Zêdetirî deh salan bû ku têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel ji hev hatibû qutkirin. Dewletê tecrîdeke giran danîbû ser wî. Tecrîda ku li ser wî dihat meşandin di heman demê de li ser gel, partî û saziyan jî pêk dihat. Her wiha di vê pêvajoyê de şerê taybet ê li ser civakê jî kûrtir bû. Dewletê xwest bi van polîtîkayan gelê kurd ji nirxên wî dûr bixe û li gor xwe teşe bide civakê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin şert û mercên giran de bû, berxwedana xwe ji bo civakê tim domand. Di encama têkoşîn û berxwedana wî ya di nav çar diwaran de, dewlet neçar ma ku pê re biaxive. Rêberê gelê kurd di encama van hevdîtinan de, 27ê sibata 2025an, bi rêya şandeya DEM Partiyê banga Aştî û Civaka Demokratîk li raya giştî kir.
Piştî vê banga dîrokî, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiyên Siyasî û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji bo pêkanîna bangê dest bi xebatê kir. Di çerçoveya van xebatan de li hemû bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê xebatên berfireh hatin meşandin.
Herî dawî Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ên ku piştî 30 salan ji girtîgehê derketin û demekê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mabûn, xebata hevdîtinên bi gel re da destpêkirin. Civînên gel bi coşeke mezin didomin. Gel mijarên der barê pêvajoyê de û rewşa rêberê gelê kurd ji Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş dipirse.
Em der barê van civînên ku pêk tên de, mijarên zêdetir dertên pêş û nêzîkatiya gel a li pêvajoyê bi hevşaredara Êlihê û aktivîsta TJAyê Gulistan Sonukê re axivîn.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27ê sibata 2025an, banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang ji bo gel çi îfade dike?
Ev pêvajo bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir. Vê bangawaziyê û bersiva PKKê bandoreke erênî li civaka Tirkiyeyê kir. Hêviya civakê a ji bo pêşerojek bi hev re û aştiyek birûmet zêde kir. Ji aliyê din ve jî, pêşî li ber siyaseta şer hat girtin û pêşiya rê û rêbazên nîqaşkirina siyaseta radîqal a demokratîk hat vekirin. Rêbertiyê bi bangawaziya 27ê sibatê ne tenê bang li PKKê kir, hemû amûrên qirqirinê yên desthilatdariyê jî ji destê wan derxistin û rê li ber çalakiyên gel ên demokratîk vekir. Ew kesên ku di çaresernekirina pirsgirêka kurdî de israr dikirin û çek wek hincet didîtin, piştî bangawaziya Rêber Abdullah Ocalan, polîtîkayên dewletê yên şerê taybet pûç bûn. Bi vî awayî pêşî li şer û mirinê jî hat girt. Nêzîkî salekê ye ji ber şer kes namire û nayên girtin.
Civak çi ye û civaka demokratîk tê çi wateyê?
Demokrasî rêbaza xwe ya birêvebirina civakê ye. Civak bi rêbaza demokrasiya radîqal hemû pirsgirêkên xwe ew bixwe çareser dike. Ji pirsgirêkên aboriyê bigire heta pirsgirêkên civakî ew bixwe çareser dike. Modela rêveberiya civaka demokratîk neteweya demokratîk e ku ew jî siyaseta demokratîk bi pêş dixe. Ji ber vê yekê jî di civaka demokratîk de hemû netewe, bawerî û çand dikarin xwe bi rêxistin bikin, di asta biryardayînê de jî xwedî gotin in. Civaka demokratîk jî li ser esasê komunan xwe bi rêxistin dike, bi rêbaza xwebirêxistinkirina komunan ew bixwe navend e. Ango civaka komunal bixwe li dijî navendîperestiyê ye û li cihê ku navendperestî lê hebe jî wî cihî qels dike û îradeya rêveberiya xwecihî ya demokrasiya redîqal xurt dike. Di civaka demokrartîk de zagonên exlaqê û nirxên civakî esas tên girtin û herî zêde jî pêşî li ber komunên jin û ciwanan vedike. Lewra civaka ku ne demokratîk be, berevajiyê vê civakeke ne demokratîk derdikeve holê. Civaka paşverû, kapîtalîst yan jî civaka arîstokratîk û desthiladar her tim bûye xeteriya herî mezin a mirovahiyê. Di serdema nû de civakeke exlaqî, polîtîk ku li ser esasê nirxên xwe yên xwezayî, çand û zimanî bi modela xwebirêxistinkirin û xwebirêvebirinê tê avakirin jêneger e. Her wiha civaka demokratîk li dijî netewe-dewletê ye. Lewra netewe-dewlet polîtîkaya yekperestî, hiyerarşiyek hişk di nav xwe de dihwîne. Dewlet xwe navend dibîne û civakê jî wek derdora xwe. Ji ber ku hemû biryar ji navendê tên wergirtin, demokrasî tenê ji bo ku desthilatdarî fermî bibe tê bikaranîn. Ji ber vê yekê jî pêdiviya civaka demokratîk wek nan û avê bi nenavedîbûnê heye.
Hefteyek e hûn wek du koman li Botan û Sehedê bi gel re civînan pêk tînin. Armanca van civînan çi ye?
