22 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bav biyanî û dayik Sûriyeyî ne

Bi hezaran zarokên ku li kampên Hol û Rojê mezin bûne hene. Bavê wan zarokan biyanî û nediyar in. Lê dayik Sûriyeyî ne. Ev zarok bi hişmendiya DAIŞê têne perwerdekirin.

Piştî hilweşîna rejîma Baas di 8ê Kanûna 2024an de û hatina Ehmed El Şara êrişên DAIŞê zêde bûn. Komên DAIŞê zêdetirî 224 êriş bi rêya hedefgirtin, teqîn û kemînan pêk anîn. Navenda Kurdî ya Lêkolînan destnîşan kir ku guhartinên ewlehî û siyasî yên herêmê hişt êrişên çeteyên DAIŞê zêde bibe. Endamên DAIŞê herî dawî 2 leşkerên Îranê kuştin û ev bû sedem ku DYA li dijî DAIŞê dest bi operasyonan bike.

Rojnameger Dilyar Cizîrî ku bi salan e li herêmê geşedanan ji nêzîk ve dişopîne li ser rewşa DAIŞê ya li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û wiha got: “Tevgera DAIŞê piştî girtina Mûsilê di 2014an de derbasî Reqayê bûn. Wê demê tevgerek mezin nîşan da û bandorek mezin li ser Iraq û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kirin. Bandorek mezin li ser civaka herêmê jî kirin. Piştî HSDê li dijî wan dest bi operasyonê kir, li vir û Iraqê ax ji destê wan derxistin. Herî dawî di 2019an de li Baxozê bi awayekî fizîkî ax di destê wan de nema. Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zarok û malbatên DAIŞê kom kirin û gelek ji wan avêtin hebsan jî lê ji ber ku pir belav bûbûn û bi hezaran endamên biyanî jî di destê wan debûn bi temamî xelas nebûn. Dîsa hejmareke gelek mezin ji Iraqê hatibûn. Herêma Palmîra di navbera Hums û Dêra Zorê de ye. Herêmeke çol e. DAIŞiyên ku ji Haşdî Şabi reviyan berê xwe dan herêma Palmîra û li vir bi cih bûn. Piştî operasyonan jî şaneyên wan man. Wekî şane xwe bi cih kirin.”

HTŞ ji DAIŞê ne cudatir e

Rojnameger Dilyar Çizîrî, bal kişand ser kuştina 2 leşkerên Amerîkî û têkiliya HTŞê ya bi DAIŞê re û wiha axivî: “Dema HTŞê dest bi operasyona dagirkirina Helebê kir, wê demê ala DAIŞê û sembola DAIŞê hebû. Wê demê hêza HTŞê tune bû ku Helebê bi dest bixin. HTŞê jî bawer nedikir ku rejîm zû hilweşe. Dema dîtin ku rejîm zû hilweşiya vê carê berê xwe dan her aliyê Sûriyeyê. Lê hêza wan têrê nedikir. Ji bo vê yekê her kes xistin nava xwe. Kêm cuda yên çeteyan xistin nava xwe. HTŞ ji DAIŞê ne cudatir e. Di aliyê bîrdozî de yek in. Berê herdu rêxistinek bûn. Piştre ji hev cuda bûn. Roja ku Ebû Bekir Bexdadî Mûsil dagir kir gotina got, di salvegera hilweşîna Rejîma Baas de Ahmed El Şera li mizgefta Humawîn heman gotin got. Ev hişmendî nîşan dide ku berdewamiya hev in. Ew kesên ku dema Şam hilweşiya piştre dîsa derketin holê.”

Piştî Şam hilweşiya bi hezaran DAIŞî tev li artêşa HTŞê bûn

Dilyar Çizîrî da zanîn ku beriya Şam hilweşe beşeke şaneyên DAIŞê ên veşarî dem bi dem çemê firatê derbas dikirin û êrîşî herêma Rêveberiya Xweser dikirin û wiha lê zêde kir: “Beşeke din jî li herêma Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de xwe bi rêxistin dikirin û êrîş dikirin. Piştî rejîm hilweşiya, ew şaneyên çeteyan ên li çola Palmîra xwe bi cih kiribûn hemû tev li artêşa Sûriyeyê (HTŞ) bûn. Bi hezaran tev li artêşê bûn. Di girtîgehên Dêra Zorê de derketin û tev li artêşa Sûriyê bûn. Dema ketin bajarên Sûrî û li Swêdiya êrîşî durziyan kirin, al û sembolên DAIŞê aşkere radikirin û xwe diyar dikirin.”

