Pira Dehderî ya ku hezar sal in li ser piyan e, van salên dawî di bin xetereyek mezin de ye. Ji sala 2016’an û vir ve her sal li derdora pirê kargehek nû vedibe û bi awayekî talankerî ew dever tê zeftkirin. Ev tîcaretxaneyên hanê bi awayekî kaçaxî têne çêkirin û xweşiya derdora pirê û çemê Dîcleyê xera dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wêneyên ku ji Google Eartê yên di navbera salên 2016-2025’an de hatine wergirtin weşandin. Di wêneyan de talana li herêmê sal bi sal çiqas mezin bûye xûya dibe. Niha Pira Dehderî û Baxçeyên Hewselê li benda alikariyê û hewldanên parastinê ye.
Li Amedê Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî, nirxên dîrokî ne ku wek mîrate heta roja îro hatine. Ew bedewiyek dîrokê, hêviyên pêşerojê û jîngeha mirovahiyê ne. Baxçeyên Hewselê ku di lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de cih digire, di bin xeteriyeke mezin de ye. Her wiha Pira Dehderî ku ev hezar sal in li ser piyan e, rastî muameleyeke hovane tê.
Îro ev pir, ji ber avahiyên li derdorê hatine çêkirin û rantxurên bêînsaf taybetmendiya xwe hêdî hêdî wenda dike. Tîcaretxaneyên ku li derdora pirê ava bûne, ne tenê dîrok û xwezayê talan dikin, her wiha li ser civakê ranteke bêhesab ferz dikin. Kesên ku diçin ji bo dîtina pirê an jî li ber çemê Dîcleyê dixwazin bêhna xwe vedin rastî fatûreyeke gelek biha tên. Ji bo bikaribî ji xweşiya vê xwezaya bêhempa sudê werbigirî divê tu butçeyeke mezin veqetînî. An jî kesên ku bi zahmetî debara xwe dikin ji vê xweşiya xweza û dîrokê bêpar dimînin.
Êdî hatiye asteke wisa ku mirov naxwaze biçe vî diyarê bedew. Gelek kesên ku berê dema xwe li vê deverê derbas dikirin, tu niha ji wan bibirsî bi mehan an jî salan e ku neçûne derdora Pira Dehderî. Mirov dikare bêje ku di nav gel de aciziyeke mezin heye ji ber vê mijarê.
Talankeran dest bi êrişê kir
Ev demeke nîqaşên tund hene li ser vê meseleyê. Berî çend rojan kesên ku xwe weke esnafên li derdora pirê didan naskirin, daxuyaniyek çapemeniyê dan û bi awayekî dijminane êrişê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û sazî û dezgehên sivîl kirin. Sedema vê êrişê helbet tirsa jidestçûna ranta mezin bû.
Paşî hate fêmkirin ku şaredarî ev demek e xebatek dimeşîne da ku vê mîrateya mirovahiyê ji destê rantxuran derxe û careke din radestî gel bike. Berî demekî xebatek hatibû meşandin û dihat xwestin ku çayxane û restorantên vê deverê bi awayekî dilxweşî ji bo guhertin û parastina derdora pirê werin îknakirin. Lê belê rantxur û çete ketine dewrê pêşî li vê yekê girtin. Bi gef û rêbazên çetewarî ji bo rantê bidomînin ketin nav hewldanan. Herî dawî esnafên li wê deverê bi tevahî hatine birêxistinkirin û daxuyaniyek bi vî rengî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de diyar bû ku armanca vê komê çi ye. Hedef, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û sazî û dezgehên hawirdorparêz bûn. Bi zimanekî wisa êriş pêk hat ku mirov armanca van kesan baş fêm dike. Dixwestin ku ranta vê deverê ji destê xwe bernedin û talanê mezintir bikin.
Niha em hinekî din bi berfirehî li girîngiya derdora pirê û Baxçeyên Hewselê binêrin û ev dever ji bo çi divê bê parastin binirxînin.
Ev hezar sal in li ser piyan e
Pira Dehderî ku sala 1065an di serdema Merwaniyan de li ser çemê Dîcleyê hatiye çêkirin, gewherek e ku heta roja îro di xwezaya Amedê de maye. Pir ji hêla dîrokî ve kevnareke bêhempa ye. Her wiha bi mimarî û qayîmbûna xwe jî di nav bermahiyên dîrokî de cihek taybet ji bo xwe çêkiriye. Pira ku ji aliyê mîmar Ubeyd Kurê Yûsif ve di serdema Merwaniyan de li ser çemê Dîcleyê hatiye çêkirin, roja îro jî bi îhtîşama xwe li ser piyan e.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berî çend rojan li ser talan û ranta li derdora pirê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de bi wêneyên ku ji Google Earthê hatine wergirtin, qirkirina ekolojîk a li dora pirê û derdora wê kurteber tê kirin.
