Li Navenda Kreş û Lênihêrîna Rojane ya Zarokistana Xalxalok ku xizmeta perwerdehiya pirzimanî dide, şahiya Şeva Yeldayê hate pîrozkirin. Zarokistana Xalxalok di bin banê Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê xebatên xwe dimeşîne. Şahî bi armanca Şeva Yeldayê ya 21ê kanûnê ku ji bo bakurê cîhanê şeva herî dirêj a salê ye, bi tevlibûna malbatên şagirtên zarok bi çalakiyeke rengîn hat pîrozkirin.
Rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd jî piştgirî da şevê. Endamên komeleyê nivîskar Krîstîn Ozbey û Veysî Varlî wekî mêvan tev li bernameyê bûn. Di bernameya ku taybetî ji bo zarok û malbatan hatibû amadekirin de, çîrok hatin xwendin û çalakiyên mûzîkî hat lidarxistin.
Di şahiyê de Cîgirê Hevşaredarên Peyasê Yilmaz Guneş axivî û bal kişand ser girîngiya parvekirin û piştgiriyê û got: “Em ê van çalakiyên watedar berdewam bikin ku cîhana zarokên me da ku dewlemend bikin.”
Çalakî piştî şahiyên rengîn û watedar bi dawî bû.
