20 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îran bi hinceta sixurtiyê kesekî din darve kir

Îranê kesekî ku bi hinceta sîxurtiya ji bo îstîxbarata Îsraîlê dihat darizandin, darve kir. Li gorî Associated Pressê, çapemeniya dewletê ya Îranê ragihandiye ku darvekirin roja şemiyê pêk hatiye.

Televîzyona dewletê ya Îranê aşkere kir ku kesê hatiye darvekirin, Aghil Keshavarz e. Di nûçeyê de hat îdîakirin ku Keshavarz li gel Mossad a serwîsa îstîxbarata Îsraîlê ‘’di nava hevkariya îstixbarî ya nêz de ye’’ û wêneyên herêmên leşkerî û ewlehiyê yên aîdî Îranê girtine.

Li gorî çapemeniya dewletê Keshavarz, di meha Gulanê de li bajarê Ûrmiyeyê dema ku wêneyên biryargeheke leşkerî digirt, hate binçavkirin. Hat îdîakirin ku Keshavarz Tehran jî di nav de li gelek bajarên Îranê li ser navê Mossadê zêdetirî 200 erk bi rê ve birine.

Hate diyarkirin ku piştî pêvajoya darazê cezayê darvekirinê yê li Keshavarz hatî birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve jî hate erêkirin. Hate ragihandin ku Keshavarz ê 27 salî perwerdeya mîmartiyê standiye.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku piştî êrîşên Îsraîlê yên meha hezîranê yên li ser Îranê û 12 rojan berdewam kirin, li Îranê 11 kes bi hinceta sîxurtiyê hatine darvekirin.