Li Amedê di navbera 7 û 14’ê kanûnê de 3’emîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navnetewî hate lidarxistin. Mihrîcan bi kedeke mezin û organîzatoryeke hêja ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û saziya sînemayê Sînebîrê ve bi tevlîbûna bi dehan belgefîlm û fîlmên metrajdirêj li Navenda ÇandAmedê û salona sînemayê ya Ceylanlarê hatin pêşandan. Tiştekî din ê girîngî û cudatiya vê mihrîcana îsal ji yên berê ew bû ku cara yekem e fîlmên kurdî li salona sînemaya navendeke mezin a danûstandinê hatin nîşandan.
Ji naverok û navên fîlman bêhtir ez ê li ser hin xalên balkêş û cudahiya vê mihrîcanê ji yên berê bikim. Li gorî min xala herî girîng tevlîbûna xurt a gelê Amedê bû. Di nav wê hefteya pêşandanê de min li gelek fîlman temaşe kirin û di hemû pêşandanan de salon tijî dibûn û di ser de gelek kes li ser piyan diman an jî li ser derenceyên li kêleka kursiyan rûdiniştin.
Xaleke din a girîng ew bû ku piştî 8 salan ji navbera ku ji ber destdanîna qeyûman a li ser şaredariyan ketibû navberê dîsa bi vegera şaredariyên ji bo gel li cihê ku lê mabûn dewam kirin û mihrîcana xwe ya fîlman wekî xelatekê pêşkêşî sînemahezan bû.
Xaleke din a ji bo min balkêş bû ew bû ku dema hunerek bi qalîteyeke baş û bi organîzeyeke tekûz were amadekirin, dê bala her kesî bikişîne ser xwe û tevlêbûneke wiha xurt û bihêz bi xwe re bîne.
Min ev yek berê jî di çend çalakiyên din de dît û wê gavê jî tevlêbûna zêde bala min kişandibû. Di vê mihrîcanê de jî tevlêbûna xurt di encama qalîte û hilbijartina rast a berheman de bû.
Xala dawî jî ji bilî wan tiştên ku min gotin li ba gelê me êdî piştî 8 salan tîbûn û bêrîkirinek jî hebû ku dîsa bi dilê xwe li derdora kaniya çand û hunera bi zimanê xwe kom bibin.
Wekî din divê ez her wiha behsa çend cudabûnên din ên balkêş ên di vê mihrîcanê de bikim. Nêzîkî nîvê wan fîlman bi zimanê kurdî bûn, nêzîkî nîvê derhêneran jin bûn û tevlêbûn ji çar parçeyên Kurdistanê hebû.
Îcar ev tev li aliyekî û fîlmê ku herî zêde bandor li min kir li aliyekî; fîlmê Mano Xelîl ê bi navê Cîran ku di bi dehan mihrîcanên navdewletî de bi dehan xelat wergirtine. Ji bilî hûnandin, senaryo, dîmen û hemû aliyên teknîkî ên giranbuha, çîroka fîlm jî gelekî xîtabî hest û jiyana min dikir.
Her dîmenekî têlên sînor ên di navbera serxet û binxetê de bi dehan çîrokên ji jiyana zaroktî û ciwaniya min didan ber çavên min. Her darekî mamosteyê ereb ê baadî ku li destê xwendekarekî kurd ê ku bi erebî nizane diket kizînî bi dilê min diket û zordestiya wan mamosteyên ku di zaroktiya min de dar li serê nenûkên me dixistin wekî xewnekê ew dianîn ber çavên min.
Di temaşekirina fîlm de min jiyana xwe tev dît. Jiyana xerîbtiya li welatê xwe ku nîvê malbatê li binxetê û nîvê din li serxetê dijiya.
Film zêdeyî 2 saatan bû lê ji serî heta dawî tevî ku bi kêmanî bîranînên 15 salan ji jiyana min û kesên ji nifşê min tê de derbasbûn, lê tevî wê ez kêlîkekê jî ji temaşekirina vî fîlmî aciz nebûm. Ew 2 saatên fîlm ji bo min wekî kêlîkekê derbas bû.
Hevnasîna sînemageran
Bi giştî mirov dikare bêje Ji bilî festîvala fîlman ew di heman demê de bû wekî konferansekê ku sînemagerên kurd ji her aliyê Kurdistanê û derveyî welat anîn ba hev û bi hev û hunera hev dan nasîn.
Bêguman gelek fîlm û belgefîlmên din ên hêja hebûn û gelek ji wan xelat jî wergirtin lê min ev ji wan tenê fîlmek nirxandiye û dibe ku di nivîsên din de em bikaribin li ser hin fîlmên din jî nirxandinên xwe bikin û bandora wan a li ser hest û giyanê me kirine vebêjin.
Gelek fîlm hêjayî xelatê hatin dîtin
Gelek fîlman xelat wergirtin. Xelatên tematîk ji bo fîlmên ku di çarçoveya mihrîcanê de hatibûn nîşandan, hatin dayîn. Fîlma Jino Hadî Hesen a “Sêgoşe” Xelata Mansiyonê ya Zîlan Hemo wergirt. Xelata Taybet a Jûriyê ji bo fîlmê bi navê “Garan” ji Mahsûm Taşkin re hat dayîn. Xelata Mensûr Kerîmyan ji bo fîlmê bi navê “Kawyar” ji Salem Salavatî re hat dayîn. Piştre xelat ji bo belgefîlman hatin dayîn. Xelata Taybet a Jûriyê ji bo fîlmê bi navê “All The Mountains Give” ji Arash Raksha re hat dayîn. Xelata Taha Karîmî jî ji bo fîlmê “Xalko” ji Sami Mermer û Hind Benchekroun re hat dayîn.
Xelatên Fona Projeyê ya Sînebîrê
Xelatên ku di çarçoveya Fona Projeyê ya Sinebîrê de hatin dayîn hatin aşkerekirin. Di beşa kurtefîlman de xelat ji Raber Îbrahîm re ji bo projeya wî ya bi navê “Tarî û Ronahî” hat dayîn. Xelata projeya belgefîlmê jî ji Zelal Sadakê re ji bo projeya wê ya bi navê “Hucre, takekes-laş, civat” hat dayîn. Di beşa fîlmên metrajdirêj de jî xelata projeyê ji bo fîlmê bi navê “Dîroka Wenda” yê Alî Kemal Çinar re hat dayîn.
Xelatên ji bo beşa fîlmên metrajdirêj
Di fîlmên metrajdirêj de jî 6 xelat hatin dayîn. Xelata Dîmensaziya Afirîner ji Stephane Kuthy re ji bo fîlmê wî yê “Cîran” hat dayîn. Xelata Senaryoyê ya Sirri Sureyya Onder jî ji Shawkat Amîn Korkî re ji bo fîlmê wî yê bi navê “Ezmûn” hat dayîn. Xelata Kadraja Çeleng jî ji Alî Kemal Çinar re ji bo fîlmê wî yê bi navê “Beriya Şevê” hat dayîn. Bi vî awayî Çinar xelata xwe ya duyemîn wergirt. Xelata Keziyên Serhildêr jî ji Binevşa Bêrîvanê re ji bo fîlmê wê yê bi navê “The Virgín and Child” hat dayîn. Xelata Taybet a Jûriyê ji Arsalan Amîrî re ji bo fîlmê wî yê bi navê “Zalava” hat dayîn. Xelata Berxwedêr a Yilmaz Guney jî ji Kurdwîn Eyûb re ji bo fîlmê wê yê bi navê “Sonne” hat dayîn.