Rêber Ocalan ji bo bangawaziya xwe ya dîrokî ya Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk gotibû: “Yê ku vê manîfestoyê jiyanî bike gel bixwe ye.” Ji ber vê yekê jî em bi gel re manîfestoyê nîqaş dikin. Sedema xwe jî ev e; nexşerêya vê pêvajoyê ya herdu aliyan jî (gelê kurd û dewlet) manîfesto ye. Di manîfestoyê de hem peywirên ji bo gel hene, hem jî ji bo dewletê. Heger rojek beriya rojekê herdu alî jî peywira xwe binîn cih, wê pêvajo zû bi pêş bikeve û aloziyên pêşiya pêvajoyê ji holê rabin. Sedemeke van civênan yek jî ev e ku; di serê gelê kurd de hin pirs hene divê bên zelal kirin. Bêguman sedema vê jî nêzîkatiya rayedarên dewletê û bikaranîna zimanê şerê taybet e. Pênaseyeke wan a taybet bi navê ‘Tirkiyeya bêteror’ heye ku ev pênase zirarê dide pêvajoyê. Lê cihê kêfxweşiyê ye ku civaka me ya welatparêz di vê ferqê de ye. Di civînan de gelê me vê nêzîkatiyê rexne dike û li bendê ye ku herkes li gorî ruhê demê tev bigere. Mirov dikare bibêje ku bi van civînan jî piştgiriya gel a ji bo pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk zêdetir dibe.
Di koma heyetê de kî hene û gel wê çawa pêşwazî dike?
Piştî pêvajoya 2013-2015an, ji deh salan zêdetir bû ku gelê kurd ti agahiyekê ji Rêber Ocalan wernedigirt. Careke din bi hewldana Serok bi qismî be jî ev tecrîd hat şikandin û bi saya wî di kesayeta Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş de agahî û silav jê hat wergirtin. Ev bi rastî jî di nav gel de coş û kelecaneke mezin da çêkirin. Her civînek bû wek şahiyê. Silavên germ ên ji gravê hêviya gelan a ji bo aştiyê ji nû ve şîn kir.
Di civînên gel de bêhtir li ser kîjan mijaran nîqaş tên kirin, hûn dikarin hinekî qala vê jî bikin?
Em di civînên gel de herî zêdetir pêvajoya aştî û civaka demokratîk nîqaş dikin. Mijarên me bi gelemperî di vê çarçoveyê de ne: Ev pêvajo çima û çawa da dest pê kir? Divê pevajoya aştiyê bi kîjan rêbazan bê birêvebirin da ku aştiyek birûmet pêk were? Girîngiya tifaqa navbera kurd û tirkan çima girîng e? Divê nûbûnek çawa pêk were? Bi rêbaza entegrasyona demokratîk, wê civaka demokratîk çawa were avakirin û dê çawa di komara demokratîk de cih bigire? Em di civînên gel de bi piranî li ser van pirsan disekinin. Her wiha girîngiya avakirina civaka demokratîk, yekîneyên komunan jî mijarên nîqaşên me ne û em hemû rexne û pêşniyarên gelê xwe dinivîsin.
Gel pirsên çawa ji we dike û tişta ku herî zêde mereq dikin çi ye?
Tişta ku herî zêde gel meraq dike, tenduristiya Serok e û şert û mercên giravê ne. Pirsên din jî nêzîkatî û zimanê rayedaran e. Dibêjin ku dewlet çima ti gavan navêje. An jî dibêjin ku gelo wê hebûna kurdan bi çand, ziman û dîroka xwe bê naskirin û bi qanûnan bê misogerkirin û hwd. Ev hemû di civînên gel de hatin pirsîn, bersivandin û nîqaşkirin. Bêguman dê ev nîqaşên me berdewam bikin.
Daxwazên gel ên ji pêvajoyê çi ye?
Ev pêvajo dualî dimeşe. Bêguman aliyekî wê gelê kurd e û wek sermuzakeravan Serok e, aliyê din jî dewlet e. Aliyê kurdî heta niha çi ketiye ser milê wî kirin û hemû gavên pêwîst avêtin. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê jî di navbera 5 û 7ê gulanê de li du cihên cuda bi awayekî hemwext kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Piştî fesixkirina PKKê jî, 11ê tîrmeha 2025an, bi navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” komeke gerîlan bi pêşengiya hevseroka KCKê Besê Hozat, li herêma şikefta Caseneyê ya bi ser Dûkana Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê bi merasîmekê çekên xwe şewitandin. Wek gava 3yemîn jî, 26ê cotmeha 2025an, hemû hêzên xwe ji sînorên Tirkiyê vekişandin. Lê belê aliyê din yanî dewlet heta niha ti gavên berbiçav neavêtine û pir sist tevdigere. Bêguman ev nêzikatiya dewletê jî pêvajoyê dixitimîne. Tam jî di vî warî de daxwaza gel a herî sereke ew e ku divê demildest dewlet jî erka xwe bi cih bîne, gavên zagonî biavêje, mafê hêviyê pêk bîne. Dîsa daxwaza gel ew e ku Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û vê pêvajoya aştiyê bi rê ve bibe. Daxwaza din jî ev e ku divê hemû girtiyên siyasî bên berdan, ji bo gerîla tevlî avakirina civaka demokratîk bibin û siyaseta demokratîk bimeşînin, gavên hiqûq û qanûnî yên bingehîn bên avêtin.
Nêrînên gel ên li ser civaka demokratîk çi ne û çawa pênase dikin?
Bi rastî gelê kurd di rastiya xwe de ji demokrasiyê ne dûr e. Bi sedan sal in ku gelê kurd bê dewlet xwe birêxistin dike û xwe bi awayekî komunal bi rê ve dibe. Yanî mirov dikare bêje ku gelê kurd ne xerîbê civaka demokratîk e. Ev di hemû civîn û nîqaşên gel de bi awayekî zelal detên holê. Ev jî ji bo me cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Em di vê baweriyê de ne ku em ji her demê hêsantir û zûtir komunên xwe yên demokratîk ava bikin û ji komara demokratîk re pêşengiyê bikin. Bi vê hêvî û baweriyê em di serî de jinan û hemû gelê azadîxwaz silav dikin û banga tevlîbûna civaka demokratîk dikin.