Rojnameger Dilyar Cizîrî, da zanîn ku dema hilbijartinê çûbû Şamê dît ku alên DAIŞê aşkere dihatin firotin û stranên DAIŞê aşkere dihatin guhdar kirin û wiha lê zêde bûn: “Ev endamên DAIŞê di nava artêşê de ne û fermandariyê dikin. Dibe ku Ahmet Şera û hin kesên dora wî bixwazin guhertinê çêkin, lê kesên bi fikrên DAIŞê di nava wan de destûr nade guherînê pêk bîne.”

DYA û koalîsyon çavê xwe ji rastiyan re digirin

Dilyar Cizîrî, li ser helwesta DYAyê ya li ser HTŞê jî rawestiya û wiha got: “Tişta tê xuyakirin Koalîsyon û DYA çavên xwe ji van rastiyan re digirin. Di êrîşa li dijî girtîgeha Hesekê de zêdetirî 100 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan. Gelek sivîl hatin kuştin. Ev êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin rêvebirin. Niha jî bi belge û aşkere, Idlib û herêma derdorên wê çavkaniya fînansa DAIŞê ye. Herêmên ser xeta Tirkiye di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Bi sedan malbatên Iraqê anîn li Serêkaniyê bi cih kirin. Iraqî li vir çi dikin? Çima venagerin warên xwe. Hemû fermandarên DAIŞê ne. Koalîsyon û DYA eger bixwaze DAIŞê tune bike û ji holê rake, divê nikê Tirkiye ji axa Sûriyê qut bike. Heta ku piyê Tirkiyeyê di nava axa Sûriyeyê de be, dê li Sûriyeyê tevgera DAIŞê bi dawî nebe. Heta ku li gorî berjewendiyên xwe tev bigerin, dê DAIŞ tune nebe. Ji bo Tirkiye nekeve bin baskê Rûsyayê çavê xwe ji kiryarên Tirkiyeyê re degirin. 40 hezar çeteyên ku derbasî axa Sûriyeyê bûn, tev di Tirkiyeyê re derbas bûn. Hemû di ser Tirkiyeyê re bi balafiran û bi fermî hatine Sûriyê. Yên ji Rêveberiya Xweser reviyane jî li Idlib, Efrîn, Serêkaniyê bi cih kirine.”

Bi hezaran zarokên DAIŞê li kampan mezin bûne

Bi hezaran zarokên li kampên Hol û Rojê mezin dibin ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya cîhanê xeteriyek mezin ava dike.

Dilyar Cizîrî, di dirêjiya axaftina xwe de ji bo valakirina kampan û darizandina endamên DAIŞê jî axivî û wiha got: “Hin welat tên endamên xwe dibin. Lê hêjmarek pir zêde heye. Hin dewlet van kesan qebûl nake. Bi hezaran zarokên malbatên DAIŞê îro tev mezin bûne. Kes nizane kurê kê ne. Bê nasname ne. Bav biyanî û dayik Sûriyeyî ne. Ev pirsgirekeke mezin e. Ev zarok  li kampan ji aliyê Jinên DAIŞê ve têne perwerkirin. Li ser fikrên DAIŞê têne perwerdekirin. Liser belavbûna hemû cîhanê perwerde dibin. Dijminantiya malbat û zarokên DAIŞê ya li dijî HSDê û Rêveberiya Xweser zêdetir e. Berpirsiyariya li dijî vê yekê ne tenê berpirsiyariya Rêveberiya xweser e. Ev pirsgirêk ya hemû cîhanê ye. Koalîsyon û DYA siyasî nêzî meselê dibin. Ji bo razîkirina Tirkiyeyê û berjewendiyên xwe nêzî DAIŞê dibin. Ev xeteriyan zêdetir dike.”

Rojnameger Dilyar Cizîrî herî dawî wiha got: “Ez wisa difikirim ku di roj û demên pêş de dê tevger û êrîşa DAIŞê zêdetir bibe. Çawa di 2014an de êrîşên xwe zêde kirin, eger DYA û Koalîsyon helwestek cuda nîşan nede, dê êrîşên wan li cîhanê zêde bibe. Bi çilên artêşa Sûrî êrîş dikin. Ji ber vê yekê HSDê û hêzên parastinê li her derê tedbîrên awarte girtine û her dem di nava seferberiyê de ne. Her dem li dijî şaneyan operasyonan pêş dixin. Lê xeterî zêde ye.”