23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hevdîtinên HSD-Şamê, gefên Tirkiyeyê û rastiya qadê

Rojava û Sûriye ketin pêvajoyeke nû. Di serî de hemû hêzên siyasî divê gelê kurd piştgiriyê bide Rojava. Ji bo zêdetrî statû û mafan kî li ku derê bibe bila bibe, çi ji dest tê divê bike. Roj roja xwedîderketina li Rojava û misogerkirina statûyê ye. 

Hevdîtinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de berdewam dikin. Ev hevdîtin berî ku Ahmed Şara biçe Amerîkayê û bi serokdewletê DYAyê Donald Trump re hevdîtinê pêk bîne, di navbera her du aliyan de hatibûn zelalkirin. Lê bi mudaxeleya Tirkiyeyê ev pêvajo rawestiya. Piştî hevdîtina li Washingtonê Şara jî êdî çi ji hevdîtinê fêm kiribe, xwedî li peymanê derneket. Li bendê bû ku DYA zorê li HSDê bike û daxwazên Şamê bi cih bîne.

Hevdîtinên Şam û Qamişloyê bi vê boneyê ev demek bû rawestiyabûn. Ligel vê yekê Tirkiye dest bi şerê psîkolojîk kir. Li aliyekî hewl da, bi operasyonên propagandayê nîşan bidin ku HSD ji pêkanîna peymanê direve û li aliyê din jî nûçeyên operasyonê weşandin ku li navenda saziyên îstîxbaratê hatine nivîsandin. Xwestin ku bi şerê taybet, bi gelê kurd paşve gav bidin avêtin.

Lê rastiyên qadê li gorî şerê taybet ê Tirkiye û xeyalên Şara ne. Siyaseta kurdî hem rastiya peymanê danî holê û hem jî nîşan da ka kî ji peymanê direve. Hat dîtin ku Tirkiye siyaseta “An tevahiya Sûriyeyê dê bibe milkê min an jî ez destûr nadim çareseriyê” dimeşîne. Li ser xitimîna hevdîtinan Nûnerê Taybet ê Trump cardin ket dewrê û serdana Şara kir. Bi zelalî Şara hişyar kir û xwest ku berî her kesî li DYAyê guhdarî bike. Tê dîtin ku Şara jî peyam wergirtiye.

Piştre jî ji Şamê, Barrack derbasî Îsraîlê bû û bi serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû re hat cem hev. Li vir jî Barrack peyamên zelal dan. Barrack peyamên Trump ji bo Netanyahû jî ragihandin. Barrack ji Îsraîlê re got ku Trump naxwaze peymana Xezayê bê binpêkirin, operasyona li hemberî Libnanê hinek bê rawestandin û di mijara Sûriyeyê de jî giraniyê bide rêyên dîplomatîk. Bêguman misogeriya ku dê daxwazên Îsraîlê pêk bên jî dan Netanyahû.

Rawestgeha sêyemîn a Barrack jî Enqere bû û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hat cem hev. Peyamên dan Şara bi Tirkiyeyê re jî parve kirin û xwest ku rêzê ji peymana di navbera Şam û Qamişlo de bigire, zêde mudahele neke. Li ser vê trafîkê Şamê cara yekemîn têkildarî entegrasyonê pêşnûmeyek ji 13 xalan pêk tê radestî Rêveberiya Xweser kir. Ev ji bo destpêka muzakereyan gavek erênî bû.

Lê bi qasî ku ji daxuaniyên Rêveberiya Xweser tê fêmkirin, pêşnûma li ser entegrasyona leşkerî hûr dibe û qadên siyasî, aborî, çandî û makezagona nû wernagire nav xwe. Bêguman ev tiştek ji bo Rêveberiya Xweser bê qebûlkirin nîn e. Divê hemû xalên Peymana 10ê Adarê bihundirîne. Lê ev dikare gav bi gav biçe. Niha HSD dê wekî sê tumenan tev li artêşa Sûriyeyê bibe. Ango HSD xweseriya xwe diparêze. Niha divê xweseriya siyasî, makezagon û xalên din jî bên muzakerekirin.

Di demeke kin de Îgilistanê nûnerek xwe dişîne gel Rêveberiya Xweser. Wekî tê zanîn Londra her çiqas li pêş perdê xuya neke jî mîmarê piştperdê ew e. Bi îhtîmaleke mezin dê hewl bide navbeynkariya xalên mayî bike. Lê divê bê zanîn Londra ku aqilmendê HTŞ û Şara ye û heta neçar nebe başiya kurdan naxwaze. Bi îhtimaleke mezin dê hewl bide daxwazên Tirkiyeyê bisepîne.

Bi kurtasî Rojava û Sûriye ketin pêvajoyeke nû. Di serî de hemû hêzên siyasî divê gelê kurd piştgiriyê bide Rojava. Ji bo zêdetrî statû û mafan kî li ku derê bibe bila bibe, çi ji dest tê divê bike. Roj roja xwedîderketina li Rojava û misogerkirina statûyê ye.