Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 1emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, OHD, Baroya Amedê, TUHAY-DER, Endamê komeleya DUKETê ya Zanîngeha Dicleyê, MED-DER, TJA, partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî kongreyê bûn. Kongre bi rêzgirtinê û temaşekirina sînevîzyonê destpêkir. Piştî sînevîzyonên nûnerên saziya axaftinên xwe kirin.
Di kongreyê de li ser navê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Elîf Turan, li ser navê Dayikên Aştiyê Murvet Demîr, li ser navê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Hasan Ozguneş, li ser navê Komîsyona Navendî ya Çand Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli, li ser navê PENa Kurd Omer Fîdan, li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd Orhan Sakcî û li ser navê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen axivîn.
‘Bajarê Amedê bajarê rewşenbîriyê ye’
Endamê Komîteya Amadekar û Endamê Komeleya Lêkolînên Zanistên Civakî ya Kurdî Rifat Ronî di axaftina xwe de bal kişand li ser têkoşîna ziman kurdî û ev tişt gotin: “Bi rastî tekoşîna ku hatiye meşandin di nav gelê Kurd de jî hişmendiyek ava kiriye. Bajarê Amadê, bajarê rewşenbîriyê ye, ji bo wê yekê divê di aliyê ziman de em serweriyê bigrin dest.”
Divê malên me bibin dibistanên kurdî
Li ser navê Dayikên Aştiyê Murvet Demîr anî ziman ku kes êdî di mala xwe de Kurdî naaxive, lê divê her kes di malê de Kurdî biaxive û ev tişt gotin: “Rastî dibistana zimanê Kurdî di malên me bi xwe ne, kesî negotiye di mala xwe de kurdî neaxivin. Divê em di malên xwe de kurdî biaxivin. Piranî saziyên medi axaftinên xwe de bi kurdî silav didin piştre axaftina xwe tirkî didomînin. Li her derê li kolanan, zilm û zordestî li ser zimanê me heye. Em di malên xwe de, di saziyên xwe de xwedî li zimanê xwe derkevin, kes nikare zimanê me bide ji bîrkirin.”
‘Statuya kurdî, perwerdehiya kurdî’
Hevseroka Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Elîf Turan jî di axaftina xwe de diyar kir ku di salên 2015-2016 de gelek bedelên mezin ji bo zimanê Kurdî hatiye dayîn û axaftina xwe wiha domand: “Hûn dizanin di salên 2015-2016an da gelek mafê mirovan hatine binpêkirin, enstîtuya me jî hate girtin. Hevalên me di malên xwe de ne rûniştin, her malek wek dibistanekî didît. Dayika me jî got heya îro zimanê kurdî li ser piya mabe di saya dayikên me yên berxwedêr e. Zimanê me dîsa li ser pîya ye. Pêvajoya Aşti û Civaka Demokratîk ji bo civakeke demokratîk hate destpêkirin. Niha entegrasyon tê axaftin, divê ji bo entegrasyonê tu vî gelî nas bikî, di serî de ziman nas bikî û statûyê bidî ziman. Dema tu zimanê min qebûl nakî tu hebûna min jî qebûl nakî. Em her tim dibêjin statuya Kurdî, perwerdehiya Kurdî.”
‘Kesên ku tirkî nizanin zarokên wan kurdî nizanin’
Li ser navê Însîyatîfa Yekîtîya Demokratîk Hasan Ozguneş axivî û got: “Em dibêjin zimanê me rumeta me ye, hebûna me ye lê belê em dikevin nav qada siyasi, heya saziyên demokratîk em zimanê xwe kar naynin. Em siyasetmedarên kurd in, dayikên me, bavên me Kurd in, kesên ku tirkî nizanin tu îro lê dinerî zarokên wan Kurdî nizanin. Hevalno gelê Kurd di nav bişaftineke mezin de ye, divê em bixwînin, binivîsin, bidin axaftin, bidin nivîsandin em hêviya dewletê nemînin.”
‘Divê zimanê Kurdî bibe Zimanê jiyanê’
Nivîskar û endamê komleya niviskarê Kurd Orhan Sakci ku 30 salan di zindanê de mabû, li ser giringiya ziman axivî û siyasetmedarên Kurd rexne kir û di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Me têkoşineke pir dijwar da, lê belê mixabin di qada me ya siyasî de axaftina bi Kurdî pir kêm e, divê qada me ya siyasî bi zimanê xwe biaxive. Di sala 1993yan de dema şerê dijwar de ez li Amadê bûm. Piştî bi salan ku ez li girtîgehê derketim hatim Amedê min dît ku di aliyê çand û ziman de bişaftineke pir kur hatiye kirin. Têkoşîna me divê bingehina xwe li ser ziman ava bike. Lê dinêrim ku ziman çûye, em bûne biyanîyê zimanê xwe. Em bi civakî dikarin hebûna xwe biparêzin, divê zimanê kurdî li Bakur jî bibe zimanê jiyanê.”
