Di civaka kevnar de mêvan dipeyivî, mazûbên guhdarî dikir, lê em dibînin ku di vê civaka me ya nûjen de bi piranî, mazûban dipeyive, mêvan guhdarî dike! Helbete li gorî pêdiviyê mazûban jî dê bipeyive, lê di asta nexweşiya peyvê de peyivîna mazûbên, çilvirîbûna çanda civakî ya exlaqî ye!
Me di nivîsarên xwe yên berê de qala pênaseya çandê, çanda cotkariyê, çanda dawetê û mêvanperweriyê kiribû. Em ê di vê nivîsarê de jî qala bendûbariya peyvê bikin.
Em dizanin peyv, nîşaneya mirov a sereke ye ku mirov pê ji alema heywanan veqetiyaye. Çimkî, cinsê mirov, destpêkê bizarî dengên xwezayê kiriye û bere bere fêrî peyivînê bûye. Fêrbûna peyvê, bi keda bi hezarên salan bûye çandeke jêneger. Her peyveke wê çandê watedar e û ew ê kengî, li ku, çawa û ji kê re were gotin diyar e.
De îcar em ê di vê nivîsara xwe de bi kinahî çanda peyivîna kurdan a kevnar û ya nûjen hevrû bikin û nêrîna xwe ya ji bo bendûbariya peyivînê bi lêv bikin.
Mesela, di çanda peyivîna kurdan a kevnar de têkiliya navbeyna jin û mêran, biçûk û mezinan, mêvan û mazûbanan çawa bû? Gelo ew têkilî niha di kîjan rewşê de ye?
Di çanda civaka kurd a kevnar de mêr dipeyivîn jinan guhdarî dikir, mezin dipeyivîn biçûkan guhdarî dikir û mêvan dipeyivîn mazûbanan guhdarî dikir. Çima gelo?
Çimkî, civaka kurd a kevnar, exlaqî bû û di civakên exlakî de kî dê li kê guhdarî bike diyar e! A rast, peyivîna mêvên û guhdarîkirina mazûbên, di kîjan civakê de jî be maqûl e, lê peyivîna mêran guhdarîkirina jinan, peyivîna mezinan guhdarîkirina biçûkan, pirsgirêk bû! Her çiqas ku di peyivîna mezinan û guhdarîkirina biçûkan de rêzeke civakî hebe jî, di azadiya ramanê de bendek bû! Jixwe peyivîna mêran û guhdarîkirina jinan pirsgirêkeke mezin bû!..
Niha jî em ê lê binihêrin bê ka di civaka kurd a nûjen de têkiliya peyvê a navbeyna jin û mêran, mezin û biçûkan, mêvan û mazûbanan çawa ye?
Em her roj bi çavên xwe dibînin û bi guhên xwe guhdarî dikin ku di vî çaxê civaka nûjen de, helbete bi têkoşîna Serok re, jin jî êdî dikarin di civatê de bi rehetî bipeyivin, lê mêr, hê jî bêdil li jinan guhdarî dikin, çimkî mêr, di hiş de xwe de qanih nebûne û ev rastî, di her fersendê de xwe dide der!
Her wiha, di civatan de, berevajî civaka kevnar, êdî biçûk dipeyive, mezin bêdeng dibe û mazûban dipeyive, mêvan bêdeng dibe! Bi kurt û kurmancî berî her tiştî, em civakeke exlaqî, rêzan û şoreşger in.
Civaka exlaqî; ji ber ku civaka me, civakeke exlaqî ye, di nav me de biçûkahî û mezinahî şert e, berê hebû û şert e ku ji niha û pê ve jî hebe!!!
Civaka rêzan; ji ber ku civaka me, civakeke rêzan e, em neçar in ku qîmetê bidin kedê û ramana azad! Çimkî civaka rêzan, bi tevkariya hilanîn û danîna jiyanê, sazkirin û hilberîna debrê li ser lingan disekine. Lewma jî pêwîst e ku em qîmetê bidin kedê, lê qîmetdayîna kal – pîr û zarokan, lazim e ku ne li gorî esasên keda rojane bin. Ji ber ku kal – pîr êdî nikarin bixebitin û zarok, hê ne bîrbirên xebatê ne qîmetdayîna wan, di civaka kevnar de li gorî esasên exlaqî bû û pêwîst e ku îro jî, sibê jî werê be!
Civaka şoreşger; di civaka şoreşger de lêpirsîn û darizandin, pîvaneke jêneger e, lê jin, ne li gorî hişê mêraniyê, li gorî hewcedariya çandî ya civaka exlaqî, rêzan û şoreşger tê darizandin û lêpirsînkirin.
Di civaka kevnar de mêvan dipeyivî, mazûbên guhdarî dikir, lê em dibînin ku di vê civaka me ya nûjen de bi piranî, mazûban dipeyive, mêvan guhdarî dike! Helbete li gorî pêdiviyê mazûban jî dê bipeyive, lê di asta nexweşiya peyvê de peyivîna mazûbên, çilvirîbûna çanda civakî ya exlaqî ye! Ferz e ku peyivîn, ne li gorî biçûk-mezin, jin-mêr, mêvên- mazûbên be, li gorî lazimiya ramana azad û li ser esasên exlaqî, rêzan û şareşgerî be!
Axir bi kinahî, ev sê xalên ku me li jorê, li pey hev rêz kirin, pîvanên çanda peyivînê yên civaka kurd ên kevn û nû yên lihevhatî ne! Heger ku ev her sê pîvan, di her devera jiyanê de, bi awayê hevxurtkirinê, ne bi hev re bin, civaka me dê çilvirî bibe; çilvirîbûna çanda peyvê ya civakê, têkçûna civakê ye û civakên ku bi awayê çandî têk herin, ew êdî êmê teyr û tebayan e!!!