Bi destûra qeyûman
Li gorî nûçeyê avahiyên li her du aliyên pirê, ku di heman demê de mircana dîmena xwezayî ya ku ji aliyê geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê ve hatiye avakirin, di sala 2016’an de bi tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kiriye. Di wêneyên ku ji Google Earthê hatine wergirtin de, tê dîtin ku di sala 2014’an de li derdora pirê ti avahî çênebûne, lê bi qeyûmên ku di sala 2016’an de hatine tayînkirin re, roj bi roj dîwarên beton bilind bûne.
Qeraxê çem hatiye xerakirin
Di lêkolînên zanistî de yên ku li herêma geliyê çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê hatine kirin de, derdora 607 cureyên nebatan û nêzî 635 cureyên ajalan hatine tesbîtkirin. Li vê herêmê ku stargeha zindewaran e, gelek cureyên wan di bin xetereya qedandinê de ne. Nemaze li derdora Pira Dehderî, moloz û kertolên ku li qeraxê çem hatine reşandin û dîwarên beton ên ku bilind dibin, faûnaya vê bihuşta sirûştî roj bi roj xera dikin.
Çûk li welat nehiştin
Herwiha di nûçeyê de tê destnîşankirin ku bi destûra karsaziyên ku ji aliyê qeyûmên ku li şaredariyên bajarê mezin û navçeyan hatine tayînkirin ve hatine dayîn, gera mirovan li herêmê zêde bûye û qirêjiya dengî gihîştiye asta ku nema tehemûla wê tê kirin. Bi hebûna eywanên dawetan di nav karsaziyên ser pirê de, fîşekên hewayî yên ku tên teqandin, rêyên derbasbûna 180 cureyên cuda yên çûkan ên ku li herêmê dijîn diguherînin û dibin sedema mirina çûkan jî.
Texrîbata sal bi sal
Dîsa tê gotin ku berevajî îdiaya xwediyên karsaziyan ku li herêmê darçandin heye, guhertina li herêmê ku her roj zêde dibe û sînorên xwe fireh dike, bi vî awayî di wêneyên Google Earthê de yên bi salan re xuya bûye. Şaredarî bi vê daxûyanî û nûçeyê, ew kesên ku digotin em xwedî û esnafên vê deverê ne, îdiaya wan pûç kir. Her wiha dide xuyakirin ku divê ev mîrateya mirovahiyê bi her awayî bê parastin.
Dibe mijara Konseya Bajêr
Li ser van nîqaşan û xetereya mezin Konseya Bajêr a Amedê li ser vê mijarê bi awayekî taybet dê bicive. Civîna ku di 10ê çileyê de wê pêk bê, dê parastina hawirdora Pira Dehderî were nîqaşkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Lijneya Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê ya 32yemîn, dê bi rojeva avaniyên bêdestûr û dagirkirinan ên di demên dawî de li bajêr zede bûne de bicive. Bi taybetî dê avahiyên bêplan ên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî ya dîrokî ku zirarê didin tevna dîrokî ya bajêr, xala sereke ya civînê be. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Konseya Bajêr a Amedê ve hat dayîn, dê Lijneya Giştî ya Asayî ji bo çareseriya pirsgirêkên ku rasterast bandorê li jiyana bajêr dikin zemîneke girîng ava bike. Tê payîn ku biryarên di lijneya giştî de bên wergirtin bi sazî û dezgehên têkildar û raya giştî re bên parvekirin.
Mîrateya mirovahiyê li benda parastinê ye
Niha Pira Dehderî û Baxçeyên Hewselê li bendê ne ku xebatek ji bo parastina wan bê meşandin. Digel ewqas pirsgirêkan jî helbet çareserî dê hebin. Di serî de şaredarî û saziyên ekolojîst, tevahiya sazî û dezgehên demokratîk divê di nav hewldanan de bin. Lê belê peywira herî mezin jî dikeve ser milê gel. Divê gel li mîrateyên xwe yên ku dîrok spartiye wan xwedî derkevin. Ji ber ku ev dever, ango Baxçeyên Hewselê û mîrateyên li derdora wê ji bo jiyana civakê deverên jêneger in. Ev jîngeha mirovahiyê cihekî pîroz e. Lazim e herkes bi vê hişmendiyê tevbigere û li derdora vê pîroziyê bibe xelek, an jî dê talanker û rantxur vê jîngehê li mirovahiyê teng bikin. Ji bo ev derdorên hanê bi ser nekevin ji destê kî çi tê divê bike, herkes peywira xwe bîne cih. Em bawer in, warê me û welatê me wê hêj xweştir û geştir bibe.
