Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27ê sibatê, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ji dewletê jî xwest ku gavên siyasî û hiqûqî biavêje. Dîsa bang li hemû saziyên civakî, tevgerên jinan û saziyên hiqûqî kir û xwest ku erka xwe pêk bînin. Herwiha Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser banga rêberê xwe, Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Komeke gerîlayên, 11ê tîrmehê, bi merasîmekê bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin. Dîsa PKKê, 26ê cotmehê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wan hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişandine. Li aliyê din, 5ê tebaxê, li meclisê Komîsyona Meclisê hat avakirin. Vê komîsyonê demeke dirêj li nûnerên sazî, partî û komeleyan guhdarî kirin. Niha jî komîsyon raporên xwe pêşkêşî meclisê dike.
Baroya Amedê jî, li ser bingeha rêbazên demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurdî û pêkanîna qanûnên navneteweyî, aştiya civakî, serweriya mafên siyasî û hiqûqî, qanûna wekhevî, edalet, azadîxwaziyê, 27ê cotmehê, ‘Entegrasyona Civakî û Beşdariya li Aştiyê’ komîsyonek ava kir.
Endamê Komîsyona Entegrasyona Civakî û Beşdariya li Aştiyê parêzer Diyar Çetedîr, li ser armanca komîsyonê û mafê hêviyê nirxandin kirin. Prz. Diyar Çetedîr, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Divê biryara mafê hêviyê yê Birêz Ocalan demildest bê dayîn. Wî pêvajoyeya aştî û çareseriya demokratîk da destpêkirin. Ev pêvajo ji bo azadiya Abdullah Ocalan, demokratîkbûna Tirkiyeyê û ji bo Rojhilata Navîn şanseke mezin e. Zêdetirî 40 sal in şer didome. Ev şer bû sedem ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn kuştinên kujernediyar û binpêkirinên mafan zêde bibin; bû sedema koçberiya bizorê, kuştina jin û zarokan; bu sedema qeyrana aboriya civakê.”
Parêzer Diyar Çetedîr bal kişand ser xebatên Baroya Amedê jî û wiha lê zêde kir: “Baroya Amedê 40 sal in şahidê vî şerî û vê tundiyê ye. Heta niha li dijî şer têkoşiyaye û dê ji niha û şûnde jî li dijî şer, kuştin û binpêkirina mafan têbikoşe. Em wekî Baroya Amedê hêza xwe ji parêzvaniya mafan werdigirin. Ji bo ku aştiyek mayinde pêk bê, wek saziyeke hiqûqê, ji bo hiqûqa demokratîk gotina me heye. Lewma me, 27ê cotmehê, ‘Komîsyona Entegrasyona Civakî û Beşdariya Aştiyê’ ava kir. Me jî, ji bo ku aliyên hiqûqî, civakî, çandî û siyasî baş bi rê ve biçin, dest bi xebatên “Entegrasyona Civakî û Beşdariya li Aştiyê” kir. Ji bo guherînên qanûnî fikir û pêşniyarên me hene. Em ê pêşniyarên qanûnan amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Tecrûbeyên cîhanê nîşanî me daye ku pêvajoyên aştiyê çiqas zehmet û hestiyar derbas dibin. Ji bo aştiyê divê pîvanên hiqûqê hebin. Kesên ku pêvajoyê bi rê ve dibin, divê ji aliyê hiqûq û zagonan ve bên parastin. Ku qanûn neyên avakirin dê mîlîtanên rêxistinê çawa bikaribin bi ewle xebatên xwe bikin û xwe biparêzin. Divê zagon bên amadekirin.”
Prz. Diyar Çetedîr destnîşan kir ku ev pêvajo di navbera Abdullah Ocalan, dewlet û komîsyona meclisê de tê birêvebirin û wiha bi dawî kir: “Yek ji aktorên bingehîn ên vê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Ji bo wê divê şert û mercên wî li gorî vê pêvajoyê bên sazkirin. DMMEyê, sala 2014an, biryara binpêkirina mafê hêviyê da. Li gorî biryarê divê Birêz Ocalan demildest bê berdan. 11 sal in vê biryarê pêk naynin. Pêkanîna biryarê dê bibe pişt ji bo pêvajoya aştiya mayinde. Pêkanîna mafê hêviyê di nav pêşniyarên me de ye. Biryarên DMMEyê Tirkiyeyê eleqedar dikin. Divê biryar demildest pêk bê. Konseya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê ji bo ku biryarên pêwîst bên dayîn, divê gavan biavêje û erka xwe pêk bîne.”