‘Qada tenduristiyê ji bo ziman gelek girîng e’
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen di axaftina xwe de wiha got: “Îro jî wî barî em hildigirin, em ê çawa bi hev re hilbigirin em ê wê nîqaş bikin. Ziman her rengî hembêz dike û wisa zêde dibe. Qada tenduristiyê ji bo ziman gelek girîng e. Yên ku tên nexweşxaneyan dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, êşên xwe bi zimanê xwe bînin ziman.Em dixwazin li gel saziyên zimanê Kurdî bixebitin û barê wan sivik bikin.”
‘Ziman azad bibe mirov azad dibe’
Hevseroka DEM Partiyê ya bajarê Amedê Gulşen Ozer ji bo neaxaftina bi zimanê Kurdî rexnedana xwe da û ev tişt got: “Em di serî de rexnedayina xwe didin, me ew qas ked daye lê em hemû li gel zarokên xwe tirkî diaxivin. Zimanê Amedê, zimanê civîna bi Tirkî ye, divê em li ser bisekinin. Ziman azad bibe mirov azad dibe. Îro divê em aştiyeke mayînde li ser zimanê dayika xwe pêk bînin.”
‘Divê em ji nifşên nû re zimanê dayikê bihêlin’
Siyasetmedar Mulkiye Bîrtane anî ziman ku hejmara jinên ku Kurdî diaxivin zêde bûne, ji bo wê kêfxweş e û ev tişt gotin: “Bi rastî jî hemû hevalên ku axaftina xwe pêşkêş kirin li ser xalên girîng sekinîn. Me gelek rê derbas kir. Di vê rêyê de tenê tişta ku em bêjin hejmara hevalên me yên jin ên ku Kurdî diaxivin zêde bûye, hejmara nivîskaran zêde bûye, ev ji bo min serbilindiyeke pir mezin e. Min bi israr, bi rik Kurdî xist zimanê xwe de. Divê em biaxivin, binivîsin û ji nifşên ku tên re zimanê dayikê bihêlin.“
‘Kesên ku dewlemendiya zimanê xwe dizanin ji hestên bindestiyê rizgar bûne’
Rêvberê MED-DERê Îbrahîm Taş jî di axaftina xwe de wiha got: “ Gilî û gazinc pir in, pirsgirêkên me Kurdan bi rastî pir in. Di her civînan de dubare dibêjim; pirsgirêka me ya Kurdan gelek sazî û dezgehên me li hemberî bişaftinê têdikoşin, lê zimanê me hemûyan dîsa piranî bi Tirkî ye. Lazim e em di civaka xwe de jî hişmendiyekî ava bikin. Pirsgirêka me ya herî mezin hestên xwe biçûk dîtin e. Em Kurd bindest in, ev hest bi me re heye, yê kurahiya, dewlemendiya zimanê xwe dîtiye ev hest derbas kirine. Mixabin dema mirov li civakê dinêre ev hest nav gel de heye û divê em şiyar bikin. Du problem hene; yek polîtikayên dewletê ne, ya duyem divê em xwe rexne bikin. Ji xwe politikayên dewletê, her kanûn û xalên wan rêya pêşketinê nade çand û ziman. Pirsgirêka me ya herî sereke jî çand û ziman e.”
Piştî axaftinan pêşniyaznameya kongreyê hat diyar kirin, pêşniyazname wiha ye:
Ji bo Lijneya Rêveberiyê ya Esîl: Murat Bîlgîç, Nesrîn Şanli, Hîlal Akgonul, Oktay Şamiloglu, Suzan Vejan Tatli, Abduselam Uslu, Meral Zeytûn û Faîke Işik hatin diyarkirin.
Ji bo Lîjneya Rêveberiyê ya Şûngir: Eyup Sûbaşi, Sorgul Aytek Avşar, Arda Efe, Berîvan Matyar, Mehmet Rauf Kocaman, Nesrîn Soydan, Mehmet Ozbey hatin diyarkirin.
Kongre bi pîrozkirina kesên ku hatine diyarkirin bi dawî bû.
