21 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn

Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 82yan de, li aqûbeta Nîhat Aydogan ê 31 sal berê di bin çavan de hat windakirin pirsin û "edalet" xwestin.

Dayikên Şemiyê, ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û daxwaza darizandina sûcdaran bikin, cara hezar û 82yan li hev civiyan. Çalakvanên ku vê hefteyê jî qurnefîl û wêneyên kesên ku hatine kuştin û windakirin hilgirtin, li Aqûbeta Nihat Aydogan ku di binçavan de hat windakirin, pirsîn. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û daxuyaniya çapemeniyê ji hêla endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî ve hate xwendin.

Gulseren Yolerî bi daxwaza eşkerekirina rastîyê û cezakirina berpirsên giştî yên kuştinê, li aqûbeta Nihat Aydogan ku piştî binçavkirinê winda bû, pirsî. Gulseren Yolerî got: “Nihat Aydogan ê 39 salî li Gundê Dogançay ê navçeya Midyadê ya Mêrdînê dijiya. Li ser gundiyên ku pergala cerdevaniyê qebûl nedikirin zextek giran dihat kirin. Nihat Aydogan ku berê hatibû girtin, îşkenceya giran lê hatibû kirin û hatibû berdan, di bin gefên hêzên ewlehiyê de dijiya.”

Gulseren Yolerî diyar kir ku Nihat Aydogan di 30ê mijdara 1994an de li mala xwe bi lêdanê hatiye binçavkirin û got: “Rayedaran ji malbata Nihat Aydogan re gotin ku ew nêzîkî 20 roj piştî binçavkirinê ew sewqî dozgeriyê hatiye kirin û piştî ku îfadeya wî hatiye girtin, hatiye berdan. Li ser vê hevjîna wî Halîme Aydogan bi daxwaznameyê serî serdozgeriyê dide. Lê dozgerî jê re dibêje hevjînê te çûye çiyê û careke din neyê vir. Piştî bi salan Nîhat Aydogan di qeydên nifûsê de mirî qeyda wî hat kirin.”

Gulseren Yolerî diyar kir ku hemû serlêdanên ku ji hêla malbata Aydogan ve hatine kirin bêbandor mane û tu lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û wiha got: “Piştî serlêdanek nû ya bi rêya Komeleya Mafên Mirovan a derbarê windabûnên li Midyadê, tevî Nihat Aydogan, Dozgeriya Komarê ya Midyadê raporek amade kir. Lêbelê, dozgeriyê dosya bi daxwaza girtinê ji Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şand, bi îdiaya ku derbarê windabûnê de tu agahî tune ye.”

Gulseren Yolerî, bal kişand ser wê yekê ku Nihat Aydogan di bin parastina dewletê de winda bûye û ji bo lêpirsînek bi bandor daxwazên jêrîn rêz kir: “Divê rayedarên pêwendîdar erka xwe bi cih bînin. Eqûbeta Nihat Aydogan zelal bikin û piştrast bikin ku lêpirsîn û darizandinek bi bandor li dijî rayedarên giştî yên berpirsiyarê bûyerê dê bê kirin.”

Piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê ji bo bîranîna windayan hatin danîn, çalakî bi dawî bû.