Li nav gel ji van hêzan re tê gotin; mîna qertelên li laşan digerin, bi gotineke din; ev qertelên laşxwir in!
Em ji dîrokê vegerin werin bala xwe bidin vê serdêmê, em dibînin ku li kîjan deverê, li kîjan welatî gumana şer hebe, hema bi lez hewl dide ji bo ku beşdar bibe û şer gur bike. Her wiha cihê ku şer û pevçûnê des pê kiribe, hema li rêyên beşdarbûnê digere da ku şer gurtir bike û dîsa para herî gir û berfireh ew bixe destê xwe û heke derfet hebe, êdî yekcar ji wir dernekeve û wê herêma dagirkirî bixe nav sînorên dewleta xwe; mînaka Rojava û Sûriyeyê li ber çavan e.
Mînakên berî vêya; hema mirov dikare ji Qibrisê des pê bike biçe Afganistanê û derbasî Iraqê bibe, ji wir biçe Libya û Qerebaxa di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, û were heta îro ser laşê Xezaya reben û belengaz! Helbet dema dixwaze biçe van welatan an deverên gumana xurt a laşxwariyê heye, durûtiyeke rûreş dike û dibêje ‘ez ji bo xêrxwaziyê û li ser daxwazê vê dikim!’
Her wiha ji bo çûyîna hinek cih û welatan ên taybetiyên wan ên cuda yên mîna tirktî û misilmantiyê hene jî, van gotinan li sedemên çûyîna xwe zêde dikin û dibêjin ‘em dixwazin, ji bo rizgarkirina tirkan û misilmantiyê biçin û van deveran azad bikin’ û hwd.
Weke mînak, sedema çûyîna Qibrisê bi giranî tirktî bû, paşê misilmantî jî lê zêde kir, her wiha ev ji bo sedema çûyîna Qerebax, Iraq û Sûriyeyê jî nîşan dan. Lê sedema çûyîna Afganistan, Libyayê û hwd. bi giranî bi misilmantiyê nîşan didan. Îcar, ka em bala xwe bidin mijara sereke ya rojane ya Xezayê.
Bêguman sedema daxwaza çûyîna xwe ya vê herêmê jî, wek misilmantî û hinek jî mirovatî nîşan didin. Lê belê weke nîşandana sedemên welat û herêmên din, sedema wan a Xezayê jî derew e. Rastiya wan ne ev e, rastiya wan; berjewendiyên bazirganiya wan e û her wiha ji bo bangeşiya (propaganda) hundurîn û derveyî ya xapandinê ye.
Lê, wisa diyar dibe ku vê carê şansê wan ê qezenckirinê yê mîna hinek cihên din nîne. Ji ber ku kelemê derketiye pêşiya wan dijwar e; Îsraîl ku dijberiya xwe ya Tirkiyeyê aşkere dike. Li gorî tê xuyakirin û weke di civîna bilind a Qeterê de jî tê diyarkirin, Tirkiye wê vê carê negihîje armancên xwe yên laşxwarinê. Di civîna bilind a li Dohaya paytexta Qeterê ku 16ê kanûna 2025an pêk hat, Tirkiye nehat vexwendin.
Zedetirî 45 welat beşdarî vê civînê bûn û ev welat hemû wê di nav hêzên aramkirina Xezayê de cihê xwe bigirin, lê Tirkiye tê de nîne. Li gorî ku rojnameya Haaretzê ya Îsrailê dibêje, li ser daxwaza ÎsraÎlê, CENTCOM a girêdayî DYAyê ku ev civîna mezin amade kiribû, Tirkiye beşdar nekiriye.
Li gel ku Tom Barrack, hewl dide Netanyahû razî bike ji bo Tirkiye jî beşdarî vê hêza aramker û seqamger a Xezayê bibe, lê heta niha hîn bi ser neketiye.
Berevajî, Netanyahû biryar daye û hewl dide ku bi rêberên Yewnanistan û Qibrisê re civînek bilind a sêalî li dar bixe!
Dewleta tirk û hevalbendên xwe, ji sed salî zêdetir e ku li ser axa pîroz a Kurdistanê laşxwariyê dikin, lê ji niha û pêde êdî wê nikaribin bi rehetî û hêsanî laşxwariyê bikin. Ji ber ku êdî teyrên baz û şêrên leheng ên Kurdistanê, bi pêşengiya Rêberê xwe li ser piyan e û bersiva wan bi qehremanî didin û serkeftin, wê ya baz û şêrên Kurdistanê be!
